Li Gora Metta 23:1-39

  • Çev nedine qanûnzan û Fêrisiya (1-12)

  • Wey li qanûnzan û Fêrisiya (13-36)

  • Îsa bona Orşelîmê xemgîn dibe (37-39)

23  Paşê Îsa xelqêra û şagirtên xwera got:  “Qanûnzan û Fêrisiya ciyê Mûsa girtine.  Lema hemû tiştên ku ewana wera dibêjin, bikin û bînin sêrî, lê mîna wan nekin. Çimkî ewana dibêjin, lê li gora gotinên xwe nakin.  Ewana barên giran girêdidin û didine ser stiyê meriva. Lê xwexa naxwazin tiliya xwe jî bihejînin, wekî alî wan bikin.  Ewana her tiştî seva vê yekê dikin, wekî bikevine çeva. Lema jî ewana qutiyên biçûk,* kîjanada parên Nivîsarên Pîroz hene, mezin dikin û rîşiyên kincên xwe dirêj dikin.  Ewana hez dikin wedê şîvê ciyê herî baş û kinîştada* jî ciyê pêşin rûnên.  Ewana hez dikin ku meriv bazarada wana silav kin û wanara bêjin ‘Dersdar’.*  Lê bira wera nebêjin ‘Dersdar’, çimkî Dersdarê we yek e, û hûn gişk birên hev in.  Xêncî wê yekê, ser rûyê erdê tu kesîra nebêjin ‘Bavo’, çimkî Bavê we yek e, yê ezmana. 10  Bira wera nebêjin ‘Rêber’ jî, çimkî Rêberê we yek e, Mesîh e. 11  Lê yê herî mezin nav weda gerekê berdestiyê we be. 12  Kesê ku xwe bilind dike, wê bê nimizkirinê. Û kesê ku xwe nimiz dike, wê bê bilindkirinê. 13  Wey li we, qanûnzan û Fêrisîno! Durûno! Çimkî hûn derê Padşatiya ezmana li ber meriva digirin. Ne hûn dikevinê û ne jî dihêlin ewên ku dixwazin bikevinê. 14 * —— 15  Wey li we, qanûnzan û Fêrisîno! Durûno! Hûn ser berê û erdê digerin, wekî kesekî bînin ser baweriya xwe. Û gava hûn wî tînin ser baweriya xwe, hûn wî dikine kesê ku du cara ji we zêdetir hêjayî Gêhênayê ye.* 16  Wey li we, rêberên kor! Hûn dibêjin: ‘Hergê kesek bi paristgehê sond dixwe, sonda wî pûç û betal e. Lê hergê bi zêrê paristgehê sond dixwe, gerekê sonda xwe bîne sêrî’. 17  Hey bêaqil û korno! Çi bi rastî diha ferz e, zêr yan paristgeha ku zêr pîroz dike? 18  Xêncî wê yekê, hûn dibêjin: ‘Hergê kesek bi qurbangehê* sond dixwe, sonda wî pûç û betal e. Lê hergê kesek bi pêşkêşa* ku ser qurbangehê ye, sond dixwe, ew gerekê sonda xwe bîne sêrî’. 19  Hey korno! Çi bi rastî diha ferz e, pêşkêş yan qurbangeha ku pêşkêşê pîroz dike? 20  Lema jî her kesê ku bi qurbangehê sond dixwe, ew ne tenê bi qurbangehê, lê bi hemû tiştên ser wê jî sond dixwe. 21  Û her kesê ku bi paristgehê sond dixwe, ew ne tenê bi paristgehê, lê usa jî bi yê ku têda dijî sond dixwe. 22  Û her kesê ku bi ezmên sond dixwe, ew bi textê Xwedê û bi yê ku ser vî textî rûniştî ye sond dixwe. 23  Wey li we, qanûnzan û Fêrisîno! Durûno! Çimkî hûn dehekê* pûngê, şiwîtê û zîreyê didin, lê çi ku Qanûnêda diha ferz e, we pişt guhê xweva avîtiye, dêmek heqî, remtî û aminî. Rast e gerekê dehek jî bê dayînê, lê dîsa jî lazim bû, ku we tiştên din jî pişt guhê xweva neavîta. 24  Rêberên kor! Hûn mixmixkê diparzinin, lê devê dadiqurtînin. 25  Wey li we, qanûnzan û Fêrisîno! Durûno! Hûn kas û tasê rûyê dervava dişon, lê hundurê wan tijî timayî* û xwenegirtin e. 26  Hey Fêrisiyê kor! Pêşiyê hindurê kas û tasê bişo, wekî ew rûyê dervava jî temiz bin. 27  Wey li we qanûnzan û Fêrisîno! Durûno! Hûn mîna mezelên sipîkirî ne, yên ku dervava bedew têne kifşê, lê hindurva bi hestiyê miriya û bi hemû heramiyêva tijî ne. 28  Bi vî cûreyî, hûn dervava ber çevê meriva rast xuya dibin, lê hindurva hûn bi durûtî û bêqanûniyêva tijî ne. 29  Wey li we qanûnzan û Fêrisîno! Durûno! Çimkî hûn mezelên pêxembera çêdikin, tirbên merivên rast dixemilînin 30  û dibêjin: ‘Hergê me rojên kal-bavên xweda bijîta, meyê tevî wan xûna pêxembera nerêta’. 31  Bi vê yekê, hûn xwexa îzbat dikin ku hûn kurên wan in, yên ku pêxember kuştine. 32  De kirên kal-bavên xwe, ku wana destpêkiriye, temam kin. 33  Hey merno, zureta* merên jerdar! Hûnê çawa ji cezaya Gêhênayê birevin? 34  Lema ez pêxembera, bîlana û dersdara dişînim cem we. Hûnê ji wan hineka bikujin û stûna xin, hineka jî kinîştada bidine ber qamçiya û her bajarekîda bizêrînin. 35  Bi vî awayî, hemû xûna kesên rast ya ku ser rûyê erdê hatiye rêtinê, wê bikeve stiyê we, ji xûna merivê rast Habîl heta xûna Zekeryayê kurê Berexiya, yê ku we orta paristgehêda û qurbangehêda kuşt. 36  Ez rast wera dibêjim, ev hemû tişt wê bêne serê vî nisilî. 37  Wax Orşelîm, Orşelîm, tu pêxembera dikujî û yên ku hatine şandinê cem te, didî ber kevira! Çend cara min dixwest zarên te top kira, çawa ku mirîşk cûcûkên xwe bin perê xweda top dike! Lê we nexwest. 38  Va mala we wê wêran bimîne.* 39  Lema jî ez wera dibêjim, îda hûnê min nevînin heta ku hûn nebêjin: ‘Keremkirî ye ewê ku bi navê Yehowa tê!’”

Спартьн

Cihûya qutiyên biçûk yên çermî li ser enî û milê xwe girêdidan, seva ku xwe ji tiştên xirab xwey kin.
Yan “sînagog”, dêmek ciyê hebandina Cihûya.
Raste-rast “Rebî”.
Rêza 14 hine destnivîsarên herî kevine Yûnanîda tune. Lê hine destnivîsarada ev rêz heye.
Ciyê avîtina û şewitandina gemarê ji Orşelîmê der.
Yan “gorîgeh”.
Yan “diyarî, hedî”.
Para deha, yan ji sedî deh, kîjan ku ça xercên paristgehê dihate dayînê.
Yan “bi qaçaxtiyê”.
Yan “çêjik”.
Yan dibeke “vala bimîne”.