Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Sihet-Qewata Fîzîkî

Sihet-Qewata Fîzîkî

Kitêba Pîroz ne kitêba mêdîsînî ye. Lê vê kitêbêda hene şîretên kêrhatî bona sihet-qewatê. Werên em şêwir kin hine prînsîpa, kîjan ku dikarin aliyê fîzîkîda jîyîna me diha baş kin.

MIQATÎ SIHET-QEWATA XWE BIN

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Bedena tu kesî ber çevê wî ne reş e, lê wê têr dike û xwey dike” (Efesî 5:29).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Ev prînsîpa Kitêba Pîroz me hêlan dike bona sihet-qewata xwe xem bikin. Li gora lêkolînekê hate kifşê, wekî gelek problêmên sihet-qewatêva girêdayî pêşda tên ji bo vê yekê, ku meriv bi jîyîneke nerast dijîn. Hergê em bijartinên rast bikin, sihet-qewata me jî wê hê baş be.

ÇI GEREKÊ BIKÎ:

  • Xwarina Kêrhatî Bixwe. Xwarina baş bijbêre û êpêce avê vexwe.

  • Sportêva Mijûl be. Firqî tune tu çend salî yî, sport dikare tera karê bîne, hela hingê jî hergê tu seqet î yan bi nexweşiya kronîkî nexweş î. Hemikî hevalên te û doxdir dikarin alîkariya kêrhatî bidine te, lê dewsa te evê yekê tu kes wê neke.

  • Xeva Xwe Bistîne. Merivên ku xeva xwe nastînin, wede şûnda nexweş dikevin. Dewsa ku razên û hêsa bin, ewana safî dikin tiştên dinva mijûl bin. Dêmek hergê hûn xewa xwe bistînin, hûnê hê baş xwe texmîn kin.

TERKA XEYSETÊN XIRAB BIDE

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Em xwe ji hemû kirêtiya qalib û ruhê xwe paqij kin” (2 Korintî 7:1).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Emê hê sihet-qewat bin hergê terka xeysetên xirab bidin. Mesele xebitandina hemû tiştên ku titûnêva girêdayî ne, çi ku dikarin bibine meniya nexweşiyê û mirinê.

ÇI GEREKÊ BIKÎ: Salnemêda xwera kifş ke, ku çi çax tû dixwazî terka xeysetên xweye xirab bidî. Lê heta vê rojê hemû tiştên ku vê yekêva girêdayî ne, bavêje. Ev dikare bibe cixare, hacetê ku cixare pê vêdixin û kodika koziyê. Xwe dûr bigire ji wan ciya, kîderê ku cixarê dikişînin. Usa jî derheqa safîkirina xwe bêje hevalên xwe, kîjan ku wê piştgiriya te bikin.

PRÎNSÎPÊN DIN JI KITÊBA PÎROZ

Hergê hûn dixwazin Kitêba Pîroz seva xwe qazanç kin, tevî Şedên Yehowa teklî bin

QEYDÊN BÊXOFIYÊ XWEY KE.

“Gava tu mala nû çêkî, ser banî dora wê sûreke nimiz çêke, wekî tu xûnê neynî li ser mala xwe, gava yek ji ser ban bikeve” (QANÛNA DUCARÎ 22:8).

HÊRSA XWE ZEFT KE.

“Merivê xweyîsebir, yekî gelekî bîlan e, lê yê zû quloz dibe, bêhşîya xwe dide kifşê” (METELOK 14:29).

ÇAPA XWARINA XWE BIZANIBE.

“Neçe . . . nava pirxurêd goşt” (METELOK 23:20).