Here Naverokê

Here naverokê

Alisa

Ew bi Dilxwazî Xizmet Dikin: Li Tirkiyeyê

Ew bi Dilxwazî Xizmet Dikin: Li Tirkiyeyê

ŞAGIRTÊN ÎSA di qirna yekê de her tişt dikir, ku “mizgîniya Padîşahiyê” bigihîje gelek mirovan (Met. 24:14). Hinek ji wan ji bo vê yekê hela hê di welatên xerîb de jî çûbûn. Besa xeberê, Pawlosê şandî çû wî cîyî, kîderê ku îroyîn Tirkiyê ye. Li wêderê dema rêwîtiya xweye çawa mizgînvanê wezîfedar, wî bi xîret Mizgîn belav dikir. * Paşî weke 2.000 sala, di sala 2014an de, di Tirkiyê de bona belavkirina mizgînê dîsa kampanya mezin destpêbû. Lê gelo çima ev kampanya hate sazkirinê? Û kê di nava vê kampanyayê de bû?

“EV ÇI DIQEWIME?”

Di Tirkiyê de 2.800 zêdetir mizgînvan hene, lê hejmara mirovan wêderê 79 mîlyon e. Ev tê hesabê ku ji weke 28.000 mirovan 1 mizgînvan e. Belê, eyan e ku şixul gelek e, lê mizgînvan hindik in û pêra nagihînin ji gelek mirovan re mizgînê belav kin. Û mexseda vê kampanyê hema ev bû ku di demekî kin de gelek mirov mizgînê bibihîzin. Weke 550 mizgînvan ku li ser zimanê Tirkî xeber didin, ji welatên mayîn hatin Tirkiyê û dema kampanyê tevî mizgînvanên wêderê xizmet dikirin. Gelo ev kampanya çi feyde anî?

Şahîdiya mezin hate dayînê. Civateke Stembolê nivîsî: “Çaxa mirovan em didîtin, wana ji me dipirsîn: ‘Wira civata weye mezine mexsûs derbas dibe? Em we, Şahidên Yehowa, hemû ciyan dibînin!’” Civatekê jî, ji şeherê Îzmîrê nivîsî: “Mêrikek ku di ciyê taksiyan de dixebitî, nêzîkî kalê civata wê mihalê bû û ji wî pirsî: ‘Ev çi diqewime? Çawa ez divînim, we şixulê xwe hê mezin kiriye?’” Belê, ev kampanya kete çavan!

Steffen

Xwişk-birên ku ji welatên xerîb hatin, ji vê kampanyê şabûneke mezin standin. Stêfên, yê ku ji Denmarkê ye, got: “Her roj, min ji wan mirovan re Mizgîn digot, ên ku qe der heqê Yehowa de nebihîstibûn. Min bi rastiyê jî ji mirovan re navê Yehowa dida naskirinê”. Jean-David ku ji Fransayê ye, nivîsî: “Me ser kûçekê bi sihetan xizmet dikir. Ew wisa baş bû! Heçî zehf mirov der heqê Şahidên Yehowa de nizanibûn. Dikarim bêjim, ku ber her derîkî, me tevî xwediyê malê xeber dida, vîdeo nîşan dikir, û weşan jî dihîşt”.

Jean-David (di ortê de)

Di nava du heftiyan de, 550 mizgînvan ku bona kampanyê hatibûn Tirkiyê, weke 60.000 weşan belav kirin! Belê, evê kampanyayê bi rastî jî şahîdiya mezin da.

Mizgînvan hê xîret bûne. Ev kampanya mexsûs, gelek baş teşwîq bû li ser xwişk-birên Tirkiyê. Gelek ji wana xwe re mexsed danîn ku xizmet kin çawa xizmetkarên tamroj. Û bi rastî jî di nava 12 mehan de paşî vê kampanyê, hejmara pêşenga li Tirkiyê de ser 24 selefa zêde bû.

Şirin

Ev xwişk-birên ku ji welatên xerîb hatibûn, dibêjin ku çawa ev kampanya li ser xizmeta wan bandor bû çaxa ew vegeriyan welatên xwe. Şirin, xwişkeke ji Almanyayê, nivîsî: “Xwişk-birên ji Tirkiyê neformal gelek hêsa xizmet dikirin. Lê min şerm dikir û loma ji min re zor bû neformal mizgînê belav kim. Lê spas ji vê kampanya mexsûs re, wisa jî nimûneya xwişk-biran û gelek dua alî min kirin, ku min karibû evê yekê bikim. Min hela hê di mêtroyê de jî der heqê mizgînê de tev mirovan xeber dida û belavok jî belav dikirim! Niha ez êdî şerm nakim çawa berê”.

Johannes

Johannes yê ku ji Almanyayê ye, got: “Ez ji bo xizmeta xwe, ji xwe re dersan dielimîm. Xwişk-birên Tirkiyê çiqas dikaribûn ji gelek mirovan re der heqê rastiyê de digotin. Wana tu mecal bernedidan. Min jî bona xwe mexsed danî ku çav bidime wan, çaxa vegerim Almanyayê. Û niha ez hê zêde ji mirovan re mizgînê belav dikim, ne ku berê”.

Zeynep

Zeynep ku ji Fransayê ye wisa got: “Ev kampanya gelek li ser xizmeta min bandor bû. Ev alî min kir ku hê mêrxas bim û hê zêde îtbariya xwe Yehowa bînim”.

