Li Gora Metta 24:1-51

  • NÎŞANA HATINA MESÎH (1-51)

    • Şer, xelayî, erdhej (7)

    • Mizgînî wê bê belakirinê (14)

    • Tengasiya mezin (21, 22)

    • Nîşana Kurê însên (30)

    • Dara hêjîrê (32-34)

    • Mîna rojên Nuh (37-39)

    • Hişyar bimînin (42-44)

    • Xulamê amin û xulamê xirab (45-51)

24  Gava Îsa ji paristgehê derdiket, şagirtên wî nêzîkî wî bûn, wekî dîna wî bikişînin ser avayên paristgehê.  Ewî wanra usa got: “Hûn van hemû tişta divînin? Ez rast wera dibêjim, vira kevir wê ser kevir nemîne. Her tişt wê wêran be”.  Çaxê Îsa ser Çiyayê Zeytûnê rûniştî bû, şagirtên wî tenê hatine bal wî, û jê pirsîn: “Ka mera bêje, ev tişt wê kengê biqewimin? Çi wê bibe nîşana hatina te û rojên xilaziyêye* vê dinyayê?”  Îsa caba wan da: “Haj xwe hebin, wekî tu kes we nexapîne,  çimkî gelek kes wê bi navê min bên û bêjin, ‘Ez Mesîh me’, û wê geleka bixapînin.  Hûnê derheqa şerên cûre-cûre ciyada bibihên. Lê netirsin, çimkî ev tişt gerekê biqewimin, lê ev hê xilazî nîne.  Miletê himberî milet û padşatî wê himberî padşatiyê rabe. Û gelek ciya wê xelayî û erdhej hebin.  Ev hemû tişt destpêka kul-derda ne.*  Hingê wê meriv we bizêrînin û bikujin. Û bona navê min hûnê ber çevê hemû mileta reş bin. 10  Gelek kes wê ji rê derkevin, nemamiya hev bikin û ber çevê hev reş bin. 11  Gelek pêxemberên qelp wê derkevin û geleka bixapînin. 12  Û ji bo zêdebûna bêqanûniyê, hezkirina geleka wê sar be. 13  Lê yê ku heta xilaziyê teyax ke, ewê xilaz be. 14  Û ev mizgîniya Padşatiyê wê ser temamiya dinyayê bê belakirinê, ku hemû miletara bibe şedetî, û hingê xilazî wê bê. 15  Gava hûn heramiya ku pey xwe wêrankirinê tîne, derheqa kîjanê Daniyêl pêxember gotibû, ciyê pîrozda sekinî, bivînin, (ewê ku dixûne bira fem bike),* 16  hingê bira yên ku Cihûstanêda ne, birevine çiya. 17  Kesê ku ser banî be, bira danekeve, wekî ji mala xwe tişta hilde. 18  Û yê ku zeviyêda be, bira paşda venegere, wekî potê xwe hilde. 19  Wey li jinên hemle û yên destdergûş wan rojada! 20  Timê dua bikin, wekî reva we nekeve zivistanê yan jî roja Şemiyê.* 21  Çimkî hingê wê tengasiya mezin be, ya ku ji destpêka dinyayê heta niha nebûye û wê ne jî bibe. 22  Hergê ew roj neyên kinkirinê, tu meriv wê xilaz nebe. Lê bona xatirê yên bijartî, ew roj wê bêne kinkirinê. 23  Hingê, hergê kesek wera bêje: ‘Binihêre, Mesîh vira ye!’ yan jî ‘Ew wêderê ye!’, bawer nekin. 24  Çimkî Mesîhên qelp û pêxemberên qelp wê derkevin, û wê keremetên mezin û nîşanên mezin bikin, wekî hergê bê standinê, yên bijartî jî bixalifînin. 25  Bîr nekin, min îda pêşda wera gotiye. 26  Lema jî, hergê meriv wera bêjin: ‘Va ye, ew beriyêda ye’, neçin wêderê, yan jî: ‘Va ye, ew hindurê malêda ye’, bawer nekin. 