Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | GELO XILAZÎ NÊZÎK E?

“Xilazî”—Ew Çi Tê Hesabê?

“Xilazî”—Ew Çi Tê Hesabê?

“Xilazî nêzîk e!” Çaxê hûn dibihên giliyêd usa, çi tê hişê we? Hûn dişirmîş dibin ku astêroîd wê dinyayê keve û hemû meriva kuta ke? Yan hûn didine ber çevê xwe teşqela êkologî yan jî şerê hemdinyayêye sisiya? Hine meriv ji bo wan tişta nerihet in, hinek jî piştguhê xweva davêjin yan jî qerfa dikin.

Kitêba Pîroz dibêje: “Xilazî wê bê” (Metta 24:14). Ew qewimandin usa jî tê navkirinê çawa “Roja Mezine Xwedê” û “Harmegedon” (Eyantî 16:14, 16). Derheqa wê têmayê, hînkirinêd gelek rêlîgiya xalifandî ne, û gelek nihêrandinêd nefemdarî û nezelal hene. Lê Kitêba Pîroz bi temamî eyan dike derheqa xilazî yan kutasiyê, ku ew çi ye û çi nîne. Xebera Xwedê usa jî alî me dike ku zelal bivînin wekî axirî nêzîk e. Lê ya lape baş ew e wekî Kitêba Pîroz me hîn dike ku çawa xilaz bin! Werên em pêşiyê şirovekin hine nihêrandinêd nerast, û usa jî pêbihesin li gora Kitêba Pîroz çi tê hesabê xilazî.

XILAZÎ ÇI NAYÊ HESABÊ

  1. XILAZÎ NAYÊ HESABÊ KU ERD PÊ AGIR WÊ KUTA BE.

    Kitêba Pîroz dibêje: “[Xwedê] erdê li ser bingeha wê ava kir, da ku her û her neleqe” (Zebûr 104:5, ÎM). Ew rêz û rêzêd din jî, mera îzbat dikin wekî Xwedê erdê kuta nake û tu car nahêle jî ku kuta be! (Waîz 1:4; Îşaya 45:18)

  2. XILAZÎ NAYÊ HESABÊ QEWIMANDINEKE NIŞKÊVA.

    Kitêba Pîroz eyan dike ku xilazî qirarkirî ye. Xwedê wede kifş kiriye seva wê yekê. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Lê bona wê rojê û wê sihetê tu kes nizane, ne milyaketêd ezmên û ne jî Kur, lê tenê Bav. Haş ji xwe hebin! Hişyar bimînin! Çimkî hûn nizanin kengê wextê pêra bigihîje” (Marqos 13:32, 33). Eyan e, ku Xwedê (“Bav”) “wext” kifş kir ku kengê xilaziyê destpêke.

  3. XILAZÎ WÊ JI MERIVA NÎBE Û NE JÎ JI BO ASTÊROÎDÊ.

    Lê wê çi biqewime wedê xilaziyê? Eyantî 19:11 dibêje: “Hingê min dîna xwe dayê, ezman vebû va ye hespekî boz, ku siyarê wîra Amin û Rast digotin”. Rêza 19 berdewan dike: “Hingê min ew cenewir û padşêd dinyayê ordiyêd wanva li cîkî civiyayî dîtin, wekî şerê xwe tevî wî siyarê hespê boz û ordiya wîva bikin” (Eyantî 19:11-21). Ev rêz nîvê zef bi sîmbolîk hatiye nivîsarê. Lê yeke em hêsa dikarin fem kin ku Xwedê wê ordiya milyaketêd xwe bişîne, wekî dijminêd xwe kuta ke.

