Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Rastî Derheqa Xwedê û Mesîh

Rastî Derheqa Xwedê û Mesîh

Rast e meriv gelek xudana dihebînin, lê Xwedêyê rast tenê yek e (Yûhenna 17:3). Ew yekî Himzor e, Efirandarê her tiştî û Kaniya jîyînê ye. Tenê ew hêjayî hebandina me ye (Daniyêl 7:18; Eyantî 4:11).

Kî ye Xwedê?

Navê Xwedê, têksta orîjînalêda tê dîtinê WEKE 7 000 CARA

YEHOWA Navê Xwedê ye

XUDAN, XWEDÊ, BAV; Hine sernavên Xwedê

Navê Xwedê Çi ye? Bi Kitêba Pîroz, Xwedê xwexa navê xwe mera eyan dike û dibêje ku navê wî Yehowa ye (Îşaya 42:8). Ev navê Xwedê weke 7 000 cara di Kitêba Pîrozda dikarin bivînin. Lê gelek welgerandinên Kitêba Pîrozda dewsa navê Yehowa sernavê usa hatine xebitandinê, ça “Xudan”. Xwedê dixwaze ku em bibine dostên wî, lema jî ew me hêlan dike “navê Wî hildin” (Zebûr 105:1).

Sernavên Yehowa. Kitêba Pîroz ser Yehowa sernavên usa dide xebatê ça , “Xwedê”, “Himzor”, “Efirandar”, “Bav”, “Xudan”, û “Herî Jorin”. Gelek duayên Kitêba Pîrozda, Yehowa bi sernavên usa hatiye navkirinê, ku qedir û navê wîyî şexsî eyan dikin (Daniyêl 9:4).

Xwedê Yekî Ça ne. Xwedê kesê ruhanî ye (Yûhenna 4:24). Kitêba Pîroz dibêje, wekî “tu kesî tu car Xwedê nedîtiye” (Yûhenna 1:18). Kitêba Pîroz usa jî hestên wî mera eyan dike. Meriv bi kirên xwe dikarin dilê wî yan bêşînin yan jî şa kin (Metelok 11:20; Zebûr 78:40, 41).

Hunurên Xwedê. Xwedê firqiyê nake orta meriva (Karên Şandiya 10:34, 35). Ew “Xwedêyê rem û keremê, sebir-sikanê, bi hub û aminîyêda xinêyo” (Derketin 34:6, 7). Xêncî wê yekê, çar hunurên Xwedêyî sereke hene.

Qewat. Ew “Xwedayê Himzor e”, û qewata wî bêsînor e. Ew hemû sozên xwe tîne sêrî (Destpêbûn 17:1).

Bîlanî. Bîlaniya Xwedê bêsînor e. Kitêba Pîroz dibêje, wekî tenê ew e yê herî bîlan û serwaxt (Romayî 16:27).

Heqî. Xwedê timê wê yekê dike, çi ku rast e. Kirên wî “kamil” in, û “neheqî cem wî tuneye” (Qanûna Ducarî 32:4).

Hizkirin. Kitêba Pîroz dibêje, wekî “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhenna 4:8). Xwedê ne tenê hizkirinê dide kifşê, lê Ew xwexa kaniya hizkirinê ye. Hizkirina wî hukum dibe li ser hemû kirên wî, û ev yek hemû aliyava mera kar e.

Dostiya Xwedê Tevî Meriya. Xwedê Bavê meyî ezmana ye (Metta 6:9). Hergê em baweriya xwe hindava wîda didine kifşê, em dikarin bibine dostên wî (Zebûr 25:14). Bi rastî, Xwedê me teglîf dike ku nêzîkî wî bin, dua bikin û “hemû xemên xwe bavêjin ser wî, çimkî ew bona” me “xem dike” (1 Petrûs 5:7; Aqûb 4:8).

Çi Firqî Heye Orta Xwedê û Mesîhda?

Îsa Kurê Xwedê ye. Xwedê xwexa Îsa efirandiye, û Îsa tu car nedifikirî ku ew û Xwedê yek in. Ew yekî mexsûs e, çimkî bi destê Xwedê hatiye efirandinê. Lema jî Kitêba Pîroz ser wî dibêje, Kurê Xwedê (Yûhenna 1:14). Paşî efirandina Îsa, Yehowa bi alîkariya wî çawa hoste, her tiştên din efirandin (Metelok 8:30, 31; Kolosî 1:15, 16).

Îsa tu cara nedigot ku ew Xwedê ye. Îsa got: “Çimkî ez ji wî [ji Xwedê] me û ewî, ez şandime” (Yûhenna 7:29). Çaxê Îsa tevî şagirtekî xwe xeber dida, ewî got, diçim cem “Bavê xwe û cem Bavê we, cem Xwedêyê xwe û cem Xwedêyê we” (Yûhenna 20:17). Paşî mirina Îsa, Yehowa ew sax kir bona jîyîna li ezmên, û hukumtiya mezin da destê wî, aliyê Xweyî rastê (Metta 28:18; Karên Şandiya 2:32, 33).

Îsa Dikare Alî Te Bike, Nêzîkî Xwedê bî

Îsa hate ser erdê, seva ku me derheqa Bavê xwe hîn ke. Yehowa xwexa derheqa Îsa got: “Ev e Kurê minî delal! Guhdariya wî bikin!” (Marqos 9:7). Îsa ji hemûşka baştir Xwedê nas dike. Ewî got: “Kesek nizane Kur kî ye, pêştirî Bavê û kesek nizane Bav kî ye, pêştirî Kur û yêd ku Kur bixwaze wanva Bavê bide naskirinê” (Lûqa 10:22).

Îsa bi kamilî hunurên Xwedê eyan dike. Îsa gelek rind çev dida hunurên Bavê xwe. Ewî got: “Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye” (Yûhenna 14:9). Îsa meriv berbi Xwedê dianî, bi vê yekê ku hizkirina Bavê xwe bi gilî û kirên xwe eyan dikir. Ewî got: “Tenê pê min yek dikare bê cem Bavê” (Yûhenna 14:6). Ewî usa jî got: “Yêd rast dihebînin wê bi ruh û rastiyê Bavê bihebînin, çimkî Bav yêd aha dihebînin digere” (Yûhenna 4:23). De bide hesabê xwe, wekî Yehowa mîna te digere wan meriya, kîjan ku dixwazin rastiyê derheqa wî pêbihesin.