Li Gora Lûqa 3:1-38

  • Destpêka xizmetiya Yûhenna (1, 2)

  • Yûhenna meriva berbi nixumandinê hêlan dike (3-20)

  • Nixumandina Îsa (21, 22)

  • Rikinyata Îsa Mesîh (23-38)

3  Panzdeh saliya serwêrtiya Tîberyoyê Qeyserda, Pontiyo Pîlato weliyê Cihûstanê bû, Hêrodes* serwêrê herêma Celîlê bû, birê wî Fîlîpo serwêrê herêma Îtûryayê û Traxonîtiyê bû, û Lûsanyas serwêrê herêma Avêlînyayê bû.  Rojên Qeyafa û serokê kahîna Henanda, Yûhennayê kurê Zekerya, beriyêda ji Xwedê xeber stand.  Hingê Yûhenna li temamiya der-dorê Ûrdunê digeriya. Ewî merivara digot, wekî tobe kin û vê yekê bi nixumandinê nîşan kin, seva ku gunên wan bêne baxşandinê.  Çawa ku kitêba Îşaya pêxemberda hatiye nivîsarê: “Beriyêda kesek bi dengê bilind dike gazî: ‘Riya Yehowa hazir kin! Riyên wî rast kin.  Gerekê her newal bê tijekirinê û her çiya û tepe bêne nimizkirinê. Gerekê riyên xil-xar bêne rastkirinê û riyên kevirî bêne dûzkirinê.  Û hemû meriv wê wî bivînin, bi saya kîjanî Xwedê wê xilazkirinê bide’”.  Gava elalet dihate bal Yûhenna, wekî ew wana binixumîne, ewî wanra digot: “Hey zureta* merên jerdar, kî wera gotiye wekî hûn dikarin ji xezeba Xwedê ya ku tê, birevin?  De bi kirên xwe nîşan kin, ku hûn tobe dikin.* Dilê xweda nebêjin: ‘Birahîm bavê me ye’. Ez wera dibêjim, ku Xwedê dikare ji van kevira jî Birahîmra zara çêke.  Erê, balte îda li ber koka dara ye. Her dara ku berên baş nade, wê bê birînê û avîtinê nava agir”. 10  Û elaletê ji wî dipirsî: “Îja em gerekê çi bikin?” 11  Ewî wanra digot: “Du dest kincê* kê hene, bira yekî bide wî, yê kê tune. Û xurekê kê heye bira dîsa usa bike”. 12  Heta xercgir jî dihatin ku bêne nixumandinê, û wîra digotin: “Dersdar, em gerekê çi bikin?” 13  Ewî wanra digot: “Çiqas ji we tê xwestinê, ji wî zêdetir xerc dewa nekin”. 14  Eskera jî ji wî dipirsî: “Lê em gerekê çi bikin?” Ewî jî wanra got: “Bi zordariyê pera ji xelqê nestînin û şera nevêjine wan, lê bi heqê xwe razî bin”. 15  Meriv hîviya Mesîh bûn û wana dilê xweda ser Yûhenna usa digot: “Dibeke ew e Mesîh?” 16  Yûhenna caba hemûya da: “Ez we bi avê dinixumînim, lê yê ku paşî min tê, ji min qewattir e, û ez nehêja me ku çarixên wî bêxim.* Ewê we bi ruhê pîroz û bi agir binixumîne. 17  Haceta* wî destê wîda ye, seva ku bêdera* xwe bi temamî paqij ke. Ewê genim embara xweda top ke û kayê bişewitîne bi agirê ku natemire”. 18  Ewî usa jî gelek şîret didane meriva û mizgînî bela dikir. 19  Lê serwêrê herêmê Hêrodes, ji bo Hêrodiya jina birê xwe û hemû kirên xweyî xirab, aliyê Yûhennada hate sûcdarkirinê. 20  Hêrodes serda xirabîke din jî kir, ku Yûhenna avîte kelê. 21  Gava temamiya cimetê hate nixumandinê, Îsa jî hate nixumandinê. Çaxê ewî dua dikir, ezman vebû, 22  û ruhê pîroz mîna kevotkekê dakete ser wî û dengek ji ezmên hat: “Tu yî Kurê minî delal, yê ku dilê min şa dike”. 23  Çaxê Îsa destpêkir xizmet bike, ew weke 30 salî bû. Çawa meriv difikirîn, ew dihate hesabêkurê Ûsiv,kurê Helî, 24  kurê Metat,kurê Lêwî,kurê Melk,kurê Yanay,kurê Ûsiv, 25  kurê Metêtiya,kurê Amos,kurê Nehûm,kurê Heslî,kurê Necay 26  kurê Mehat,kurê Metêtiya,kurê Şêmeyîn,kurê Yûsêx,kurê Yoda, 27  kurê Yûhenan,kurê Rêşa,kurê Zerûbabel,kurê Şaltiyêl,kurê Nerî, 28  kurê Melk,kurê Adî,kurê Kosam,kurê Êlmedam,kurê Er, 29  kurê Îsa,kurê Eliyezer,kurê Yorîm,kurê Metat,kurê Lêwî, 30  kurê Şimhûn,kurê Cihûda,kurê Ûsiv,kurê Yonam,kurê Êliyakîm, 31  kurê Melya,kurê Mena,kurê Metêta,kurê Natan,kurê Dawid, 32  kurê Yêşa,kurê Obêd,kurê Bowaz,kurê Salmon,kurê Nehşon, 33  kurê Amînadab,kurê Arnî,kurê Hesrûn,kurê Pêrês,kurê Cihûda, 34  kurê Aqûb,kurê Îshaq,kurê Birahîm,kurê Têrah,kurê Nahor, 35  kurê Serûx,kurê Rêwo,kurê Pêlêg,kurê Eber,kurê Şalah, 36  kurê Qênan,kurê Arpexşad,kurê Sem,kurê Nuh,kurê Lamex, 37  kurê Metûşela,kurê Henox,kurê Yarêd,kurê Mahalalêl,kurê Qênan, 38  kurê Enoş,kurê Sêt,kurê Adem,kurê Xwedê.

Спартьн

Dêmek Hêrodes Antîpas.
Yan “çêjik”.
Raste-rast “berên layîqî tobekirinê bînin”.
Yan “kincê zêde”.
Raste-rast “benên çarixên wî vekim”.
Dêmek melheb.
Dêmek ciyê ku genim ji kayê tê veqetandin.