Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

OTARÊD BONA HÎNBÛNÊ | SERWÊRTIYA BÊKORÛPSYA

Padşatiya Xwedê​—Serwêrtiya Bêkorûpsya

Padşatiya Xwedê​—Serwêrtiya Bêkorûpsya

Rêvîzorê Nîkaraguayê şirovekir, ku çira nabe wekî korûpsyayê bidin hildanê, ewî got: “Hergê bajarvan xwe ruşetê digirin, serwêrêd welat jî wê xwe ruşetê bigirin, çimkî ewana jî bajarvan in. Ew e meniya lape mezin ku korûpsya heye”.

Dibeke hûn jî qayîl in, ku hergê welatda meriv qelp û ruşethiz in, dêmek serwêr jî qelp û ruşethiz in, çimkî serwêrêd welat jî ji wan meriya ne. Hergê usa ne, serwêrtiya bêkorûpsya gerekê ne ji meriva be. Kitêba Pîroz jî hema derheqa serwêrtiya usa dibêje. Ew heye Padşatiya Xwedê, derheqa kîjanî ku Îsa şagirtêd xwe hîn dikir ku dua bikin (Metta 6:9, 10).

Padşatiya Xwedê serwêrtiya rêalî ye, kîjan ku ji ezmana serwêrtiyê dike. Ew wê hemû serwêrtiyêd meriva bide hildanê (Zebûr 2:8, 9; Eyantî 16:14; 19:19-21). Padşatiya Xwedê wê gelek kerema bîne, lê yek ji wan kerema ew e, ku serwêrtiya bi korûpsya kokêva wê bê hildanê. Were em xeberdin derheqa şeş pirsa û pêbihesin ça Padşatiya Xwedê wê problêma korûpsyayê bide hildanê.

1. HUKUMETÎ

PROBLÊM: Serwêrêd dewletê bi wan pera têne xweykirinê, kîjan ku bajarvanêd welat didine dewletê. Çimkî ji aliyê bajarvana pere timê dikeve xizna dewletê, carna hine serwêrê dewletê dixwazin bidizin hine pere. Hinek serwêr jî ruşetê hildidin ji wan bajarvana yêd ku dixwazin wekî heqê tiştekî nedin, yan jî hê kêm bidin. Ji bo vê yekê îda hê kêm pere dikeve xizna dewletê, û dewlet jî seva ku zirarê nekeve, bahê her tiştî zêde dike. Lê meriv nikarin perê usa bidin dewletê, lema jî destpêdikin ruşetê bidine serwêra seva ku heqê tiştekî nedin û usa korûpsya hê zêde dibe. Lê hûn zanin sîstêma usada heçî zef kîjan meriv zirarê dikevin? Belê merivêd rast û helal.

SAFÎKIRIN: Padşatiya Xwedê hukumetiya xwe ji Yahowa a Xwedayê himzor hilda ye (Eyantî 11:15). Padşatiya Xwedêra nelazim e ji bineliyêd xwe pera top ke. Dewsa vê yekê Xwedayê meyî himzor û destvekirî soz dide bineliyêd padşatiya xwe, ku her tişt çi ku wanra lazim e wê bide wan (Îşaya 40:26; Zebûr 145:16).

2. SERWÊR

PROBLÊM: Sûzan Roûz-Akêrman derheqa kîjanî ku gotara dinda hatibû gotinê, giliyêd usa got: “Korûpsya pêşiyê ji nav serwêrêd dewletê gerekê bê hildanê”. Çaxê serwêrêd dewletê dixebitin ku korûpsyayê ret kin nav qulixkarêd polîsyayê û qulixkarêd ber sînorê dewletê, lê tiştekî nakin ku korûpsyayê nava serwêrêd dewletê hildin, wî çaxî meriv îda îtbariya xwe wana naynin. Belê, serwêrê lapî helal û rast jî merivekî neqedandî û bi qisûr e. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Ji ber ku li rûyê erdê zilamê salih [rast] tuneye ku, hertim qenciyê bike û qet gune neke” (Waîz 7:20).

