Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?

Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?

Îsa şagirtên xwe hîn kir, wekî derheqa hatina Padşatiya Xwedê dua bikin. Ewî zanibû wekî hemû tiştên xirab ku îro diqewimin, qirara Xwedê nîbû û tenê Padşatiya Xwedê dikare evan problêma safî ke. Padşatiya Xwedê wê çi bike?

PADŞATIYA XWEDÊ ÎDA ÇI KAR ANIYE

Têma pêşiya wêda, me derheqa nîşanekê şêwir kir, ya ku Îsa got. Ev nîşan îzbat dike, ku Padşatiya Xwedê li ezmana îda hatiye kifşkirinê û Padşê wê Îsa Mesîh e.

Kitêba Pîroz dibêje, ku çaxê Îsa bû Padşa, pêşiyê ewî Mîrê-cina û cinên wî ji ezmên avîte ser erdê. Niha hukumê wan tenê ser erdê heye, û ev meniya sereke ye, ku çima halê dinyayê ji sala 1914 usa xirab bûye (Eyantî 12:7, 9).

Rast e halê dinyayê pir xirab bûye, lê Îsa ça Padşê Padşatiya Xwedê îda gelek tişt kiriye ku alî însanetê bike. Bi saya şixulê hînkirina Kitêba Pîroze hemdinyayê ya ku Îsa temî dabû bikin, gelek meriv prînsîpên Kitêba Pîroz pêdihesin û jîyîna xweye herrojîda didine xebatê (Îşaya 2:2-4). Bi mîlyona meriv pêhesiyan ku jîyîna wanda çi ye lape ferz, malbetên wan diha bextewar bûne, ewana razî ne bi tiştên ku cem wana hene û nabine dîlê matêrîalîzmê. Ew meriv ji wan her tişta îda niha karê distînin û dibine merivne usa, kîjana ku Xwedê dixwaze bin serwêrtiya Padşatiya xweda bivîne.

PADŞATIYA XWEDÊ WÊ DÎSA ÇI BIKE

Îsa îda li ezmana serwêrtiyê dike, lê ser erdê hela hê meriv serwêrtiyê dikin. Xwedê temî da Îsa: “Nav dijminên xweda serweriyê bajo!” (Zebûr 110:2). Zûtirekê Îsa wê bi temamî hemû merivên miqabil kuta ke, lê kî ku hazir e gura Xwedê bike, ewê rihetiya dil bide wan.

Zûtirekê Padşatiya Xwedê wê

  • Hebandina qelp kuta ke. Rêlîgiyên ku derheqa Xwedê derewiyê hîn dikin û jiyîna meriya çetin dikin, zûtirekê wê betavebin. Kitêba Pîroz rêlîgiya qelp beramberî jina qav dike. Çaxê ew bê kutakirinê, gelek meriv wê zendegirtî bimînin (Eyantî 17:15, 16).

  • Serwêrtiya meriya bide hildanê. Padşatiya Xwedê wê serwêrtiya meriva kuta ke (Eyantî 19:15, 17, 18).

  • Merivên zulm kuta ke. Lê em çi dikarin bêjin derheqa wan meriva, yên ku xwe li xirabiyê girtine û naxwazin gura Xwedê bikin? Merivên zulm wê kokêva bêne qirkirinê (Metelok 2:22).

  • Mîrê-cina û cinên wî bide hildanê. Mîrê-cina û cinên wî îda wê nikaribin mileta bixalifînin (Eyantî 20:3, 10).

Ev yek wê çi karê bîne bona bineliyên Padşatiya Xwedê?

PADŞATIYA XWEDÊ WÊ ÇI BIKE BONA ÎNSANETÊ

Îsa ne mîna serwêrên vê dinyayê ye. Ew ça Padşê Padşatiya Xwedê, wê hê zêde tişt bona însanetê bike. Tevî wî wê 144 000 merivên bijartî, li ezmên serwêrtiyê bikin (Eyantî 5:9, 10; 14:1, 3). Ew wê eseyî qirara Xwedê derheqa însanetê, bîne sêrî. Padşatiya Xwedê wê gelek tiştên din jî bike bona halxweşiya însanetê.

  • Nexweşiya û mirinê bide hildanê. “Yê ku li wir rûdinê, wê nebêje: ‘Ez nexweş im’” û “îdî mirinê tunebe” (Îşaya 33:24; Eyantî 21:4).

  • Wê edilaya rast û bêxofiyê bîne. “Wê selameta lawên te zef be”, û “wê her kes di bin mêwa xweda û di bin darê xweyî hêjîrêda rûnên û yê ku wan bitirsîne tune be” (Îşaya 54:13; Mîxa 4:4).

  • Wê xebata hewas bide. “Yên ku bijartime, wê karên destên xwe kevin bikin. Û li ciyê vala keda xwe nedin” (Îşaya 65:22, 23).

  • Wê problêmên êkolojiyayê safî ke. “Wê çol û ciyê şorex kêfxweş bibin û beyar kêfxweş bibe û mîna nêrgizê wê çîçeg bibe” (Îşaya 35:1).

  • Wê meriya hîn ke çi bikin, ku heta-hetayê bijîn. “Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye” (Yûhenna 17:3).

Xwedê dixwaze, wekî tu bibî xweyê wan hemû kerema (Îşaya 48:18). Gotara din wê şiroveke, ku em çi niha gerekê bikin, wekî axiriya pir baş war bin.