Derbazî serecemê

Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?

Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?

Caba Kitêba Pîroz

 Padşatiya Xwedê wê hemû padşatiyên dinyayê kuta ke û dewsê xwexa ser temamiya dinyayêra serwêrtiyê bike (Daniyêl 2:44; Eyantî 16:14). Çaxê ev yek bê sêrî, Padşatiya Xwedê wê . . .

  •   Kesên zulm kuta ke, kîjan ku ji bo xwehiziyê ziyanê didine me. “Lê nepakê ji ser rûyê erdê unda bin herin û koka bêamina wê bê hatinê” (Metelok 2:22).

  •   Hemû şera bide hildanê. “[Xwedê] şera dide sekinandinê, her çar qulbên dinyayê, tîr-kevana dişkêne, rima hûr-hûrî dike û mertala bi êgir dişewitîne” (Zebûr 46:9).

  •   Edilayê û bêxofiyê bike dinyayê. “Lê belê wê her kes di bin mêwa xweda û di bin darê xweyî hêjîrêda rûnên û yê ku wan bitirsîne tune be” (Mîxa 4:4).

  •   Erdê bike cinet. “Wê çol û deşta ziha şa bibe, wê berî dilgeş bibe, wek gulan kulîlk bide” (Îşaya 35:1, ÎM).

  •   Xebata ku lezetê tîne, bide her kesî. “Kesên min [Xwedê] hilbijartin, wê bi tevahî kêfa karên destê xwe bikin. Wê beredayî keda xwe nedin” (Îşaya 65:21-23, ÎM).

  •   Nexweşiya bide hildanê. “Wê tu rûniştiyê li wir nebêje: ‘Ez nexweş im’” (Îşaya 33:24, ÎM).

  •   Ji pîrbûn-kalbûnê me aza ke. “Goştê wî ji yê zarokva tezetir dibe; vedigere rojên xweyî cihaltiyê” (Îbo 33:25).

  •   Yên mirî vegerîne jîyînê. “Hemûyên tirbada wê dengê wî [Îsa] bibihên. . . . wê bona jiyînê rabin” (Yûhenna 5:28, 29).