Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Hêviya Baş bona Roja Sibê

Hêviya Baş bona Roja Sibê

 Hûn ça difikirin halê dinyayê wê baş be? Rast e meriv îro rastî gelek çetinaya tên, lê dîsa jî ewana nihêrandina pozîtîv xwey dikin. Lê gelo em dikarin hîviya rojên baş bin? Erê. Kitêba Pîroz soz dide, wekî ew yek wê ese bê sêrî.

 Kitêba Pîroz çi hêvî dide?

 Roja îroyîn, meriv li ser temamiya dinyayê rastî cûre-cûre problêma tên. Lê Kitêba Pîroz soz dide, ku ew problêm wê dirêj nekişînin. Werên çend mesela şêwir kin.

  •   Problêm: Bê cî û sitar

     Kitêba Pîroz çi dibêje: “Û wê xaniyan ava bikin û rûnên û rezan daynin û mêwa wê bixwin” (Îşaya 65:21).

     Ew çi tê hesabê: Mala her kesî wê hebe.

  •   Problêm: Kesîbbûn û bêxebatî

     Kitêba Pîroz çi dibêje: “Yên ku bijartime, wê karên destên xwe kevin bikin” (Îşaya 65:22).

     Ew çi tê hesabê: Xebata hemû meriva wê hebe û xebata wan wê bê qîmetkirinê.

  •   Problêm: Neheqî

     Kitêba Pîroz çi dibêje: “Serok jî bi dadiyê wê serweriyê bikin” (Îşaya 32:1).

     Ew çi tê hesabê: Ji bo kesîbbûnê, kûltûr û firqiya orta mileta, meriv wê neyêne bêhurmetkirinê. Meriv hindava hev wê bi merîfet bin û qedirê hev bigirin.

  •   Problêm: Kêmasiya xwarinê û birçîbûn

     Kitêba Pîroz çi dibêje: “Li ser rûyê erdê genim zêde bibe û bilindiya wê li ser serê çiya bavêje” (Zebûr 72:16).

     Ew çi tê hesabê: Xwarin wê têr-tije hebe. Tu kes wê birçî nemîne.

  •   Problêm: Qaçaxtî û zorbetî

     Kitêba Pîroz çi dibêje: “Wê her kes di bin mêwa xweda û di bin darê xweyî hêjîrêda rûnên û yê ku wan bitirsîne tune be” (Mîxa 4:4).

     Ew çi tê hesabê: Her kes wê bêxofiyêda bijî, çimkî merivên xirab wê tune bin û “rastê li erdê war bin” (Zebûr 37:10, 29).

  •   Problêm: Şer

     Kitêba Pîroz çi dibêje: “Milet wê şûr hilnekişîne ser milet, û ewana tu car wê hîn nebin ku şer kin” (Îşaya 2:4, DT).

     Ew çi tê hesabê: Ser temamiya erdê wê edilayî hebe (Zebûr 72:7). Tu kes vê merivê xweyê nêzîk unda neke û şîna wan neke, çimkî şer wê îda tune bin.

  •   Problêm: Nexweşî

     Kitêba Pîroz çi dibêje: “Û yê ku li wir rûdinê wê nebêje: ‘Ez nexweş im’” (Îşaya 33:24).

     Ew çi tê hesabê: Meriv wê îda neçerçirin û nexweş nekevin (Îşaya 35:5, 6). Kitêba Pîroz usa jî soz dide, ku “îdî mirinê tunebe” (Eyantî 21:4).

  •   Problêm: Xirabkirina erdê

     Kitêba Pîroz çi dibêje: “Wê çol û ciyê şorex kêfxweş bibin û beyar kêfxweş bibe û mîna nêrgizê wê çîçeg bibe” (Îşaya 35:1).

     Ew çi tê hesabê: Xwedê çi ku serê-sêrîda bona meriva qirar kiribû, wê bîne sêrî û erd wê bi temamî bibe cinet (Destpêbûn 2:15; Îşaya 45:18).

 Gelo sozên ji Kitêba Pîroz bi rastî rêalî ne?

