Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ça pê Perê Hindik Ebûra Xwe Bikin?

Ça pê Perê Hindik Ebûra Xwe Bikin?

 Dibe ku ji bo problêmên aboriyêva girêdayî, mera çetin e ebûra xwe bikin. Pandemiya, teşqelên tebiyetê, şer û pirsên polîtîkayêva girêdayî, gelek car aboriyê sist dikin. Çaxê em nişkêva xebata xwe unda dikin, em dikevine strêsê. Lê şîretên Kitêba Pîroze bîlanî dikarin alî me bikin, ku bikaribin pê perê hindik jî ebûra xwe bikin.

1. Hînî halê xweyî teze be.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Hîn bûme . . . yan hebûnêda bim yan jî tunebûnêda” (Fîlîpî 4:12).

 Hergê tu niha hindik pera distînî, tu dikarî hînî halê xweyî teze bî û ebûra xwe bikî. Çiqas hê zû tu dereca xwe qebûl kî û destpêkî li gora wan guhastina bijiyî, haqas wê tera û malbeta tera hêsa be, evê çetinayê alt kin.

 Pêbihese ku dewlet yan jî teşkîletên ku alîkariyê didin, çi cûreyî dikarin alî te jî bikin. Bi lez hereket bike, seva ku erzê tije kî û evê komekê bistînî, heta ku wedê wê komekdayînê derbaz nebûye.

2. Malbetêda piştgiriya hev bikin.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Bê şîret merem û tivdîr betal dibin, lê bi saya gelek şîretkara ew têne sêrî” (Metelok 15:22).

 Tevî hevalzewac û zarên xwe, derheqa dereca xweye teze xeber din. Xeberdana baş dikare alî hemû nefera bike, ku fem bikin wekî çi guhastina gerekê bikin û piştgiriya te bikin. Hergê malbetêda hemûşk piştgiriya hev bikin û pera bi bîlanî xerc kin, hingê wê bikaribin pê perên hindik jî ebûra xwe bikin.

3. Bîûcêta xwe hesab ke.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Ji we kîjan e, ku bixwaze bilindcîke nobedara çêke, pêşiyê rûnenî nede ber hesêb, gelo qewata wiyê bigihîjê bîne sêrî yan na?” (Lûqa 14:28).

 Çaxê perê te hindik e, gelek ferz e bizanibî ku hemû perê xwe ser çi xerc kî. Berî pêşin xwera binivîse, ku her meh tu çiqas pere qazanç dikî. Paşê usa jî binivîse, ku her meh, we perê xwe ser çi xerc dikir. Xêncî wê yekê bîr neke bona wan pera, kîjan ku hûn dixwazin seva derecên din ku nişkêva dikarin pêşda bên, xerc kin.

 Bicêribîne: Çaxê bîûcêta xwe hesab dikî, xercên biçûk bîr neke. Dibeke tu gelek ecêbmayî bimînî, gava bivînî wekî çiqas pere ser tiştên biçûk xerc dibin. Mesele, mêrek gelek zendegirtî ma, çaxê xercên xwe hesab dikir û dît, wekî her sal weke çend sed dolar tenê seva benûşt xerc dike.

4. Bifikire çi diha ferz e û guhastina bike.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin” (Fîlîpî 1:10).

 Perê ku qazanc dikî û yê ku xerc dikî, himberî hev ke û bifikire kîjan xerca tu dikarî kêm kî û çi dibeke îda nekirî. Hela bifikire derheqa derecên ku jêrê hatine dayînê:

  •   Transport. Hergê çend erebên te hene, dikarî yekê bifiroşî? Lê hergê ereba te ya biha ye, tu dikarî dewsa wê yeke usa bikirî, kîjan ku kêm xerc dike? Yan dibe ku tu safî kî pê transportê yan jî pê bîsîklêtê herî-bêyî?

  •   Wedederbazkirin. Tu dikarî ser çendekî nedî xebatê antêna peretî û TV pê kabêlê? Dibeke tu bikaribî dewsa wana tiştên erzan bidî xebatê? Mesele, dibe ku tuyê bikaribî kitêbên elektronîk, aûdîokitêba, yan jî fîlma, ji kitêbxanê bê pere hildî.

  •   Xercên komûnal. Tevî malbetê şêwir ke, ku hûn ça dikarin avê, tokê û şewatê kêm xerc kin. Hergê hîn bin pey xwe timê tokê vêsînin û wedê serşûştinê dirêj bin avêda nemînin, ev tiştên biçûk jî dikarin xercê we kêm kin.

  •   Xwarin. Dewsa ku rêstoranada xwarinê bixwin, wê baş be malda bixwin. Pêşda bifikirin ku hûnê çi hazir kin. Hergê tê standin xurek carekêra zefî bikirin û yên bermayî nerêjin. Pêşiya herî xurek bikirî, xwera binivîse çi tera lazim e, seva ku tiştên nelazim nekirî. Êmîş û pincarên demsalê bikire, çimkî ew diha erzan in. Perê xwe ser xwarina nesaxlem xerc neke. Dibeke tu dikarî xwexa hine tişta biçînî.

  •   Kinc. Pey modê nekeve, hingê xwera kinca bikire, çaxê kincên teyî kevin îda maşiya ne. Xwera xilaziya demsalê kinca bikire çaxê erzan dikin, yan jî dikanên kincên xwekirîda bikire. Hergê tê standin kinca derva ziha kin, ne ku mekînaya zihakirinêda, seva xerc kêm bin.

  •   Xercên din. Pêşiya ku tiştekî bikirî, pirsa bide xwe: “Haqas perê min heye, ku vî tiştî bikirim? Ev bi rastî minra lazim e?” Tu dikarî lez nekevî, ku hacetên elektronîke modêrn yan jî erebê bikirî? Lê tu dikarî tiştên xweye ku nadî xebatê, yan jî tera nelazim in, bifiroşî? Bi vê yekê tuyê emirê xwe sivik kî û perê xwe zef xerc nekî.

 Şîret: Hergê tu îda pera hindikî distînî, ev mecaleke baş e, wekî terka xeysetên xweye xirab bidî, mesele cixarekişandin, îçkevexwarina zêde, û xumarlîstin. Guhastinên vî cûreyî, ne ku tenê aliyê aboriyêda wê halê we baş kin, lê usa jî emirê we xweş kin.

5. Dîna xwe bide tiştên ruhanî.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Xwezî li ruhfeqîra” (Metta 5:3).

 Dîna xwe bidinê Kitêba Pîroz çi dibêje: “Ji ber ku bîlanî wek pere diparêzin: lê qîmeta zanebûnê û bîlaniyê wê yekêda ne, ku ew jîyîna wan xweyî dike, kî ku ew qazanc dike” (Waîz 7:12, DT). Bîlaniya vî cûreyî Kitêba Pîrozda ne, û gelek meriv yên ku guh didine şîretên wê, hîn bûne ku bi zêdeyî bona pera xemgîn nebin (Metta 6:31, 32).