Îsa ruşeta lape mezin înkar kir

SAFÎKIRIN: Îsa Mesîh ji aliyê Yahowada hate kifşkirinê ça serwêrê Padşatiya Xwedê, û ew tucara tiştêd xirab û nerast wê neke. Ew yek wî çaxî jî hate îzbatkirinê, çaxê Şeytan “hemû padşatiyêd dinyayê” dida Îsa, û Îsa gerekê serê xwe ber wî daniya, û bi vê yekê hebandina qelp qebûl kira. Lê Îsa ew yek înkar kir û nexwest hemû padşatiyêd dinyayê bistanda (Metta 4:8-10; Yûhenna 14:30). Hela hê çaxê Îsa ber mirinê bû, ewî ne xwest ewê vexwarinê vexwe, yê ku rast e wê êşê wî kêm kira, lê usa jî dibeke wî serxweş kira. Îsa heta xilaziyê dixwest Xwedêra amin bima û lema ewî safî kir ser ya xwe bimîne (Metta 27:34). Niha Îsa îda padşatiyê dike li ezmana, û îzbat dike ku ew layîq e wekî di Padşatiya Xwedêda bibe serwêr (Fîlîpî 2:8-11).

3. STABÎLÎZASÎ (NEGUHASTIN)

PROBLÊM: Di gelek welatada hilbijartin tê kirinê, seva ku mecala meriva hebe, wekî serwêrêd ku bi korûpsyayêva mijûl dibin ji serwêrtiyê derxin. Lê bi rastiyê ew kampanyêd hilbijartinê û dengdayîn, hê zêde mecalê didin wekî korûpsya bela be hela hê welatêd pêşdaçûyîda jî. Wedê kampanya hilbijartinê, merivêd dewletî pê perê xwe yan pê kirêd xwe, qayîm hukum dikin li ser serkarêd îroyîn û li ser wan, yêd ku wê bibin serkar.

Hakimê Dîwana Mezin ya Amêrîkayê, Paûl Stîvêns nivîsî, ku hukumbûna usa ew gelek xof e ne tenê bona başbûn û rastiya serwêrtiya, lê usa jî seva vê yekê, ku meriv îtbariya xwe unda dikin. Lema jî ecêbmayî nîne ku gelek merî dişirmîş dibin ku korûpsya diha zef di partiyêd polîtîkayêda heye.

SAFÎKIRIN: Padşatiya Xwedê tu car wê neyê guhastinê. Lema jî wedê hukumkirina vê Padşatiyê, kampanyêd bona dengdayînê îda wê tune bin, ne jî dengdayînêd qelp (Daniyêl 7:13, 14). Çimkî padşayê vê Padşatiyê, ji Xwedê hatiye jibaritinê. Lema jî ew padşatî wê hewcê dengdayînê nîbe, û tu kes wê nexweze ku ew serwêrtî bê guhastinê. Ew padşatî ku nayê guhastinê, ew yek me dide bawerkirinê, ku ewê hemû tiştî bike bona kara meriva heta-hetayê.

4. QANÛN

Padşatiya Xwedê rêalî ye, ew ji ezmana serwêrtiyê dike

PROBLÊM: Dibeke tu dişirmîş dibî, ku derxistina qanûnêd teze, hal diha baş dike. Lê êkspêrt dibêjin ku di gelek derecada usa diqewime ku çiqas qanûn gelek dibin, haqas korûpsya hê zêde dibe. Hin jî, çaxê didine xebatê ev qanûnêd ku miqabilî korûpsyayê hatine derxistinê, gele car zef biha rûdinê û karê jî nayne.

SAFÎKIRIN: Qanûnêd Padşatiya Xwedê hê girîng in, ne ku qanûnêd serwêrêd meriva. Îsa dewsa ku qanûna rêz ke, ewî mera qanûnek daye, kîjan ku nav dikin Qeydê Zêrîn. Ewî got: “Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanara bikin” (Metta 7:12). Qanûnêd Padşatiya Xwedê hukum dikin ser fikir û kirêd meriya. Îsa got: “Hevalê xwe weke xwe hiz bike” (Metta 22:39). Xwedayê ku dilê meriya divîne, ew dikare qanûnêd usa hîmlî ke yan damezirîne (1 Samûyêl 16:7).

5. NÊT

PROBLÊM: Timayî û xwehizî meriva hêlan dike berbi korûpsyayê. Hema serwêr û bajarvan jî hunurêd usa nebaş kifş dikin. Qewimandina derheqa hilşandina dikanê, kîjan ku têma pêşinda hatibû gotinê, lema qewimî çimkî serwêrêd bajar ji kompanya avakirinê ruşet hildan. Kompanya avakirinê zanibû, ku ruşetdayîn wê hê arzan ser wan rûnê, ne ku tiştêd baş bona avakirinê bidin xebatê û qanûna bêxofiyê xwey kin.

