Here Naverokê

Here naverokê

Xwedê Xwe bi Destê Pêxemberan bi Me Dide Naskirin

Xwedê Xwe bi Destê Pêxemberan bi Me Dide Naskirin

Di demên berê de, Xwedê bi destê pêxemberan xeberên muhîm digihandin însanan. Ev xeber çawa alî me dikin ku em bereketa Xwedê bistînin? Ka em bala xwe bidin mîsalên sê pêxemberan.

ÎBRAHÎM PÊXEMBER

Xwedê bê ferq dixwaze hemû însanan bibereket bike.

Xwedê ev soz da Îbrahîm pêxember: “Dê hemûya gelên li rûyê erdê bi navdîtiya te bên pîroz kirin!” (1. Mûsa 12:3).

Em ji vê yekê çi dielimin? Xwedê ji me pir hez dike û dixwaze însanên ji hemû gelan, yanî jin û mêr û zarokan, ên ku guhdariya wî dikin, bibereket bike.

MÛSA PÊXEMBER

Xwedê dilrehm e û ew her kesê ku dixwaze wî nas bike, bibereket dike.

Xwedê qeweta xwe da Mûsa pêxember da ku ew mucîzeyên mezin çêbike. Dîsa jî, Mûsa pêxember wisa dua kir: “Rêyên xwe ji niha ve ji min re agahî bike, da ku, bona ez di çavê te de xêrê bibînim [û] te binasim” (2. Mûsa 33:13). Xwedê ji xwestina Mûsa pêxember razî bû û xêr û bereketa xwe da wî û rê û sifatên xwe hê zêdetir bi wî da zanîn û fehmkirin. Mesela, Mûsa pêxember li ser Xwedê elimî ku ew “Xwedayê ku zehf keremkar û dilovan e” (2. Mûsa 34:6, 7).

Em ji vê yekê çi dielimin? Eger em xîret bikin ku Xwedê baştir nas bikin, ewê me giştan, yanî jin û mêr û zarokan, bibereket bike. Ew di Kitêba Pîroz de zelal dike ku gerek em çawa ji wî re îbadetê bikin û ku ew bi rastî jî dixwaze xêr û bereketa xwe bide me.

ÎSA PÊXEMBER

Îsa pêxember bi dilşewatî hemû cûreyên nexweşiyan qenc dikirin

Eger em der heqê jiyana Îsa pêxember û gotinên wî de bielimin, emê bi bereketên Xwedê yên ebedî dilşad bibin.

Em dikarin ji Peyva Xwedê gelek tiştan li ser jiyana Îsa pêxember û gotinên wî bielimin. Xwedê bi destê Îsa pêxember gelek mucîzeyên mezin çêkirin. Îsa pêxember kesên kor, ker û seqet qenc kirin. Heta wî kesên mirî jî, ji mirinê rakirin. Bi vî awayî, Îsa pêxember nîşan da, ku Xwedê wê di pêşerojê de kîjan xêr û bereketan bide însanan. Wî zelal kir ku her yek ji me çawa dikare van nîmetan bistîne: “Jiyana herheyî jî ev e: Ku ew te, tu Xwedayê bi tenê rast û Îsa Mesîhê ku te şandiye nas bikin” (Yûhenna 17:3).

Îsa pêxember dilşewat, dilrehm û dilovan bû. Jin û mêr, mezin û biçûk dihatin cem wî, çimkî wan ev teklîfa wî ya dilgerm qebûl dikir: “Ji min hîn bibin, çimkî ez nerm û ji dil nefsbiçûk im û hûnê rihetiyê ji bo canê xwe bibînin” (Metta 11:29). Li wexta Îsa pêxember gelek kesan qedrê jinan nedigirt, lê Îsa pêxember ji jinan re baş bû û wî qedir û qîmet dida wan.

Em ji vê yekê çi dielimin? Îsa pêxember ji dil ji însanan hez dikir, û wî bi mîsala xwe nîşanî me da, ku gerek em ji hevdû re çawa bin.

ÎSA PÊXEMBER NE XWEDÊ YE

Kitêba Pîroz dielimîne ku “tenê Xwedayek heye” û ku Îsa pêxember xeberbêjekî Xwedê bû (1. Korîntî 8:6). Îsa pêxember bi nefsbiçûkî got ku Xwedê ew şandiye erdê û ku Xwedê ji wî mezintir e (Yûhenna 11:41, 42; 14:28). *

^ par. 17 Ji bo ku hûn zêdetir li ser Îsa pêxember bielimin, hûn dikarin li beşên 8 û 9an ên broşûra Îmana Rasteqîn Bextewer Dike, ya ku li ser www.pr418.com jî heye, binêrin.