Derbazî serecemê

Çi Tê Hesabê Bibine Merivê Ruhanî? Gelo Ez Dikarim Bê Rêlîgiya Bibime Merivê Ruhanî?

Çi Tê Hesabê Bibine Merivê Ruhanî? Gelo Ez Dikarim Bê Rêlîgiya Bibime Merivê Ruhanî?

Caba Kitêba Pîroz

 Li gora Kitêba Pîroz merivê ruhanî ew e, kî ku dixwaze dilê Xwedê şa ke, û hîn dibe ser her tiştî bi çevê Xwedê binihêre. Merivê ruhanî qewatê dide xebatê, seva ku li gora prînsîpên Xwedê bijî û îzinê dide ruhê pîroz ku rêberiya wî bike a (Romayî 8:5; Efesî 5:1).

 Gelek car çaxê Kitêba Pîroz derheqa ruhaniyê xeber dide, ew merivê ruhanî û ne ruhanî himberî hev dike. Mesele, himberî merivê ruhanî “merivê nexweyî-Ruh wan tiştên Ruhê Xwedê qebûl nake”, dêmek hînkirinên Xwedê (1 Korintî 2:14-16). Xêncî wê yekê merivê nexweyî-ruh “hevsûdî” û hevrikiyê dide kifşê, dewsa edilayê û dilremiyê (1 Korintî 3:1-3). Ewê ku buxdana davêje û hevalên nêzîk ji hev diqetîne, mîna heywana xwe digire, ne ku mîna merivê ruhanî (Cihûda 19; Metelok 16:28). b

Vê gotarêda

 Kaniya ruhaniyê

 Em dikarin ruhanîda pêşda herin, çimkî em dilqê Xwedêda hatine efirandinê (Destpêbûn 1:27). Lema jî ecêbmayî nîne, ku gelek meriv xwe ne ku tenê tiştên matêrîalî û fîzîkî digirin û qîmet dikin, lê diha tiştên ferz.

 Ji bûyînê em dikarin xeyset-hunurên Yehowa c Xwedê nav xweda pêşda bînin. Mesele, edilayî, dilremî û hizkirin (Aqûb 3:17). Xêncî wê yekê Xwedê ruhaniya wan meriya qewî dike, yên ku her tiştî dikin, seva ku li gora qanûnên wî bijîn (Karên Şandiya 5:32).

 Çira ruhanî usa ferz e?

 Merivê ruhanî berbi “jiyîn” û edilayê diçe (Romayî 8:6). Jîyîn û edilayî ev pêşkêşên pir qîmet in ji Xwedê.

  •   Jîyîn: Xwedê soz dide, wekî wê jîyîna heta-hetayê bide merivên ruhanî (Yûhenna 17:3; Galatî 6:8).

  •   Edilayî: Vira xeberdan diçe derheqa edilaya tevî Xwedê. Ewên ku tenê derheqa hewcên xweye fîzîkî difikirin, dibine neyarên Xwedê (Romayî 8:7). Xêncî wê yekê ewên ku qewatê didine xebatê, seva ku ruhanîda pêşda herin, ewana distînin “edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e” (Fîlîpî 4:6, 7). Edilaya vî cûreyî alî wan dike, wekî bi rastî jîyîna xweda bextewar bin (Metta 5:3).

 Çawa bibine merivê ruhanî?

  •   Derheqa normên Xwedê pêbihese û li gora wan bijî. Vê yekêda xwendina Kitêba Pîroz dikare alî te bike, kîderê ku fikirên Xwedê hatine nivîsarê. Ev fikir “meriva bi rêberiya Ruhê Pîroz” nivîsîne (2 Petrûs 1:21). Çi ku tu ji Kitêba Pîroz pêbihesî, wê alî te bike wekî “bi ruh û rastiyê” Xwedê bihebînî, dêmek bi rêberiya ruhê pîroz û li gora qirara Xwedê (Yûhenna 4:24).

  •   Duada alîkariyê ji Xwedê bixwaze (Lûqa 11:13). Xwedê wê alî te bike xeyset-hunurên usa nav xweda pêşda bînî, kîjan ku merivên ruhanî eyan dikin (Galatî 5:22, 23). Xwedê usa jî bîlaniyê dide, seva ku em bikaribin ber çetinayên jîyînê teyax kin (Aqûb 1:5).

  •   Tevî merivên ruhanî hevaltiyê bike. Ewana wê te hêlan kin ku ruhaniya xwe qewî kî (Romayî 1:11, 12). Lê hevaltî tevî wan meriva nihêrandina kîjana ku Xwedê qebûl nake, dikare ruhaniya te sist ke (Aqûb 4:4).

