Li Gora Metta 2:1-23

  • Hatina steyrnasa (1-12)

  • Malbeta Ûsiv direve li Misirê (13-15)

  • Hêrodes kurên biçûk dide kuştinê (16-18)

  • Malbeta Ûsiv vedigere li bajarê Nisretê (19-23)

2  Îsa rojên Hêrodes Padşada li Beytlehma Cihûstanê hate bûyînê. Paşê, steyrnas ji Rohilatê hatin Orşelîmê  û pirsîn: “Padşê Cihûya ku hatiye bûyînê, ku ye? Gava em li Rohilatê bûn, me steyrka wî dît, û em hatin wekî serê xwe li ber wî daynin”.  Gava Hêrodes Padşa ev yek bihîst, tevîhev bû û temamiya Orşelîmê jî pêra.  Ewî hemû serokên kahîna û qanûnzan tevayî top kirin û ji wan pirsî: “Mesîh kîderê gerekê bihata bûyînê?”  Wana wîra got: “Li Beytlehma Cihûdayê, çawa ku pêxember nivîsiye:  ‘Û tu, ya Beytlehma li welatê Cihûdayê, tu ber çevê serwêrên Cihûdayê bajarekî bêqîmet nînî, çimkî ji te wê rêberek derkeve û wê şivantiyê cimeta min Îsraêlê bike’”.  Paşê Hêrodes dizîkava gazî steyrnasa kir û ji wan pêhesiya ku steyrk kengê xuya bû.  Ewî ew şandin Beytlehmê û wanra got: “Herin û vê zarê rind bigerin. Gava we ew dît, elamî min bikin, wekî ez jî herim û serê xwe li ber wî daynim”.  Gava wana guh da padşê, rê ketin. Ew steyrka ku wana li Rohilatê dîtibû, pêşiya wan diçû û ser wî ciyî sekinî, kîderê ku zarok bû. 10  Gava wana dît ku steyrk sekinî, gelek şa bûn. 11  Û çaxê ewana ketine hindurê malê, wana zar li cem diya wî Meryemê dît û ketin ser çoka, serê xwe li ber wî danîn. Wana zêr, bixûr û rûnê bînxweş derxist û pêşkêşî wî kirin. 12  Lê çimkî wana xewnêda ji Xwedê temî stand ku venegerin bal Hêrodes, ewana rêke dinra vegeriyane welatê xwe. 13  Paşî çûyîna steyrnasa, melekê Yehowa xewnêda Ûsivra xuya bû û got: “Rabe, vê zarê û diya wî hilde û bireve Misirê. Wêderê bimîne heta ku ez tera nebêjim vegere, çimkî Hêrodes vê zarê digere û dixwaze wî bikuje”. 14  Ûsiv jî rabû, wê şevê zar û diya wî hildan, çû Misirê, 15  û heta mirina Hêrodes wêderê ma. Bi wî awayî, hate sêrî xebera ku Yehowa bi pêxemberê xwe gotibû: “Ji Misirê min gazî kurê xwe kir”. 16  Gava Hêrodes fem kir ku ew aliyê steyrnasada hatiye xapandinê, qayîm hêrs ket. Ewî ferman da wekî li Beytlehmê û der-dorê wê, hemû kurên du salî û ji wan biçûktir bêne kuştinê. Ev sal Hêrodes ji giliyên steyrnasa fem kir. 17  Hingê ev gotina Yêremya pêxember hate sêrî: 18  “Ramayêda dengê girî û şîna giran hat bihîstin. Ew Rahêl bû, ku şîna zarên xwe dikir, û ewê nedixwest ber dilê wêda bên, çimkî îda zarên wê nemabûn”. 19  Paşî mirina Hêrodes, melekê Yehowa li Misirê xewnêda Ûsivra xuya bû 20  û got: “Rabe, tevî zarê û diya wî vegere welatê Îsraêlê, çimkî yên ku dixwestin zarê bikujin, îda mirine”. 21  Ew jî rabû, tevî zarê û diya wî vegeriya welatê Îsraêlê. 22  Lê gava Ûsiv bihîst ku Arxêlayo dewsa bavê xwe Hêrodes bûye serwêrê Cihûstanê, tirsiya here wêderê. Him jî, ewî xewnêda aliyê Xwedêda temî standibû, wekî here herêma Celîlê. 23  Gava ew gihîşte wêderê, li bajarekî bi navê Nisret cîwar bû, wekî ev gotina pêxembera bê sêrî: “Ser wî, wê yê Nisretî bê gotinê”.

Спартьн