 Diqewime hêsa nîne bawer kin, ku sozên ji Kitêba Pîroz bi rastî dikarin bêne sêrî. Lê em we hêlan dikin derheqa wan sozên ji Kitêba Pîroz hê kûr lêkolîn kin. Gelo çima? Sozên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in, cude dibin ji sozên ku meriv didin, çimkî ew soz ji Xwedê ne. Dîna xwe bidinê, çi firqiya mezin vê yekêda heye:

  •   Em dikarin îtbariya xwe Xwedê bînin. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Xwedê “xweyê gotina xwe” ye (Tîto 1:2). Tenê Xwedê zane axiriyêda wê çi biqewime (Îşaya 46:10). Kitêba Pîrozda gelek pêxembertî hene, kîjan ku îda hatine sêrî û ewana îzbat dikin, ku Xwedê çi pêşda dibêje, ew yek tê sêrî. Seva ku hê zêde înformasiyayê bistînin, binihêrin vîdêo “Ça Em Dikarin Bawer Bikin, ku Kitêba Pîroz ji Xwedê ye?

  •   Qewata Xwedê heye ku problêmên me safî ke. Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku qewata Xwedê heye û ew “ça dixwaze usa dike” (Zebûr 135:5, 6). Tu tişt nikare riya Yehowa bigire, ku ew sozên xwe bîne sêrî. Xêncî vê yekê, Yehowa dixwaze alî me bike, çimkî ew me hiz dike (Yûhenna 3:16).

 Lê diqewime cem we pirs pêşda tê: “Hergê qewat û xwestina Xwedê heye ku alî me bike, çima em heta niha rastî haqas çetinaya tên?” Caba vê pirsê hûn dikarin ji vê vîdêoyê bivînin “Çima Xwedê Dihêle Wekî Em Biçerçirin?

 Çi cûreyî ew sozên ji Kitêba Pîroz wê bêne sêrî?

 Xwedê bi saya Padşatiya xwe, ya ku ser ezmên e, sozên xwe wê bîne sêrî. Ewî Îsa Mesîh ça Serwêrê vê Padşatiyê kifş kiriye û hukumetî daye destê wî, wekî ew bona erdê û meriya xem bike. Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî nexweşa qenc dikir, birçiya têr dikir, hewayê kontrol dikir, û hela hê miriya jî ji mirinê sax dikir (Marqos 4:39; 6:41-44; Lûqa 4:40; Yûhenna 11:43, 44). Bi vê yekê ewî nîşan kir, ku wê çi bike, çaxê bibe Padşê Padşatiya Xwedê.

 Seva ku hê zêde pêbihesin, wekî Padşatiya Xwedê wê çi karê wera bîne, binihêrin vîdêo “Çi ye Padşatiya Xwedê?

 Kengê ew soz wê bêne sêrî?

 Zûtirekê! Em ji ku vê yekê zanin? Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê derheqa qewimandinên usa, kîjan ku gerekê bibine nîşana vê yekê, ku Padşatiya Xwedê wê zûtirekê destpêke ser erdêra serwêrtiyê bike (Lûqa 21:10, 11). Çi ku îro vê dinyayêda diqewime, îzbat dike wekî ew pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz têne sêrî.

 Seva ku hê zêde pêbihesin, bixûnin ev gotar “Padşatiya Xwedê wê Çi Çax li ser Erdêra Serwêrtiyê Bike?

 Ça hêviya ji Kitêba Pîroz îda niha dikare alî we bike?

 Nivîskarekî Kitêba Pîroz, hêviya ji Kitêba Pîroz, beramberî “lengereke hîmgirtî” kir (Îbranî 6:19). Çawa ku lenger alî gemiyê dike, wekî ew wedê firtonê xweykirî be, usa jî hêviya ji Kitêba Pîroz alî me dike çetinayada teyax kin. Ew hêvî alî me dike, wekî îda nihada bextewar bin û hela hê sihet-qewat bin jî (1 Têsalonîkî 5:8).