Derbazî serecemê

Harmegedon Çi ye?

Harmegedon Çi ye?

Caba Kitêba Pîroz

 Harmegedon şerê Xwedê ye orta serwêrtiya meriva û Xwedêda. Ev hemû serwêrtî û yên ku piştgiriya wan dikin, miqabilî Xwedê ne û naxwazin gura serwêrtiya wîda bin (Zebûr 2:2). Şerê Harmegedon wê hemû serwêrtiyên meriva bide hildanê (Daniyêl 2:44).

 Xebera “Harmegedon” Kitêba Pîrozda tenê carekê heye. Ew Eyantî 16:16-da nivîsar e. Li gora pêxembertiya ji kitêba Eyantî, hemû padşên dinyayê wê wî cî, ku bi Îbranî jêra “Harmegedon” tê gotinê, top bin “bona şerê wê Roja Mezine Xwedêyê Hemû Zorayiyê” (Eyantî 16:14).

 Şerê Harmegedonêda wê kî şer bike? Îsa Mesîh wê rêberiyê ordiya ezmanî bike, û wê dijminên Xwedê alt kin (Eyantî 19:11-​16, 19-​21). Ev dijmin ew in, yên ku miqabilî serwêrtiya Xwedê ne û Xwedê ber tiştekî hesab nakin (Hezeqêl 39:7).

 Gelo şerê Harmegedon wê Rohilata Navînda be? Na. Şerê Harmegedon wê ne ku tenê cîkî be, lê ev şer nav temamiya dinyayêda be (Yêremiya 25:32-​34; Hezeqêl 39:17-​20).

 Xebera Îbraniye “Harmegedon”, kîjan ku carna tê welgerandinê ça “Har-Mêgîdon”, tê hesabê “Çiyayê Mêgîdo”. Mêgîdo şeherê Îsraêla berê bû. Ça em ji terîxiyê pêdihesin, nêzîkî wî bajarî gelek şer diqewimîn û derheqa hine ji wan şera Kitêba Pîrozda nivîsar e (Hakimtî 5:19, 20; 2 Padşatî 9:27; 23:29). Lê yeke Harmegedon nayê hesabê cîkî konkrêt nêzîkî Mêgîdoya kevin, û ne jî wêderê çiyayê mezin heye. Hemû merivên ku miqabilî Xwedê wê derên, deşta Yîzrêelêda wê ne jî cî bin. Harmegedon ew derece ye, kîjanêda miletên nav temamiya dinyayê wê bicivin, seva ku miqabilî serwêrtiya Xwedê herin.

 Wedê şerê Harmegedonê derece wê çi cûreyî be? Rast e em nizanin Xwedê wê çi cûreyî qewata xwe bide xebatê, lê em zanin ku wê bi wan tişta şer bive, çi ku ewî berê dida xebatê. Mesele, teyrok, erdhej, lêyî, agir û kirkût, birûsk û nexweşî (Îbo 38:22, 23; Hezeqêl 38:19, 22; Hebaqûq 3:10, 11; Zekerya 14:12). Wedê vê tevlihevbûnê hine dijminên Xwedê wê destpêkin hev bikujin. Lê axiriyêda wê fem bikin, ev şerê Xwedê ye, ne ku şerê meriva ye (Hezeqêl 38:21, 23; Zekerya 14:13).

 Gelo Harmegedonêda erd wê bê kutakirinê? Erd wê tu car neyê kutakirinê, çimkî ew hatiye efirandinê, seva ku însanet li ser heta-hetayê bijî (Zebûr 37:29; 96:10; Waîz 1:4). Harmegedonêda însanet jî wê bi temamî neyê kutakirinê, çimkî wedê wî şerî “elaleta mezin” dêmek cimeta Xwedê wê bê xilazkirinê (Eyantî 7:9, 14; Zebûr 37:34).

 Kitêba Pîrozda xebera “dinya” ne ku tenê bona erdê tê xebitandinê, lê usa jî bona wan merivên zulm, yên ku miqabilî Xwedê ne (1 Yûhenna 2:15-17). Dêmek femdarî ye ku çi tê hesabê “axiriya vê dinyayê”, derheqa kîjanî ku Kitêba Pîrozda tê gotinê (Metta 24:3).

 Harmegedon wê kengê be? Derheqa tengasiya mezin, axiriya kîjanî ku wê Harmegedon be, Îsa got: “Lê bona wê rojê û wê sihetê tu kes nizane, ne milyaketên ezmana, ne jî Kur, lê tenê Bav” (Metta 24:21, 36). Lê Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî Harmegedon wê wedê hatina Îsa biqewime, dêmek wedê serwêrtiya wîye ku sala 1914-da destpêbû (Metta 24:37-39).