Here Naverokê

Here naverokê

Ew bi Dilxwazî Xizmet Dikin – li Madagaskarê

Ew bi Dilxwazî Xizmet Dikin – li Madagaskarê

PÊŞENGEKE 27 salî ya bi navê Sylviana wisa dibêje: “Hin hevalên min çûne cihên ku li wê derê pêşeng lazim in. Gava min serpêhatiyên wan dibihîstin, min jî dixwest wek wan bim, lê ez ditirsiyam ku ez nikarim xizmeteke wisa bikim.”

Gelo tu jî dixwazî herî cihekî hewcedarî mizgînvanên Padîşahiyê, lê bi temamî ne bawer î ku tu dikarî bigihîjî vê armancê? Eger wisa be, cesareta xwe winda neke! Bi alîkariya Yehowa, bi hezaran xwişk û birayên me serî bi astengên xwe re derxistiye û xizmeta xwe zêde kiriye. Yehowa riya wan çawa vekiriye? Ji bo cewaba vê pirsê, bila em li Madagaskarê binêrin – giraveke ku ji aliyê mezinahiyê ve girava çaran e.

Di nava deh salên borî de, zêdetirî 70 mizgînvan û pêşengên ji 11 welatan * hatine Madagaskarê. Ji xeynî wan, gelek mizgînvanên herêmî jî bi dilxwazî çûne cihên din ji bo ku ew mizgîna Padîşahiyê li vê girava mezin belav bikin. Bila em hinek ji wan nas bikin.

WAN ÇAWA SERÎ BI TIRS Û BÊCESARETIYÊ RE DERXISTIYE?

Perrine û Louis

Louis û Perrine, coteke ser 30 salî, ji Fransayê hatine Madagaskarê. Wan bi salan dixwest xizmeta xwe berfirehtir bikin û herin xerîbiyê, lê Perrine dudilî bû. Ew wisa dibêje: “Ez ditirsiyam ku herim cihekî nenas. Ji min re zor dihat ku ez dev ji malbata xwe, civata xwe, mala xwe, derdora xwe û nîzama xwe berdim. Bi eslê xwe, problema herî mezin, tirsa min bû.” Li sala 2012an, Perrine’ê cesareta xwe top kir û tevî zilamê xwe Louis hat Madagaskarê. Perrine niha li ser vî qerarî çawa dinêre? Ew wisa dibêje: “Niha ez fehm dikim ku Yehowa çi qas alî me kiriye, û ev yek bi rastî baweriya min xurt dike.” Louis jî wisa dibêje: “Gava em li Madagaskarê cara pêşîn çûbûn Bîranînê, 10 xwendekarên me jî hatin!”

Gava problem derdiketin, çi alî wan dikir ku ew karibin li wê derê bimînin? Wan dua dikir ku Yehowa qewetê bide wan ku ew karibin berdewam bikin (Flp. 4:13). Louis wisa dibêje: “Yehowa bi rastî li gor duayên me kiriye û ‘aştiya Xwedê’ xistiye dilê me. Ve yekê alî me kiriye ku em bala xwe bidin bextewariya xizmetê. Wekî din, hevalên meyen li Fransayê ji me re e-peyam û name dişandin ku em cesarata xwe winda nekin” (Flp. 4:6, 7; 2. Kor. 4:7).

Yehowa sebra Louis û Perrine’ê bibereket kiriye. Louis wisa dibêje: “Li sala 2014an, li meha Cotmehê, em ji bo Kursa Kitêba Pîroz ji bo Jin û Mêran * çûn Fransayê. Emê vê xelata Yehowa qet ji bîr nekin!” Piştî mezûniyetê, ew pir dilşad bûn ku ew dîsa hatin şandin Madagaskarê.

“EMÊ BI WE PIR SERBILIND BIBIN!”

Nadine û Didier

Gava Didier û Nadine hatin Madagaskarê, emrê wan ser 50 salî bû. Didier wisa dibêje: “Em di ciwantiya xwe de pêşeng bûn, û paşê me sê zarok mezin kirin. Çaxa zarok êdî gihîştî bûn, em fikirîn ku ka em dikarin li welatekî din xizmet bikin an na.” Nadine wisa dibêje: “Gava ez difikirîm ku ezê ji zarokên xwe dûr bikevim, ez gelek dilteng dibûm. Lê zarokan ji me re digot: ‘Eger hûn ji bo xizmetê herin xeribiyê, emê bi we pir serbilind bibin!’ Gotinên wan cesaret da me ku em herin welatekî din. Rast e, niha em ji zarokên xwe pir dûr in, lê em dîsa jî kêfxweş in ku em her tim dikarin bi wan re sohbet bikin.”

