Li Gora Metta 28:1-20

  • Îsa ji mirinê tê rakirinê (1-10)

  • Pere eskerara tê dayînê, wekî derewa bikin (11-15)

  • Temî ku meriva bikine şagirt (16-20)

28  Pey Şemiyêra,* sibehê zû roja pêşin ya heftiyê, Meryema Megdelanî û Meryema din hatin, seva ku tirbê binihêrin.  Wêderê erdhejeke mezin bibû, çimkî melekê Yehowa ji ezmên hatibû xwarê, kevirê ber tirbê dabû alîkî û ser rûniştibû.  Rûva ew mîna birûskê bû, û kincên wî mîna berfê sipî bûn.  Nobedar ji tirsa wî, lerizîn û rengê wan bû mîna rengê miriya.  Lê melek van kulfetara got: “Netirsin! Ez zanim hûn Îsayê ku ser stûnê hate dardakirinê, digerin.  Ew vira nîne. Çawa ku ewî gotibû, ew ji mirinê hatiye rakirinê. Werên wî ciyê ku ciniyazê wî bû, binihêrin.  Paşê zû herin bal şagirtên wî û wanra bêjin: ‘Ew ji mirinê hatiye rakirinê û pêşiya we diçe Celîlê. Hûnê wî wêderê bivînin’. Ev e çi jî min dixwest wera bigota”.  Ev kulfet bi tirs û şabûneke mezin bi lez ji tirbê derketin çûn, wekî her tiştî şagirtara gilî kin.  Û va Îsa rastî wan hat û got: “Silav li we!” Ewana nêzîkî wî bûn, xwe avîtine nigên wî û serê xwe ber wî danîn. 10  Hingê Îsa wanra got: “Netirsin! Herin û her tiştî birên minra bêjin, wekî ewana herin Celîlê û wêderê wê min bivînin”. 11  Gava ev jin hê rêda bûn, hine nobedar çûn bajêr û tiştên ku qewimîbûn serokên kahînara gilî kirin. 12  Serokên kahîna jî tevî rûspiya top bûn, hev şêwirîn, paşê gelek zîv dane eskera, 13  û wanra gotin: “Bêjin: ‘Şev, gava em razayî bûn, şagirtên wî hatin û ciniyazê wî dizîn’. 14  Û hergê ev xeber bigihîje guhê welî, hûn qe xem nekin. Emê her tiştî wîra şirovekin”.* 15  Wana ev zîv hildan û çawa ku wanra gotibûn, usa kirin. Û ev derewî heta roja îro nava Cihûyada bela bûye. 16  Her 11 şagirt jî çûne Celîlê, ser wî çiyayê ku Îsa wanra gotibû. 17  Gava wana ew dît, ber wî ketine ser çoka. Lê hinek ji wan dudilî bûn gelo ew Îsa ye. 18  Îsa nêzîkî wan bû û wanra got: “Minra hemû hukum hatiye dayînê li ser ezmên û li ser erdê. 19  Lema jî herin, merivên ji hemû mileta bikine şagirtên min û wana bi navê Bav, Kur û ruhê pîroz binixumînin, 20  û hîn kin, wekî ew hemû temiyên ku min dane we, bînin sêrî. Û ezê her roj, heta rojên xilaziyêye* vê dinyayê tevî we bim”.

Спартьн

Ev roj bona Cihûya roja rihetiyê bû.
Yan “wî razî kin”.
Yan “rojên paşin”.