 Gelo lazim e ez xwe li rêlîgiyekê bigirim, seva ku bibime merivê ruhanî?

 Ev yek ku meriv xwe li rêlîgiyekê digire, nayê hesabê ku ew merivekî ruhanî ye. Kitêba Pîroz dibêje: “Heger yek xwe xwedênas hesab dike û zimanê xwe nikare, ew xwexa xwe dixapîne, xwedênasiya wî pûç e” (Aqûb 1:26).

 Xêncî wê yekê Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî merivên ruhanî Xwedê usa dihebînin, çawa ku Wî xweş tê. Ewana qebûl dikin û fem dikin, wekî “Ruh yek e”, dêmek ruhê Xwedêyî pîroz. Ev ruh wana hêlan dike, wekî tevayî bi terbetî, yektiyê û edilayêda Xwedê bihebînin (Efesî 4:1-4).

 Nihêrandina nerast derheqa ruhaniyê

 Nihêrandina nerast: Bibine merivê ruhanî tê hesabê, wekî aliyê xweda her tiştî bikin, seva ku ji jîyîna xwe razî bin û feresetên xwe baş kin.

 Îzbatî: Bibine merivne ruhanî tê hesabê, usa bijîn ku her tiştîda nihêrandina Xwedê hildin hesab. Ev nayê hesabê, wekî meriv bê Xwedê dikare feresetên xwe baş ke û ji jîyînê razî be. Merivên ruhanî Yehowa Xwedê ça Efirandarê xwe qebûl dikin û li gora qirara wî dijîn. Hema ev yek wanra şabûnê tîne (Zebûr 100:3).

 Nihêrandina nerast: Meriv dikare bibe kesê ruhanî hergê tiştên ku dilê wî şa dikin, ji xwe kêm ke û xwe birîndar ke.

 Îzbatî: Merivê ku xwe birîndar dike, li gora nihêrandina xwe Xwedê dihebîne, lê ne ku li gora nihêrandina Xwedê. Ev merivê ruhanî nîne (Kolosî 2:18, 23). Kitêba Pîroz dibêje, wekî jîyîna merivê ruhanî şabûnê wîra tîne, ne ku êşê (Metelok 10:22).

 Nihêrandina nerast: Hemû cûre heleqetî tevî ruha, dikeve nava vê yekê sêrbazî û koçektî, alî meriva dike ku bibine kesên ruhanî.

 Îzbatî: Yê ku sêrbaziyêva mijûl dibe bawer dike, wekî ruhê merivê mirî dikare tevî saxa xeber de. Lê Kitêba Pîroz hîn dike, wekî merivên mirî tu tiştî nizanin (Waîz 9:5). Dêmek sêrbazî ev heye heleqetî tevî efrînên ruhanî ku miqabilî Xwedê derketin. Sêrbazî ber çevê Xwedê reş e û riya meriv digire, ku ruhanîda pêşda here (Qanûna Kahîntiyê 20:6; Qanûna Ducarî 18:11, 12).

 Nihêrandina nerast: Ruhaniya her bînberî ji bûyînê heye.

 Îzbatî: Her tişt çi ku Xwedê efirandiye, wî rûmet dike (Zebûr 145:10; Romayî 1:20). Lê tenê ew efirîn dikarin bibine kesên ruhanî, bal kîjana feresetê fikirandinê û bîlanî heye. Heywan pê înstînkta rêberî dibin û nikarin bibine dostên Xwedê, çimkî ewana tenê bona hewcên xweye fîzîkî xem dikin (2 Petrûs 2:12). Lema jî Kitêba Pîroz rabûn-rûniştin û fikirandina merivê ruhanî cude dike ji ya heywana (Aqûb 3:15; Cihûda 19).

a Destnivîsarên Kitêba Pîroze orîjînalîda xeberên ku hatine welgerandinê ça “ruh” raste-rast têne hesabê “bînhildan”. Ev gilî usa jî têne hesabê qewata ku nayê dîtinê lê hukumê vê eşkere ye. Kitêba Pîrozda tê eyankirinê ku Xwedê kesê Himzor û Ruhanî ye. Merivê ruhanî safî dike bi qirara Xwedê û ruhê Wîyî pîroz rêberî be.

b Kitêba Pîrozda giliyên “bedenî” û “fîzîkî” têne xebitandinê hindava wan meriya, nihêrandin û kirên kîjana li ser hîmê hewcên wanî bedenî û fîzîkî ne. Merivên usa normên Xwedê hilnadin hesab, gava hewcên xwe razî dikin.

c Yehowa navê Xwedê ye, kîjan ku Kitêba Pîrozda nivîsar e (Zebûr 83:18).