Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 1

Rêberiyê cem Xwedê bigere, seva ku Zewaca Te Bextewar be

Rêberiyê cem Xwedê bigere, seva ku Zewaca Te Bextewar be

“Serê sêrîda Efirandar ‘ew nêr û mê xuliqandin’” (Metta 19:4).

Yahowa * Xwedê zewaca pêşin saz kiriye. Kitêba Pîroz dibêje, ku Xwedê kulfeta pêşin çêkir û “anî cem mêr”. Ji vê yekê Adem şabûna giliyê usa got: “Niha eva hestûyê ji hestûyê min e û goştê ji goştê min e” (Destpêbûn 2:22, 23, PKM). Yahowa dixwaze wekî niha jî, merî di zewacêda bextewar û şa bin.

Çaxê hûn dizewicin, dibeke dişirmîş dibin ku hemû tişt wê cem we pir baş be. Bi rastiyê bêjin, hela hê wî çaxî jî gava mêr û jin gelek hevdu hiz dikin, ewana yeke dikarin rastî oxirmêd giran bên (1 Korintî 7:28). Di vê broşûrêda prînsîpêd Kitêba Pîroz têne dayînê. Û hergê hûn van prînsîpa bidine xebatê, hingê hûn dikarin zewac û malbeta xwe bextewar kin (Zebûr 19:8-11).

1 QEBÛL KIN EW, ÇI KU YAHOWA JI WE DIXWAZE

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: Mêr serê malbetê ye (Efesî 5:23).

Mêrno, Yahowa ji we dixwaze wekî hûn hindava kulfetêd xwe hesta dilovan û nazik nîşan kin (1 Petrûs 3:7). Yahowa jin usa efirandiye, wekî ew bibe komekdar seva mêrê xwe. Û ew dixwaze wekî mêr qedirê jinê bizanibe û wê hiz bike (Destpêbûn 2:18). Mêr gerekê jinêd xwe usa hiz bikin, wekî hazir bin berê pêşin bona hewcêd wan dişirmîş bin û nekevine heyra xwe (Efesî 5:25-29).

Kulfetno, Yahowa ji we dixwaze wekî hûn qedirê mêrêd xwe bigirin û alî wan bikin, ku borcê xweye serwêrtiyê biqedînin (1 Korintî 11:3; Efesî 5:33). Piştgiriya mêrêd xwe bikin û bêyî ofe-ofê tevî wan şixulkariyê bikin (Kolosî 3:18). Hergê hûn usa dikin, hingê ber çevê mêrê xwe û Yahowa, hûn pir bi qîmet û bedew dibin (1 Petrûs 3:1-6).

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Ji mêr yan jina xwe bipirsin, wekî çi hûn dikarin bikin, seva ku bibine jin yan mêrê hê baş. Rind guhê xwe bidine mêr yan jina xwe, û çi ku dikarin hemû tiştî bikin ku xwe biguhêzin

  • Sebir kin. Wera wede lazim e, seva ku hûn hîn bin ku çawa bikaribin hevdu bextewar kin

2 DERHEQA HEV DIŞIRMÎŞ BIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: Hûn gerekê xem bikin, wekî pêşiyê bona hewcêd hev dişirmîş bin (Fîlîpî 2:4). Mêr yan jina xwe qîmet kin, û bîra xweda xwey kin ku Yahowa ji qulixkarêd xwe dewa dike, wekî ewana “hindava hemûyada berbihêr” bin (2 Tîmotêyo 2:24). “Gotinên bêfikirandin hatine gotin, mîna şûr dibirin; lê belê zimanê zaniyaran jî şîfê dide [qenc dike]”. Lema jî hûn gerekê pey xeberdana xwe binihêrin (Metelok 12:18). Ruhê Yahowayî pîroz wê alî we bike, wekî bi şîrinayî û hizkirinê xeber din (Galatî 5:22, 23; Kolosî 4:6).

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Dua bikin seva alîkariyê, ku bikaribin ruhê milûktiyê xwey kin û serwaxt bin, çaxê tevî mêr yan jina xwe derheqa pirsêd ferz şêwir dikin

  • Rind dişirmîş bin derheqa wê yekê, ku çi bêjin û ça bêjin

3 YEKTIYÊDA BIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: Çaxê hûn dizewicin, hûn dibine “bedenek” (Metta 19:5). Lê hûn yeke du merî ne, û nihêrandina we dikare ji hev cude be. Lema jî hûn gerekê hîn bin ku li “ser nêt û fikirekê bin”, dêmek yektiyêda bin (Fîlîpî 2:2). Yektî gelek ferz e çaxê tiştekî safî dikin. Kitêba Pîroz dibêje, wekî safîkirinêd xwe “bi şêwirê” bikin (Metelok 20:18). Bira prînsîpêd Kitêba Pîroz rêberiya we bikin, gava hûn derheqa safîkirinêd ferz tevayî şêwir dikin (Metelok 8:32, 33).

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Çaxê hûn tevî mêr yan jina xwe derheqa tiştekî xeber didin, hingê ne ku tenê elametiya derbaz ke, lê wê baş be ku derheqa nihêrandin û hestêd xwe jî bêjin

  • Pêşiya ku tiştekî ferz safî kin, şêwira xwe tevî hev bikin

^ abz. 4 Yahowa ev navê Xwedê ye, yê ku di Kitêba Pîrozda tê xebitandinê.