Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî

Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî

Gelo diqewime ku dinêda kesîbbûn îda tune be?

Çawa xwedê dinyayêda kesîbbûnê bide hildanê? (Metta 6:9, 10).

Ji bo kesîbbûnê her sal bi mîlyona meriv dimirin, çimkî kêmasiya xwarina wan heye û nexweşiya wan. Rast e dinêna gelek welatên dewletî hene, lê yeke dinyayêda heçî zef meriv kesîbbûnêda dijîn. Kitêba Pîroz dide kifşê ku nava merivada problêma kesîbbûnê timê hebû. (Bixûne Yûhenna 12:8.)

Seva ku kesîbbûn tune be lazim e serwêrtîk ser temamiya dinyayêra. Qewata wê serwêrtiyê gerekê bigihîjê, ku him rêsûrsên dinyayê rast paraveke, him jî şera bide hildanê, çimkî diha zef meniya kesîbbûnê şer in. Xwedê hema serwêrtîke usa soz daye. (Bixûne Daniyêl 2:44.)

Gelo kê dikare kesîbbûnê bide hildanê?

Xwedê Kurê xwe, Îsa Mesîh jibart, seva ku ew serwêrtiyê ser hemû meriva bike (Zebûr 2:4-8). Îsa wê kesîbba xilaz ke, û xilaziya zulmiyê û neheqiyê bîne. (Bixûne Zebûr 72:8, 12-14.)

Çawa ku hate pêxembertîkirinê, “Mîrê Edilayê”, dêmek Îsa, wê edilayê û xweykirinê bîne ser dinyayê. Paşî vê yekê, wê mala hemû meriva hebe, xebata pir hewas, û xwarina têr-tije. (Bixûne Îşaya 9:6, 7; 65:21-23.)