Ji vê yekê em divînin, ku hergê meriv dixwazin korûpsyayê bidine hildanê, ewana gerekê hîn bin ku ça hunurê timayê û xwehiziyê nav xweda kuta kin. Lê serwêrêd meriv ne dixwazin ne jî dikarin meriya usa hîn kin, ku ewan hunura nav xweda derxin.

SAFÎKIRIN: Padşatiya Xwedê tenê dikare meriya hîn ke, ku çawa miqabilî wan hunura herin, kîjan ku meriya berbi korûpsya dibin. b Hînbûna usa, alî meriva dike wekî “fikirêd xweda nûyejîyîn bin” (Efesî 4:23). Ewana hîn dibin ku ça derxin nav xweda hunurêd timayê û xwehiziyê, û dewsê razî bin bi vê yekê çi ku cem wana heye û xem kin derheqa meriyêd din (Fîlîpî 2:4; 1 Tîmotêyo 6:6).

6. BINELÎ

PROBLÊM: Rast e îro meriv têne hînkirinê ku rast û heq bin, lê yeke gelek meriv xwe nerastiyê û neheqiyê digirin. Û êkspêrt dibêjin ku ji bo vê yekê serwêrtiyêd meriva nikarin korûpsyayê bidine hildanê. Ew tenê dikarin hinekî kêm kin korûpsyayê.

SAFÎKIRIN: Di Konvensya Teşkîleta Miletêd Yekbûyîda, yê ku pêşberî korûpsyayê diçe, hatibû gotinê ku bona kutakirina korûpsyayê, serwêr gerekê bineliyêd xwe hêlan kin, wekî “namûs, cabdar, û heq bin”. Ew tenê hêlankirina baş e, lê Padşatiya Xwedê ne ku tenê hêlan dike, lê ji bineliyê xwe dewa dike, wekî ewan hunura nav xweda pêşda bînin. Kitêba Pîroz dibêje ku “ne timakar” û ne “hemû derewîn” Padşatiya Xwedê wê war nebin (1 Korintî 6:9-11; Eyantî 21:8).

Ji meselêd Mesîhiyêd pêşin, em dikarin bibînin ku meriv dikare hîn be hunurêd namûsî kifş ke. Mesele, çaxê şagirtekî bi navê Şimhûn dixwest pere bida ku Ruhê Pîroz bikire, şandî înkar kirin ew ruşet û gotin: “Ji wê xirabiya xwe vegere”. Çaxê Şimhûn fem kir ku ji bo nerastiya wî, axiriyê çi hîviya wî ye, ewî gote şandiya ku dua bikin bona wî, wekî ew problêma xwe safî ke (Karêd Şandiya 8:18-24).

ÇA EM DIKARIN BIBINE BINELIYÊD PADŞATIYA XWEDÊ

Firqî tune hûn ji kîjan miletî ne, hûn dikarin bibine bineliyê Padşatiya Xwedê (Karêd Şandiya 10:34, 35). Di temamiya dinyayê her kes dikare hînbûna usa bistîne, ku bizanibe çawa bibe bajarvanê Padşatiya Xwedê. Şedêd Yahowa bi dil û can dikarin wera nîşan kin, ku ça derbaz dibe hînbûna Kitêba Pîroze bê pere. Ew hînbûn heftiyê carekî derbaz dibe û dikare bikişîne 10 deqa jî. Pê tiştêd din jî, hûn hê zêde dikarin pêbihesin derheqa “Mizgîniya Padşatiya Xwedê”, û ça ew Padşatî wê korûpsyayê kokêva kuta ke (Lûqa 4:43). Em bi dil û can we teglîf dikin, têklî bin tevî Şedêd Yahowa kîjan ku nêzîkî we dimîne, yan jî têkevine li ser Malpera me, jw.org.

Tu dixwazî hînbûna Kitêba Pîroze bê pere? Bikeve www.pr418.com, yan jî şifrê skan bike

a Kitêba Pîroz dibêje ku Yahowa navê Xwedê ye.

b Tu dikarî binihêrî têma bi navê “Diqewime ku Merî Helal Be di Dinya bi Korûpsyayê?”, ji jûrnalê “Birca Qerewiliyê”, ya 1 Cotmehê, sala 2012.