Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 4

Çawa Rast Pera Xerc kin

Çawa Rast Pera Xerc kin

“Pêşniyarên [şixulêd] xwe bi şêwirêva bike” (Metelok 20:18).

Me her kesîra jî lazim e pere, seva ku derheqa hewcêd malbeta xwe xem bikin (Metelok 30:8). Xêncî wê yekê, pere meriya xwey dikin (Waîz 7:12). Wera, çawa cutêd zewicîra diqewime çetin dibe derheqa pera xeber din. Lê çi jî hebe, nehêlin wekî ji bo pera di zewaca weda problêm pêşda bên (Efesî 4:32). Mêr û jin gerekê îtbariya xwe hevdu bînin û tevayî şixulkariyê bikin, çaxê safî dikin ku çawa pera xerc kin.

1 SAFÎKIRINA RAST BIKIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Ji we kîjan e, ku bixwaze bilindcîke nobedara çêke, pêşiyê rûnenî nede ber hesêb, gelo qewata wîyê bigihîjê bîne sêrî yan na?” (Lûqa 14:28). Ev gelek ferz e, çaxê hûn tevayî şêwira hev dikin ku çawa pera bidine xebatê (Amos 3:3). Safî kin ku çi wera lazim e ku bikirin û çiqas hûn dikarin xerc kin (Metelok 31:16). Û hergê cem we êpêce pere jî heye seva ku tiştekî bikirin, ev nayê hesabê ku hûn eseyî gerekê wana xerc kin. Ji vê yekê xwe dûr bigirin ku nekevine bin deyna. Tenê wan pera xerc kin, yêd ku cem we hene (Metelok 21:5; 22:7).

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Hergê xilaziya mehê cem we dîsa hine perê zêde heye, tevayî safî kin ku hûn van pera ça dixwazin xerc kin

  • Hergê cem we kêmasiya pera heye, xwera binivîsin û dişirmîş bin hela çawa dikarin xercêd xwe kêm kin. Mesele, dewsa ku herin û xwarina hazir bikirin yan jî cîkî rûnên ku bixwin, wê baş be wekî xwexa xwarinê malda hazir kin

2 HELAL BIN, Û NIHÊRANDINA RAST XWEY KIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: Em bi helalî dikin, seva ku “rast derên, ne ku tenê li ber Xudan, lê li ber meriva jî” (2 Korintî 8:21). Tevî mêr yan jina xwe vê yekêda jî helal bin, ku çiqas pere hûn qazanc dikin û çiqas xerc dikin.

Timê tevî hev şêwir bikin, çaxê safîkirinêd ferz dikin yêd ku perava girêdayî ne (Metelok 13:10). Çaxê hûn şêwira hev dikin derheqa pera, ewê alî we bike ku di zewaca xweda edilayê xwey kin. Ew perê ku hûn qazanc dikin, hesab kin ne ku perê xwe, lê perê malbetê (1 Tîmotêyo 5:8).

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Pêşda şêwira hev bikin derheqa wê yekê, ku çiqas pera her kes ji we dikare seva xwe xerc bike

  • Hîviyê nîbin heta ku problêm ji bo pera pêşda bên, lê pêşiya vê yekê hemû tiştî safî kin