Derbazî serecemê

Çima ser Îsa tê Gotinê Kurê Xwedê?

Çima ser Îsa tê Gotinê Kurê Xwedê?

Caba Kitêba Pîroz

 Kitêba Pîrozda, gelek car ser Îsa tê gotinê “Kurê Xwedê” (Yûhenna 1:49). Ev yek îzbat dike, wekî Xwedê jîyîn daye Îsa, çimkî ew Efirandar û Jîyîndarê her tiştî ye (Zebûr 36:9; Eyantî 4:11). Kitêba Pîroz hîn nake, wekî Îsa bi vî cûreyî kurê Xwedê bû, çawa ku zar ji bav diya xwera dibe.

 Kitêba Pîrozda ser meleka jî tê gotinê “lawên Xwedê” (Îbo 1:6). Kitêba Pîroz usa jî ser merivê pêşin Adem dibêje “kurê Xwedê” (Lûqa 3:38). Îsa efrînê Xwedêyî pêşin bû, kîjan ku Xwedê bi destê xwe efirandibû. Lema jî ser wî tê gotinê Kurê Xwedêyî tayê-tenê.

 Gelo Îsa pêşiya ku ser erdê bihata bûyînê, ser ezmên dijît?

 Belê. Pêşiya ku Îsa ser erdê bihata bûyînê, ew ser ezmên ça kesê ruhanî bû. Îsa got: “Ez ji ezmên hatime xwarê” (Yûhenna 6:38; 8:23).

 Xwedê pêşiya her tiştî Îsa efirand. Kitêba Pîrozda derheqa Îsa tê gotinê:

  •   “Ew . . . Nixuriyê Xwedê ye, ser hemû efrînara” (Kolosî 1:15).

  •   Ew e “çevkaniya [destpêka, DT] efirîn û xuliqiyên Xwedê” (Eyantî 3:14).

 Kitêba Pîrozda derheqa Îsa hatiye pêxembertîkirinê, ku “derketina wî ji demên kevin, ji rojên berê ye” (Mîxa 5:2; Metta 2:4-6).

 Gelo pêşiya ku Îsa bihata ser erdê, ewî çi dikir?

 Îsa ser ezmên ciyê bilind digirt. Duayê xweda Îsa derheqa ciyê xwe usa got: “Bavo, bi wê rûmeta mine ku hê berî efirandina dinyayê li cem te hebû niha min rûmet ke li ber xwe” (Yûhenna 17:5).

 Îsa efirandinêda alî Bavê xwe dikir. Îsa tevî Xwedê, ça hoste şixulkarî dikir (Metelok 8:30). Usa jî Kitêba Pîrozda derheqa Îsa tê gotinê: “Bi destê wî her tiştên li erd û ezmana efirîne” (Kolosî 1:16).

 Xwedê bi alîkariya Îsa, her tişt efirand, çawa melek usa jî temamiya gerdûnê (Eyantî 5:11). Şixulkariya Xwedê tevî Îsa, mîna vê yekê bû, çawa arxîtêktor tevî avakar şixulkariyê dike. Arxîtêktor avayê neqiş dike, lê avakar ava dike.

 Ew hebû Xeber. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî pêşiya ku Îsa bihata ser erdê, ser wî dihate gotinê “Xeber” (Yûhenna 1:1). Ev yek dide kifşê, wekî Xwedê bi Îsa rêberî dida meleka.

 Îsa ser erdê Xebervanê Xwedê bû, dêmek Xwedê bi Îsa tevî meriva xeber dida. Dibe ku Xwedê bi saya Îsa baxçê Êdênêda Adem û Hêwayêra rêberî dida (Destpêbûn 2:16, 17). Him jî diqewime beriyêda jî Xwedê bi saya Îsa rêberiya cimeta xweye Îsraêl dikir, û ew dengê ku cimetê dibihîst, dibeke dengê Îsa bû (Derketin 23:20-23). a

a Xwedê xêncî “Xeber” lawên xweye din jî dida xebatê ku meriyara xeber de. Mesele, çaxê Xwedê Qanûn dida cimeta xweye Îsraêl ewî melekên din jî dida xebatê (Karên Şandiya 7:53; Galatî 3:19; Îbranî 2:2, 3).