Mizgînvan diha nêzîkî hev bûne. Hezkirin û yektî di orta xwişk-birên ji cûre-cûre welatan de, gelek wana dilgerm kir. Jean-David besa kîjan me jorê kir, got: “Me mêvanheziya xwişk-biran ‘tem kir’”. Paşî wan gotinan wî wisa got: “Wana em çawa heval û ferdên xwe qebûl kirin. Deriyên mala wan bona me vekirî bûn. Min zanibû ku em biratiya hemdinyayê ne, û ev yek min gelek car di weşanên me de jî xwendiye. Lê dema vê kampanyê, min cara pêşin pê çavê xwe ev yek dît. Ez hê firnaq bûm ku ez jî di nav cimeta Yehowa de me, û min ji wî re spas dikir bona vî qedirê mezin”.

Claire (di ortê de)

Claire ku ji Fransayê ye, got: “Firqî tune em ji kîjan welatî bûn, Denmarkê, Fransayê, Almanyayê, an jî Tirkiyê, em hemûşk jî malbatek bûn. Tê bêjî Xwedê sînorên orta milet û welatan paqij kir”.

Stéphanie (di ortê de)

Stéphanie ji Fransayê got: “Evê kampanyayê em dielimandin, ku ne ku edet an zimanek me dike yek, lê hezkirina me hindava Yehowa”.

FEYDE PAŞÎ KAMPANYAYÊ

Gelek xwişk-birên ji welatên mayîn xwestin derbasî Tirkiyê bin, ku alîkariyê bidine wî şixulê mezin, kîjan ku gerek hê pêşde here. Gelek êdî derbas bûne, û bi rastî ew gelek qîmet in û hêjayî paya ne.

Besa xeberê, di komekê de ku ji 25 mizgînvanan ye û ji şeher dûr e, gelek sala wêderê tenê kalek bû. Lê bidine ber çavê xwe ku xwişk-bira çiqas şabûn çaxa di sala 2015an de, şeş mizgînvan ji Almanyayê û Holendê derbasî vê komê bûne da ku alîkariyê bidin.

XIZMETKIRIN KÎDERÊ KU HEWCETÎ HEYE

Lê gelo mizgînvan ku ser hin wext derbasî Tirkiyê bûne, çi dibêjin der heqê jiyana wêderê de? Belê, hêsa nîne di welatê xerîb de bijîn, lê çaxa bona alîkariyê derbas dibin, ew gelek kereman distînin. Bala xwe bidine hinekan çi gotin:

Federico

Federico birakî ku zewicî ye, 41 salî ye, ji Îspanyayê derbasî Tirkiyê bûye, dibêje: “Ez dewletî najîm, û ev yek alî min dike ku diha zehf wextê xwe xerc kim bona tiştên herî muhîm”. Ev bira ên din jî teşwîq dike ku gaveke wisa bavêjin. Ew dibêje: “Mutleqe, evê gavê bavêjin. Çaxa tu derbasî welatê xerîb dibî ku alî mirovan bikî Yehowa nas kin, bi rastî tu xwe didî destên wî. Û tu pê çavê xwe divînî ku Yehowa çiqas bona te xem dike”.

Rudy

Rudy birakî ji Holendê, ku zewicî ye, 57 salî ye, dibêje: “Em eşq-şa ne ku li wî cîyî xizmet dikin, kîderê ku cara pêşin em ji mirovan re rastiyê dibêjin. Çaxa em divînin ku mirov çiqas dilşad dibin gava ew rastiyê qebûl dikin, em jî şabûneke mezin distînin”.

Sascha

Sascha, ku 42 salî ye û zewicî ye, ji Almanyayê derbas bûye, dibêje: “Her gav çaxa ez xizmet dikim, ez rastî wan mirovan têm, ên ku cara pêşin rastiyê dibihên. Ez gelek dilşad im ku dikarim ji wan mirovan re der heqê Yehowa de bêjim”.

Atsuko

Atsuko, birê me zewicî ye ku 36-salî ye ji Japonê, dibêje: “Berê min gelek dixwest ku Harmegedon zû bê. Lê çaxa ez derbasî Tirkiyê bûm, min fehm kir ku çima Yehowa hê sebir dike û hîviyê ye, û ez ji wî gelek razî me. Gava ez destê Yehowa di wî şixulî hemdinyayê de divînim, ez hê zêde dixwazim nêzîkî wî bim”.

Alisa, xwişk ji Rûsyayê, dibêje: “Xizmetkirin ji Yehowa re di vî cûrê xizmetê de, alî min kir ku bi temamî tem kim qenciya wî” (Zeb. 34:⁠8). Ew zêde dike: “Yehowa ne ku tenê Bav e bona min, lê wisa jî Dostê minî nêzîk e, û di cûre-cûre derecan de ez wî hê rind nas dikim. Jîyanê min bi şabûnê, bi qewimandinên hewas û bi kereman tije ye!”

“BALA XWE BIDINE ZEVIYAN”

Bi alîkariya vê kampanya mexsûse di Tirkiyê de, Mizgîn gihîşte gelek mirovan. Lê yeke dîsa hene ciyên wisa, kîderê ku Mizgîn hê nehatiye belavkirinê. Mizgînvanên ku derbasî Tirkiyê bûne ku alîkariyê bidin, her roj rastî mirovên wisa tên, ên ku tu car der heqê Yehowa de nebihîstine. Lê hûn dixwazin di cîkî wisa de xizmet kin? Eger erê, em we teşwîq dikin: “Çavên xwe hildin û li zeviyên ku zer bûne, . . . binêrin” (Yûh. 4:35). Hûn dikarin alîkariyê bidin di wan deştan de, kîjan ku “zer bûne”? Eger erê, ji xwe re mexsed daynin û mexseda xwe bînin cih. Û evê yekê bîr nekin: Çaxa hûn alîkariyê bidin ji bo ku Mizgîn bigihîje “heta bi kujê dinyayê”, hûnê gelek û gelek kereman bistînin! (Kar. 1:⁠8)

^ par. 2 Binêrin broşûra bi navê “See the Good Land”, rûp. 32-33.