Elametiya derheqa xilaziyê mizgîniya baş e, ne ku elametiya xirab

XILAZÎ ÇI TÊ HESABÊ

  1. XILAZÎ TÊ HESABÊ KUTASIYA SERWÊRTIYÊD MERIVA.

    Kitêba Pîroz dibêje: “Di rojêd wan padşada, Xwedayê ezmana wê kifş bike padşatîke ku tu car kuta nabe. Û ew padşatî miletê mayînra nayê dayînê. Ew wê ewan hemû padşatiya bipişirîne û kuta ke, lê xwexa wê bimîne heta-hetayê” (Daniyêl 2:44, DT). Çawa ku di abzasa jorêda hatibû gotinê, “padşêd dinyayê ordiyêd wanva”, yêd ku “şerê xwe tevî wî siyarê hespê boz û ordiya wîva bikin”, wê kuta bin (Eyantî 19:19).

  2. XILAZÎ TÊ HESABÊ KUTAKIRINA ŞERA, ZULMIYÊ, Û NEHEQIYÊ.

    “[Xwedê] şera dide rawestin [hildan] li çar aliyêd dinê” (Zebûr 46:9, ÎM). “Ji ber ku yêd welatda bijîn, wê yêd rast bin û kesên rast in, yêd ku li wir bimînin. Lê belê wê yêd xerab ji welêt bên ajotin û yêd xaîn jî bên girtin û avêtin” (Metelok 2:21, 22). Xwedê dibêje: “Va ez her tiştî nû çêdikim” (Eyantî 21:4, 5).

  3. XILAZÎ TÊ HESABÊ KUTASIYA RÊLÎGIYÊD KU XWEDÊRA Û MERIVARA NEAMIN IN.

    Kitêba Pîroz dibêje: “Pêxember bi fenekiyê pêxembertiyê dikin û kahînan bi destêd wanva dibin serwêr; . . . gelo hûnê li paşî vêya çi bikin?” (Yêremya 5:31) Îsa usa jî got: “Wê Rojê gelekê minra bêjin: ‘Xudan! Xudan! Ne me bi navê te pêxembertî kirin û bi navê te cin derxistin û bi navê te gelek keremet kirin?’ Hingê ezê aşkera wanra bêjim: ‘Ji min dûr kevin, neheqno! Min hûn tu car nas nekirine’” (Metta 7:21-23).

  4. XILAZÎ TÊ HESABÊ KUTAKIRINA MERIVÊD KU PIŞTGIRIYA VÊ DINYA ZULM DIKIN.

    Îsa got: “Ev e ew dîwan: Ronayî hate dinyayê, lê meriva terîstanî ji ronayê zêdetir hiz kir, çimkî kirêd wan xirabî bûn” (Yûhenna 3:19). Kitêba Pîroz gilî dike derheqa kutakirina dinyayê, wedê Nuh merivê amin. “Lê erd û ezmanêd niha jî xût bi wê xeberê têne xweykirinê, ku bi agir unda bin. Ew bona Roja Axretê têne hiştinê, kîjanêda merivêd nepak wê unda bin herin” (2 Petrûs 3:5-7).

Dîna xwe bidinê, hatina “Roja Axretê” beramber dibe tevî kutakirina “dinyayê” wedê Nuh. Lê kîjan dinê wê bê kutakirinê? Topa dinya me wê bê xweykirinê, tenê “merivêd nepak” dêmek dijminêd Xwedê, wê “unda bin”. Usa jî ewêd ku safî dikin bibine dijminêd Xwedê, wê bêne kutakirinê wedê hatina “Roja Axretêye” Xwedê. Lê dostêd Xwedê wê bêne xweykirinê, çawa ku Nuh û malbeta wî (Metta 24:37-42).

Bide ber çevê xwe ku dinya wê çiqas xweş be, çaxê Xwedê hemû zulmiyê kuta ke! Rastî jî, elametiya derheqa xilaziyê mizgîniya baş e, ne ku elametiya xirab. Lê dibek tu dişirmîş bî: “Gelo Kitêba Pîroz dibêje wekî xilazî wê kengê bê? Ew xilazî nêzîk e? Ez ça dikarim xilaz bim?”