27  Çawa ku birûsk ji rohilatê heta roavayê şewq dide, hatina Kurê însên jî wê usa be. 28  Cinyaz* kîderê be, wê teyr jî wêderê top bin. 29  Hema paşî wan rojên tengasiyê, tev wê terî be û hîv wê ronaya xwe nede. Steyrk wê ji ezmên bikevin û qewatên ezmana wê bêne hejandinê. 30  Hingê nîşana Kurê însên wê li ezmên xuya be, û hemû miletên* dinyayê wê şînê bikin û li sîngê xwe xin. Û ewana wê Kurê însên bivînin, yê ku ser ewrên ezmên bi qewat û rûmeta mezin tê. 31  Û Kurê însên wê melekên xwe bi dengê boriyêye bilind bişîne, û melekên wî wê ji her çar aliyên dinyayê,* ji alîkî ezmana heta aliyê din, bijartiyên wî top kin. 32  Ji dara hêjîrê xwera evê dersê hîn bin: Çaxê çiqilên wê mezin dibin û belgên wê şîn dibin, hûn fem dikin ku havîn îda nêzîk bûye. 33  Bi vî cûreyî jî, gava hûn van hemû tişta bivînin, bizanibin ku ew* nêzîk e, ber dêrî ye. 34  Ez rast wera dibêjim, pêşiya ku ev nisil derbaz be, ev hemû tişt wê bêne sêrî. 35  Erd û ezman wê betavebin, lê xeberên min wê her û her bimînin. 36  Lê tu kes nizane ku ew roj û sihet wê kengê be, ne melekên ezmana, ne jî Kur, lê tenê Bav zane. 37  Çawa ku rojên Nuhda bû, hatina Kurê însên jî wê usa be. 38  Çimkî rojên pêşiya Tofanê,* meriva dixwar, vedixwar, dizewicîn û mêr dikirin, heta roja ku Nuh kete gemiyê. 39  Û meriva dîna xwe nedidanê ku çi diqewime heta Tofan rabû û hemû tevî xwe birin. Hatina Kurê însên jî wê hema usa be. 40  Hingê du meriv wê nav zeviyêda bin, yek wê bê hildanê û yê din wê bê hîştinê. 41  Û du kulfet wê genim bihêrin,* yek wê bê hildanê û ya din wê bê hîştinê. 42  Lema hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudan wê kîjan rojê bê. 43  Lê vê yekê zanibin, hergê xweyê malê bizanibe diz wê kengê* bikeve mala wî, ewê hişyar bimîne û nehêle diz bikeve malê. 44  Bona vê yekê, hûn jî hazir bin, çimkî Kurê însên wê wedekî usada bê,* gava hûn hîviyê nîbin. 45  Xulamê amin û serwaxt* bi rastî kî ye, yê ku axayê wî ew ser xulamên mala xwera kifş kiriye, wekî ew xwarina wan wededa bide wan? 46  Çiqas bextewar e ew xulam, gava axayê wî bê û bivîne ku ew hema usa dike! 47  Ez rast wera dibêjim, ewê wî xulamî ser hemû hebûka xwera kifş ke. 48  Lê hergê ew xulam xirab derkeve û dilê xweda bêje: ‘Axayê min derengî dikeve’, 49  û ew destpêke heval-xulamên xwe bikute û tevî yên serxweş bixwe û vexwe, 50  axayê wî rojeke usada wê bê, ku ew xulam hîviyê nîne, û siheteke usada, ku ew nizane, 51  û ewê wî sert ceza ke û wî bavêje ciyê durûya. Wêderê ewê bigirî* û wê çirke-çirka diranên wî be.

Спартьн

Yan “rojên paşin”.
Raste-rast “sancûyê kulfeta hemle ye”.
Dêmek pêxembertiya Daniyêl.
Ev roj bona Cihûya roja rihetiyê bû.
Ev xebera Yûnanî tê hesabê him cinyazê meriva, him jî cendekê heywana.
Raste-rast “berekên dinyayê”.
Raste-rast “ji çar ba”.
Dêmek Kurê însên.
Yan sêlav, lêyîke mezin.
Raste-rast “ber destarekî bin”.
Yan “kîjan siheta şevê”.
Raste-rast “siheteke usada bê”.
Yan “bîlan”.
Yan “wê qayîm bigirî”.