Elimîna zimanê Malagasî ji bo Didier û Nadine’ê ne hêsan bû. Nadine bi kenekê wisa dibêje: “Em êdî ne 20 salî ne.” Ew çawa bi ser ketin? Serê pêşîn, ew diçûn civateke bi zimanê Fransî. Gava ew êdî dikaribû ji bo elimînê zêdetir wext xerc bikin, ew derbasî civateke bi zimanê Malagasî bûn. Nadine wisa dibêje: “Gelek mirovên ku em di xizmetê de li wan rast tên, ji kursa Kitêba Pîroz hez dikin. Ew pir caran ji me re spas dikin ku em bi wan re eleqedar dibin. Ewilî, min digot qey ev xewn e. Li vir, şixulê pêşengiyê pir kêfê dide min. Gava ez sibehê hişyar dibim, ez ji xwe re dibêjim: ‘Çi qas xweş e – îro ezê herim xizmetê!’”

Gava Didier dest bi elimîna zimanê Malagasî kir, ew li kîjan zorahiyan rast hat? Didier dikene û wisa dibêje: “Carekê min civînek îdare dikir, lê min cewabên xwişk û birayan fehm nedikirin. Min tenê digot ‘gelek spas’. Gava xwişkek cewaba xwe da û min ji wê re spas kir, yên ku piştî wê rûdiniştin bi destên xwe îşaret kir ku cewaba wê şaş bû. Loma min zû fersend da ku birayek cewaba rast bide – yanî ez hêvîdar im ku cewaba wî rast bû.”

WÎ DAWET BI DIL Û CAN QEBÛL KIR

Li civîneke mezin a li sala 2005an, Thierry û pîreka wî Nadia piyeseke bi temaya “Bikeve Pey Armancên ku Hurmetê Didin Xwedê” temaşe kir. Ev piyes, der heqê Tîmotêyos de bû. Dilê Thierry û Nadiayê pir tesîr girt, û wan êdî dixwest li cihekî hewcedar xizmet bikin. Thierry wisa dibêje: “Piştî piyesê, gava me li çepikan dixist, min ji pîreka xwe wisa pirsî: ‘Emê herin ku derê?’ Pîreka min got ku ev fikir ket dilê wê jî.” Pir wext derbas nebû ku wan hin gav avêtin ku ew bigihîjin armanca xwe. Nadia wisa dibêje: “Me tiştên xwe hêdî hêdî kêm dikirin, heta ku tenê çar bawulên me man.”

Aliyê çep: Nadia û Marie-Madeleine; Aliyê rast: Thierry

Li sala 2006an, ew hatin Madagaskarê. Ji destpêkê ve, wan ji xizmeta xwe pir kêf distend. Nadia wisa dibêje: “Gava em bi însanan re sohbet dikin, em pir dilşad dibin.”

Lê şeş sal piştî vê, problemek derket meydanê: Dayika Nadiayê Marie-Madeleine, a ku li Fransayê dijiya, ket erdê û hem serê xwe birîn kir hem jî milê xwe şikenand. Piştî ku Thierry û Nadiayê rizaya doktorê Marie-Madeleine’ê stend, wan dayika xwe dawet kir ku ew were Madagaskarê û li cem wan bimîne. Her çi qas ew 80 salî bû jî, wê ev dawet bi dil û can qebûl kir. Marie-Madeleine der heqê jiyana li xerîbiyê çi difikire? Ew wisa dibêje: “Carinan ji min re zor tê ku ez hînî jiyana vira bibim. Lê belê qewet û hunerên min her çi qas kêm bin jî, ez dikarim heta ku ji destê min tê civatê destek bikim. Bi ser de, ji ber ku ez niha li vir dijîm, zarokên min dikarin xizmeta xwe berdewam bikin.”

“YEHOWA ALÎ MIN KIR”

Riana gotareke bi zimanê Tandroy pêşkêş dike

Birayekî me Riana 22 salî ye. Ew li Alaotra Mangoroyê – herêmeke berdar a li rojhilata Madagaskarê – mezin bûbû. Ew li mektebê pir serkeftî bû, û wî dixwest here zanîngehê. Lê piştî ku ew Kitêba Pîroz elîmî, fikra wî guherî. Ew wisa dibêje: “Min xîret kir ku ez zû mezûn bim, û min soz da Yehowa ku eger ez di îmtihana xwe ya dawîn de serkeftî bim, ezê dest bi pêşengiyê bikim.” Piştî mezûniyetê, wî sozê xwe anî cih. Riana tevî pêşengekî din ket malekê, ji xwe re îşekî nîvrojî dît û dest bi pêşengiyê kir. Ew wisa dibêje: “Ev qerarê minî herî baş bû.”

Merivên Riana fehm nedikir ku ew çima nakeve pey dewlemendiyê. Riana wisa dibêje: “Bavê min, apê min û xaltiya bavê min ez teşwîq dikirim ku ez herim zanîngehê. Lê min nedixwest dev ji pêşengiyê berdim.” Pir wext derbas nebû ku Riana dixwest here cihekî hewcedar. Çima? Ew wisa dibêje: “Diz ketibûn mala me û gelek tiştên min dizîbûn. Seba vê, gotinên Îsa ketin bîra min. Wî gotibû ku gerek em ‘xezîneyan li ezmên bicivînin’. Min qerar da ku ez zêdetir bikevim pey xezîneyên ruhî” (Met. 6:19, 20). Riana çû başûrê Madagaskarê, cihekî şorax û 1.300 km dûrî warê xwe. Li wê derê, miletê Antandroy heye. Lê ew çima çû wê derê?

