Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

RIYA KU DIBE BERBI BEXTEWARIYÊ

Sihet-Qewat û Xwegirtin

Sihet-Qewat û Xwegirtin

NEXWEŞIYÊN KU NAYÊNE QENCKIRINÊ Û SEQETÎ, GELEK LI SER JÎYÎNA MERIYA HUKUM DIKIN. Nadir * wextekî yekî serxwe û qewat bû, lê paşê ew kişiya. Ew dibêje: “Ez ketime dêprêsiyayê. Qewat minda nema û min mêrxasiya xwe jî unda kir. . . . Min tirê ku jîyîna min ‘xilaz bû’”.

Mesela Nadir dide kifşê, wekî tu kes ji me nikare pêda sihet-qewata xwe kontrol bike. Lê çi jî hebe em dikarin hine tişt hildin hesab, bi saya çi jî rîska nexweşiyên me, wê kêm be. Lê hergê siheta me daha xirab dibe? Ev tê hesabê ku bextewariya me, ji dest revî? Hemikî na. Ka pêşiyê em şêwir kin hine prînsîpa, çi ku wê alî me bike sihet-qewata xwe baş kin.

“XWEGIRTΔ BIN. (1 Tîmotêyo 3:2, 11). Bi tebyetî bona sihet-qewatê nebaş e, çaxê meriv gelek dixwin û vedixwin, him jî ev biha ser wana rûdinê! “Neçe nava vexwariya, ne jî nava pirxurêd goşt. Çimkî yê vexwarî û pirxurî belengaz dibin” (Metelok 23:20, 21).

BEDENA XWE QIRÊJ NEKE. “Em ku xweyê van soza ne delalno, de em xwe ji hemû kirêtiya qalib û ruhê xwe paqij kin” (2 Korintî 7:1). Meriv bedena xwe qirêj dikin, çaxê tûtûnê dicûn yan dikişînin, xwe derziya dikin û nerast îçkê didine xebatê. Mesele, Merkeza Amêrîkayê “Disease Control and Prevention” derheqa cîxarekişandinê dibêje: “Wekî ji bo vê meniyê nexweşî pêşda tên, meriv seqet dibe û her endemê bedena wî ziyanê distîne”.

BEDENA XWE Û JÎYÎNA XWE WEK PÊŞKÊŞÊN QÎMET HESAB KE. “Çimkî ‘em bi wî [Xwedê] dijîn, dimeşin û hene’” (Karên Şandiya 17:28). Çaxê em evê yekê dişêkirînin, em hêlan dibin xwe dûr bigirin ji hemû cûre xofê ser xebatê, wedê ajotina avto yan çaxê hêsa dibin. Hemikî nehêjayî ye bona demekî lezetstandinê, temamiya jîyîna xwe seqet kî!

ÊMOSIYÊN XWEYE NERAST, KONTROL BIKE. Hiş û bedena te gelek hevgirêdayî ne. Lema jî xwe dûr bigire ji berxweketina zêde, hêrsê, çevnabariyê û êmosiyên dine xirab. Di Zebûr 37:8-da em dixûnin: “Hêrs nekeve, neqilqile”. Em usa jî dixûnin: “Bona roja sibê xema nekin, çimkî roja sibê wê bona xwe xema bike” (Metta 6:34).

DÎNA XWE BIDE FIKIRÊN RAST. “Dilê rihet jîyîna bedenê ye” tê gotinê Zebûra 14:30-da. Kitêba Pîroz usa jî dibêje: “Dilê şa mîna dermanê kêrhatî ye” (Metelok 17:22). Ev şîret aliyê zandariyêda îzbatkiriye. Doxdirekî ji Skotlendayê usa dibêje: “Ewên ku bextewar nînîn, gelek nexweş dikevin, lê hergê tu bextewar î, li axiriyê nexweşiyên te wê kêm bin”.

XWEGIRTINÊ PÊŞDA BÎNE. Anegorî Nadir derheqa kîjanî ku destpêka gotarêda hatibû gotinê, diqewime bijartina me carna tune û em gerekê hîn bin nava çetinayên xweda teyax kin. Em dikarin bifikirin ku çi bikin, seva bikaribin teyax kin. Hineka haqas berxwedikevin bona nexweşiyên xwe, ku dilteng bûne û halê xwe jî bi wê yekê daha xirab kirin. Di Metelok 24:10-da usa tê gotinê: “Heger tu tengasîyêda dilsist bî, ku usa ye tu ne xurt î”.

Yên din jî paşê wê yekê ça pêşiyê dilteng bûne, karibûn xwe destê xweda bigirin û halê xwe hevekî sivik kin. Ewana hînî derecê xwe bûn. Wana dît mecala ku bikaribin teyax kin. Nadir jî hema usa kir. Ewî got ku zef dua dikir û difikirî ser mizgîniya Kitêba Pîroz. Ew “destpêkir halê xweda tiştên baş bivîne, ne ku tenê çetinaya”. Mîna gelek meriya, yên ku rastî cêribandinên usa mezin tên, Nadir hîn bû dilremiyê, dilşewatiyê bide kifşê, çi ku ew hêlan kirin, wekî mizgîniya Kitêba Pîroz merivên dinra jî eyan ke.

Merivekî din jî, bi navê Stîv, rastî çetinayên vî cûreyî hatibû. 15 saliya xweda, ew ji bax ketibû ji bo çi jî, ji stiyê xwe heta niga ew kişiya. Lê wede şûnda, 18 saliya xweda, qewat dîsa ketibû destê wî û ew dikaribû wana bive-bîne. Paşê ew çûbû zaningehê, kîderê ku destpêkir xwe derziya bike, gelek îçkê vexwe û bênamûsiyê bike. Hêviya wî tune bû, heta ku ew destpêkir Kitêba Pîroz hîn be. Bi saya wê yekê ew karibû nihêrandineke rast ser jîyînê, nav xweda pêşda bîne, û terka xeysetên xweye xirab bida. Ew dibêje: “Ev valayî ku min nava haqas salada dilê xweda texmîn dikir, îda tune bû. Niha jîyîna min edilayêva tije ye, ez bextewar im û lezetê ji jîyîna xwe distînim”.

Mesela Stîv û Nadir, dikine bîra me giliyên ji Zebûra 19:7, 8: “Hînkirina Xudan kamil e . . . meriv ew nûyejîyîn dike. Qanûnêd Xudan rast in, dilê meriv şa dikin. Fermanêd Xudan zelal in, çevêd meriv ronayî dikin”.

^ abz. 3 Nav hate guhastinê