Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 2

Hindava Hevda Amin bin

Hindava Hevda Amin bin

“Ewêd ku Xwedê ew kirine yek, bira meriv wan ji hevdu neqetîne” (Marqos 10:9).

Yahowa ji me dewa dike, wekî qenciyê hiz bikin (Mîxa 6:8). Kitêba Pîroz dibêje, ku qencî ji hizkirinê tê. Û ev hunur meriya nêzîkî hev dike. Bi rastiyê jî ev yek di zewacêda gelek ferz e, çimkî hergê qencî tune be, wê îtbarî jî tune be. Û îtbarî gelek ferz e, seva ku hizkirinê pêşda bivin.

Roja îroyîn di gelek zewacada, mêr û jin aminiyê hindava hevda nikarin xwey kin. Lê seva ku hûn zewaca xwe xwey kin, gerekê du tişt hildin hesab.

1 ZEWACA XWE QÎMET KIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin” (Fîlîpî 1:10). Zewaca we di emirê weda, ev tiştekî lapî ferz e. Lema jî hêja ye, wekî hûn zewaca xwe qîmet kin.

Yahowa dixwaze, wekî hûn derheqa jin yan mêrê xwe xem bikin û wekî tevayî “jîyanek xweş” derbaz kin (Waîz 9:9). Yahowa wera zelal dike, wekî hûn gerekê mêr yan jina xwe tu car nimiz nekin, lê dewsê mecala bigerin seva ku hevdu bextewar kin (1 Korintî 10:24). Hevra bidine kifşê, ku ew seva we pir bi qîmet e.

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Dişirmîş bin derheqa wê yekê, hela hûn her roj tevayî wede derbaz dikin, yan na. Mêr yan jina xwera timê wede bivînin

  • Tevayî tişta safî kin. Û çaxê tiştekî safî dikin, bêjin “em”, ne ku “ez”

2 DILÊ XWE XWEY KIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Kî bi temê xirab jinekê binihêre, ewî dilê xweda îdî tevî wê zinêkarî kir” (Metta 5:28). Hergê kesek derheqa tiştêd bênamûsî timê dişirmîş dibe, hingê hindava mêr yan jina xwe ew amin namîne.

Yahowa dibêje, wekî tu gerekê “dilê xwe biparêzî [xwey kî]” (Metelok 4:23; Yêremya 17:9). Seva ku bikaribin evê yekê bikin, gerekê çevê xwe xwey kin (Metta 5:29, 30). Pey mesela Îbo pêxember herin, yê ku peyman tevî çevê xwe girêda bû, seva ku tu car bi temê xirab kulfetê nenihêre (Îbo 31:1). Serwaxt bin û tu car pornografiyê nenihêrin. Heyneser, ji vê yekê jî xwe dûr bigirin, seva ku heleqetiya romantîkî çênekin tevî wî merivî, tevî kîjanî ku hûn zewacêda nînin.

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Hemûyara bidine kifşê, wekî hûn bi temamî hindava mêr yan jina xwe amin in

  • Hestêd hev hildin hesab, û pêra-pêra biqetînin hemû heleqetiyêd xweye necayîz, ji bo çi jî jin yan mêrê we dikarin dilteng bin