Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 4

Kî ye Îsa Mesîh?

Kî ye Îsa Mesîh?

1. Ça emirê Îsa destpêbû?

Çi hunur Îsa Mesîh eyan kir? METTA 11:29; MARQOS 10:13-16

Îsa ne mîna hemû meriya bû, çimkî pêşiya hatina li ser erdê, ew li ezmana ça milyaket dijît (Yûhenna 8:23). Pêşiya efirandina hemû tiştî, Yahowa Îsa efirandibû, û paşê jî hemû tiştên dinê Yahowa Xwedê û Îsa tevayî efirandin. Yahowa Xwedê xwexa Îsa efirandiye, lema jî Îsa tê navkirinê Kurê Xwedêyî “tayê tenê” (Yûhenna 1:14). Îsa Xebervanê Xwedê bû, ewî xebera Xwedê derbazî kesên dinê dikir, lema jî ew tê navkirinê “Xeber”. Bixûne Kolosî 1:15, 16.

2. Çima Îsa Mesîh hate li ser erdê?

Xwedê emirê Kurê xwe derbazî zikê Meryemê kir, û usa Îsa şande li ser erdê. Meryem qîzeke cihû û bikir bû. Lema jî bavê Îsayî merivayî tunebû (Lûqa 1:30-35). Îsa Mesîh hate li ser erdê seva ku: 1) derheqa Xwedê rastiyê hîn ke, 2) meselê bide me, çawa wedê çetinaya qirara Xwedê biqedînin, û 3) emirê xweyî qedandî berva bide û me bikire. Bixûne Metta 20:28.

3. Îsa Mesîh em ji çi kirîn?

Li vir, kirîn tê hesabê heqdayîn, seva ku kesek ji mirinê bê xilazkirinê (Derketin 21:29, 30). Nêta Xwedê ew nîbû, wekî meriv kal bin, pîr bin û bimirin. Lê evê yekê em ji ku zanin? Xwedê merivê pêşin Ademra got, ku heger ew gura wî neke dêmek ça di Kitêba Pîrozda tê gotinê gune bike, ewê bimire. Lema jî heger Adem gune nekira, ew wê tu car nemira (Destpêbûn 2:16, 17; 5:5). Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin, ku gune ji Adem “kete” dinê û derbazî li ser meriva bû. Bi vê yekê Adem gune û mirin derbazî li ser hemû zuretên xwe kir. Lema jî mera lazim e kirîn seva ku me ji mirinê xilaz ke, ku ji Adem derbazî me bû. Bixûne Romayî 5:12; 6:23.

Lê kî dikaribû heqê kirînê bida, seva ku me ji mirinê xilaz ke? Çaxê em dimirin em tenê heqê gunên xwe dikarin bidin. Tu merivekî gunekar nikare heqê gunên merivên din bide. Bixûne Zebûr 49:7-9.

4. Îsa Mesîh çira mir?

Îsa ne mîna me bû, ew qedandî bû. Lema jî ne lazim bû wekî ew seva gunên xwe bimira, ewî tu car gune nekiribû. Lê ew mir seva gunên merivên din. Xwedê Îsa şand, wekî ew seva gunên me bimire, û bi vê yekê ewî hizkirina xweye pir mezin di hindava merivada eyan kir. Îsa jî hizkirina xwe di hindava meda eyan kir, ewî gura Bavê xwe kir û emirê xwe seva gunên me berva da. Bixûne Yûhenna 3:16; Romayî 5:18, 19.

Binihêre vîdêo Îsa Mesîh çira mir?

5. Îsa Mesîh niha çi dike?

Çaxê Îsa li ser erdê bû, ewî nexweş qenc dikirin, mirî ji mirinê radikir û di çetinayada alî meriva dikir. Bi vê yekê Îsa nîşan kir, ku di axiriyêda seva merivên guhdar wê çi bike (Metta 15:30, 31; Yûhenna 5:28). Paşî mirinê Xwedê Îsa paşda bire li ezmana, ça kesên ruhanî (1 Petrûs 3:18). Li wir Îsa Mesîh aliyê destê Xwedêyî rastê rûnişt û hîviyê bû, ku heta Yahowa Xwedê qewatê bide wî, wekî ew ça padşa li ser temamiya erdê padşatiyê bike (Îbranî 10:12, 13). Niha Îsa Mesîh li ezmana padşatiyê dike û şagirtên wî jî mizgîniya Xwedê di temamiya dinyayêda elam dikin. Bixûne Daniyêl 7:13, 14; Metta 24:14.

Zûtirekê Îsa Mesîh ça padşa wê qewata xwe bide xebatê, wekî hemû çetinaya û usa jî wan kî ku çetinaya tînin, wê kutake. Her kes kî ku baweriya xwe Îsa Mesîh tîne û gura wî dike, ewê li ser erdê di cinetêda bijî. Bixûne Zebûr 37:9-11.