Mehek beriya ku diz ketin mala wî, Riana tevî du mirovên Antandroy dest bi kursa Kitêba Pîroz kiribû. Ew çend peyvên zimanê wan elimîbû û xemgîn bû ji ber ku gelek mirovên Antandroy mizgîna Padîşahiyê hê nebihîstiye. Ew wisa dibêje: “Min dua dikir ku Yehowa alî min bike ku ez karibim mala xwe bar bikim herêma bi zimanê Tandroy.”

Piştî ku Riana çû wê derê, problemek derket. Wî nikaribû ji xwe re îşekî bibîne. Zilamekî ji wî re wisa got: “Tu li vir çi dixwazî? Ji bo xebatê, mirov ji vir diçin cihê ku tu jê hatiye!” Du heftî bi şûn de, Riana çû civîneke mezin. Pereyê wî nemabû, û wî nizanibû ku çi bike. Lê li roja dawîn a civîna mezin, birayekî pere xist berîka Riana. Bi vî pereyî, wî karibû vegere herêma Antandroyê û wek mastfiroş dest bi îşekî biçûk bike. Riana wisa dibêje: “Yehowa li wexta rast alî min kir. Bi saya vê, min dikaribû xizmeta xwe berdewam bikim û alîkariya wan kesan bikim, ên ku der heqê Yehowa de hê nebihîstibû.” Li civatê jî pir şixul hebû. Riana wisa dibêje: “Lazim bû ku ez her du hefte carekê gotaran pêşkêş bikim. Yehowa bi teşkîlata xwe ez perwerde dikirim.” Riana heta îro mizgînê dide mirovên ku bi zimanê Tandroy dipeyivin û dixwazin Yehowa nas bikin.

NÎMETÊN JI ‘XWEDAYÊ HEQ’

Yehowa ji me re dibêje ku kesên ku li nîmetan digerin wê ji aliyê ‘Xwedayê heq’ ve bên bibereket kirin (Îşa. 65:16). Eger em xîret bikin ku em serî bi tengahiyan re derxînin ku em xizmeta xwe zêde bikin, emê bereketa Yehowa bibînin. Mesela, Sylviana, a ku li serê vê meqaleyê derbas bû, ditirsiya ku ew nikare here cihekî hewcedar. Ew çima wisa difikirî? Ew wisa dibêje: “Lingê minî çep, ji lingê minî rast nêzikî 9 cm kintir e. Loma ez dikulim û zû dibetilim.”

Sylviana (çep) û Sylvie Ann (rast) tevî Doratine’ê li roja bin av bûna wê

Dîsa jî, li sala 2014an, Sylviana tevî Sylvie Ann, pêşengeke ciwan a ji civata wê, çûn gundekî biçûk, ê ku 85 km ji bajarê wan dûr e. Ji bo Sylvianayê çi qas zor bû jî, xeyala wê êdî hatibû cih, û wê gelek nîmet stendin. Ew wisa dibêje: “Piştî ku min tenê salekê li wê derê xizmet kiribû, Doratine, dayikeke ciwan a ku min pê re kursa Kitêba Pîroz îdare kiribû, li civîna yekrojî hat bin av kirin.”

“EZ Ê ALÎ TE BIKIM”

Wek em ji gotinên bawerdar ên van dilxwazên xerîbiyê fehm dikin, eger em xîret bikin ku em serî bi problemekê re derxînin da ku em karibin xizmeta xwe zêde bikin, emê xwe bi xwe bibînin ku sozê Yehowa bê cih: “Ez ê te zexm bikim; belê, ez ê alî te bikim” (Îşa. 41:10). Di netîceyê de, dostiya me bi Yehowa re wê hê jî saxlemtir bibe. Wekî din, eger em bi dilxwazî xizmet bikin – li welatê xwe an jî li welatekî din – ev yek wê me ji bo şixulê dinyaya nû hazir bike. Wekî ku Didier – ê ku me behsa wî kiribû – dibêje: “Xizmeta li cihekî hewcedar me ji bo îstiqbalê rind perwerde dike!” Bila zêdetir karkerên dilxwaz zû bi zû dest bi vê perwerdeyê bikin!

^ par. 4 Dilxwazên xerîbiyê ji Kanada, Çekya, Fransa, Almanya, Guadelûp, Lûksembûrg, Kaledonyaya Nû, Swêd, Swîsre, Îngiltere û Amerîkayê hatine.

^ par. 8 Li şûna vê kursê, niha Kursa Mizgînvanên Padîşahiya Xwedê heye. Mizgînvanên tamrojî, yên ku li welatên din xizmet dikin û ji bo kursê tên munasîb dîtin, dikarin li welatê xwe an jî li welatekî din herin kurseke bi zimanê xwe.