Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo Çetinayên Aliyê Pera wê Kengê Kuta bin?

Gelo Çetinayên Aliyê Pera wê Kengê Kuta bin?

 Cûre-cûre welatada meriv derdikevin meşa, çimkî aliyê aboriyêda halê welatê wan xirab e. Ev problêmên aboriyêva girêdayî ji bo pandemiya COVID-19 diha xirab bûn, çimkî ji bo karantînê, cûre-cûre kêmasiya tiştên lazim û mêdîsîna xirab, meriv diha dilteng bûn. Evan hemû tişta firqiya orta merivên dewletî û kesîb diha mezin kir.

 Gelo problêmên aboriyêva girêdayî, çi ku me gelek dilteng dikin, wê bêne safîkirinê? Belê. Kitêba Pîroz şirovedike, ku Xwedê wê çi bike, seva ku wan problêma safî ke.

Problêmên aboriyêva girêdayî, kîjan ku Xwedê wê safî ke

 Problêm: Tu sîstêmeke aboriyêye usa tune, kîjan ku hewcên hemû meriya razî ke.

 Safîkirin: Xwedê wê dewsa serwêrtiyên meriva, serwêrtiya xwe kifş ke, dêmek Padşatiya Xwedê. Ew wê ji ezmên ser erdêra serwêrtiyê bike (Daniyêl 2:44; Metta 6:10).

 Axirî: Padşatiya Xwedê, serwêrtiya hemdinyayê ye, lema jî ew wê bi cûrê diha baş problêmên hemû meriya safî ke. Meriv wê tu car kesîbiyêda nejîn û ji bo problêmên aboriyê neçerçirin (Zebûr 9:7-9, 18). Dewsê ewana wê ji keda destê xwe lezetê bistînin, jîyîna wan û neferên wan wê bi bextewariyê tije be. Kitêba Pîroz soz dide: “Wê mala çêkin û lê rûnên, wê reza daynin û fêkiyê wan bixwin. Wê kesên din li malên ku wan çêkirine rûnenên, wê kesên din ji rezên ku wan daniye nexwin” (Îşaya 65:21, 22, ÎM).

 Problêm: Meriv nikarin xwe ji wan qewimandina xwey kin, yên ku kul-derda û kesîbiyê pêşda tînin.

 Safîkirin: Xwedê bi saya Padşatiya xwe wê her tiştên ku tirsê pêşda tînin, bide hildanê.

 Axirî: Bin serwêrtiya Padşatiya Xwedê meriv wê kêmasiya tu tiştî ser xwe texmîn nekin. Mesele, şer, kêmasiya xwarinê, û pandemiya wê îda tune bin (Zebûr 46:9; 72:16; Îşaya 33:24). Xwedê dibêje: “Wê gelê min li warê aştiyê, li avayên ewle û li derên rihet û bêxem rûnê” (Îşaya 32:18, ÎM).

 Problêm: Gelek car merivên xwehiz û tima merivên din bona kara xwe didine xebatê.

 Safîkirin: Bineliyên Padşatiya Xwedê wê hîn bin hizkirina rast bidine kifşê û berî pêşin bona halxweşiya meriva bifikirin (Metta 22:37-39).

 Axirî: Bin serwêrtiya Padşatiya Xwedê her kes wê hizkirina rast eyan ke, kîjan ku “ya xwe nagere” (1 Korintî 13:4, 5). Kitêba Pîroz dibêje: “Wê tu kes li ser tevaya çiyayê minî pîroz, xesarê [zirarê] nede û wêran neke. Çimkî çawa av deryaya [ber] tije dike, dinya jî wê bi zanîna Xudan [Yehowa, DT] a tije bibe” (Îşaya 11:9, ÎM).

 Kitêba Pîroz şirovedike, ku em rojên axiriyêye vê dinya neheqda dijîn, û ku zûtirekê Xwedê wê sozê xwe bîne sêrî û problêmên aboriyêva girêdayî safî ke b (Zebûr 12:5). Lê heta hingê, prînsîpên Kitêba Pîroz îda niha dikarin alî me bikin, ku problêmên aboriyêva girêdayî safî kin. Mesele, binihêre gotar “Ça pê Perê Hindik Ebûra Xwe Bikin?” û “Nihêrandina Rast ser Pera”.

a Yehowa navê Xwedê ye, kîjan ku Kitêba Pîroz eyan dike (Zebûr 83:18).

b Seva ku pêbihesin, ku çima hûn dikarin îtbariya xwe Kitêba Pîroz bînin, binihêrin gotar “Kitêba Pîroz; Kaniya Rastiyê ye”.