Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 8

Çaxê Hûn Rastî Kul-Derda Tên

Çaxê Hûn Rastî Kul-Derda Tên

“Hûn bi wê şa dibin, rast e niha jî usa diqewime ku hûn hinekî medekirî ne, ji dest cûre-cûre cêribandina” (1 Petrûs 1:6).

Rast e hûn ji aliyê xweda hemû tiştî dikin, seva ku zewac û malbeta we bextewar be, lê yeke dikarin nişkêva tiştêd usa biqewimin, ji bo çi jî wê wera çetin be şabûnê xwey kin (Waîz 9:11). Lê Xwedê bi hizkirinê alîkariyê dide me, çaxê em dikevine nav kul-derda. Hergê hûn biqedînin evan prînsîpêd ji Kitêba Pîroz ku jêrê têne dayînê, hûn û malbeta we, bikaribin teyax kin hela hê hingê jî, gava dereca we gelek xirab be.

1 GUMANA XWE XWEDÊ BÎNIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Hemû xemêd xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7). Hertim bîra xweda xwey kin, ku Xwedê neheq nîne seva van hemû çetinaya û cêribandina ku rastî me tên (Aqûb 1:13). Hergê hûn nêzîkî Xwedê dibin, ewê alî we bike (Îşaya 41:10). “Herdem ... dilê xwe li ber wî vekin” (Zebûr 62:8).

Xêncî vê yekê, çaxê hûn her roj Kitêba Pîroz dixûnin û hîn dibin, hûn berdilî û dilbîniyê divînin. Bi vê yekê, hûnê li ser xwe texmîn kin ku ça Yahowa “nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me” (2 Korintî 1:3, 4; Romayî 15:4). Ew soz dide, wekî wera bide “edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e” (Fîlîpî 4:6, 7, 13).

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Dua bikin, wekî Yahowa alîkariyê bide we ku arxayîn bin û rast dişirmîş bin

  • Seva ku bikaribin çetinaya derbaz kin, riya rast bijbêrin

2 DERHEQA XWE Û MALBETA XWE XEM BIKIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Dilê kesê aqil zanînê distîne û guhê zaniyar jî li pêy zanînê ye” (Metelok 18:15). Derheqa hemû tiştî dişirmîş bin. Dêmek çi her neferê malbeta wera lazim e. Tevî wan xeber din. Guh bidine wan (Metelok 20:5).

Lê hergê kesek ji merivê meyî nêzîk dimire? Netirsin û şerm nekin bigirîn. Bikine bîra xwe ku hela hê Îsa jî “giriya” (Yûhenna 11:35; Waîz 3:4). Xew û hêsabûn jî gelek ferz in (Waîz 4:6). Çimkî ev yek jî wê alî we bike ku bikaribin dereca xirab hinekî hêsa derbaz kin û teyax kin.

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Pêşiya ku hûn rastî kul-derda bên, xwera bikine xeyset ku tevî neferêd malbeta xwe heleqetiya baş çêkin. Çaxê problêm pêşda bên, wanara wê hêsa be tevî we xeber din

  • Tevî wan meriya jî xeber din, yêd ku rastî vî cûreyî dereca hatin

3 BISTÎNIN ALÎKARIYA KU WERA LAZIM E

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Heval her tim hez dike û bira di roja tengda xuya dibe” (Metelok 17:17). Hevalêd we dixwazin alî we bikin, lê dibeke ewana nizanin ku çi bikin. Xwe ji wana dûr negirin û bêjin, ku bi rastiyê çi wera lazim e (Metelok 12:25). Usa jî bixwazin alîkariya ruhanî ji wan meriya, yêd ku Kitêba Pîroz fem dikin. Ew rêberiya ku ewana dikarin ji Kitêba Pîroz bidine we, wê alî we bike (Aqûb 5:14).

Hûnê bikaribin bistînin alîkariya ku wera lazim e, hergê her roj heleqetiya xwe tevî wan meriya çêdikin, yêd ku Xwedê bawer dikin û îtbariya xwe sozêd wî tînin. Hûn usa jî dilbînîke mezin bikaribin bivînin, hergê xwexa jî alî merivêd din dikin kîjanara ku hêlankirin lazim e. Wan meriyara derheqa baweriya xwe hindava Yahowa û sozêd wî, bêjin. Çaxê merî hewcê alîkariyê ne, hazir bin ku alî wan bikin. Û xwe dûr negirin ji wan meriya, yêd ku we hiz dikin û derheqa we xem dikin (Metelok 18:1; 1 Korintî 15:58).

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Tevî hevalê xweyî nêzîk xeber din, û bihêlin ku ew alî we bike

  • Hevalê xwera bi helalî û konkrêt bêjin, wekî hûn hewcê çi ne