Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ruhaniya Te

Ruhaniya Te

Gotara pêşinda hatibû gotinê, wekî gelek meriv Xebera Xwedê hesab dikin, ça kitêbeke pîroz. Wana têderxistiye, ku çaxê Kitêba Pîroz dixûnin û rêberiya vê jîyîna xweda didine xebatê, ewana xwe diha nêzîkî Xwedê texmîn dikin û qirara wî fem dikin.

Merivê ruhanî prînsîpên Xwedê qîmet dike û bi wan prînsîpa rêberî dibe (Cihûda 18, 19). Merivên ku naxwazin rêberiya Xwedê bistînin, ewana xweda îtbar in, lê ewên ku rêberiya Xwedê digerin, evê yekê qîmet dikin (Efesî 5:1).

HÊVÎ

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Heger tu tengasiyêda dilsist bî, ku usa ye tu ne xurt î” (Metelok 24:10).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Ji bo diltengiyê em dikarin qu-dûm bikevin, ji bo çi jî wê mera çetin be problêmada teyax kin. Xêncî wê yekê, hêvî dikare me qewî ke, wekî xwe qayîm bigirin. Gava hêviya me qewî ye, em fem dikin, ku problêmên me wedelû ne. Bi rastî tiştên baş pêşiya me ne.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ: Bixebite ku derheqa tiştên baş bifikirî, ku axiriyêda hîviya me ne. Dewsa ku berxwekevî derheqa wê yekê ku çi dikare biqewime, wê baş be bixebitî ku bigihîjî nêtên xwe. Bîr neke, wekî tu kes ji wext û qewimandina xweykirî nîne (Waîz 9:11). Bi rastî bêjin, gelek car hemû tişt baş derbaz dibe, ne ku usa çawa em difikirîn. Derheqa vê yekê Kitêba Pîrozda meselek hatiye dayînê: “Tova xwe sibehê biçîne û heta êvarê aramiyê nede destê xwe; ji ber ku tuyê nizanibî ev an ew wê qenc bibin, an jî her du pevra di yek derecêda wê qenc bibin” (Waîz 11:6).

CABÊN PIRSÊN GIRÎNG

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Tu şehrezayî bide . . .peyvên te rastî ne” (Zebûr 119:144, 160).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Kitêba Pîroz caba wan pirsa dide, kîjan ku gelek meriv didin. Mesele ev caba pirsên usa dide:

  • Çima em dinê ketine?

  • Çima em diçerçirin?

  • Çi diqewime paşî mirinê?

  • Li axiriyê çi hîviya me ye?

Bi mîlyona meriv nav temamiya dinyayêda, jîyîna xweda diha bextewar bûne, gava bi Kitêba Pîroz caba wan pirsa standine.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ: Pêbihese hela Kitêba Pîroz çi hîn dike. Ji Şedên Yehowa bixwaze ku alî te bikin Kitêba Pîroz fem bikî. Bikeve malpera me jw.org, yan jî were ser civatên me, kîjan ku bêpere ne û derî seva hemûya vekirî ne.

PRÎNSÎPÊN DIN JI KITÊBA PÎROZ

Binihêre vîdêo “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?”. Ev li ser 880 zimana zêdetir heye

HEWCÊN XWEYÎ RUHANÎ TÊDERXE.

“Bextewar in ew, yên ku fem dikin hewcetiya xweye ruhanî” (METTA 5:3).

HÊ ZÊDE DERHEQA XWEDÊ PÊBIHESE.

“Wî bigerin . . . belkî bipelînin bibînin . . . Xwedê ji me her kesî ne dûr e” (KARÊN ŞANDIYA 17:27).

KITÊBA PÎROZ BIXÛNE Û SER BIFIKIRE.

“Lê zewqa wî, tim di Yasayên [Qanûnên] Yehowada ye *; bi şev û roj li ser Yasayên wî kûr difikire. . . . Û her karên ku bi kar tîne jî baş dimeşe” (ZEBÛR 1:2, 3, DO).

^ abz. 23 Yehowa navê Xwedê ye, derheqa kîjanî ku di Kitêba Pîrozda nivîsar e.