Here Naverokê

Here naverokê

Xwedayê “ku duayan dibihîze”, hez dike ku duayên te jî bibihîze (ZEBÛR 65:2).

Bi Destê Duayê Nêzikî Xwedê Bibe

Bi Destê Duayê Nêzikî Xwedê Bibe

Xwedê hediyeyeke taybet daye însanan – ew dua ye. Bi destê duayê em dikarin bi wî re xeber bidin û dilê xwe ji wî re vekin. Dawid pêxember wisa dua kir: “Ey tu, yê ku duayan dibihîze, wê hemû mirov bên ba te” (Zebûr 65:2). Gelo ji bo ku Xwedê duayên me bibihîze û bereketa xwe bide me, gerek em çawa dua bikin?

JI DIL Û BI NEFSBIÇÛKÎ DUA BIKE

Em dikarin di duayên xwe de dilê xwe ji Xwedê re vekin (Zebûr 62:8). Xwedê pir qîmetê dide duayên jidil.

NAVÊ XWEDÊ BÎNE ZIMÊN

Rast e ku sernavên Xwedê pir in, lê navê wî yek e. Ew dibêje: “Ez Yehowa me. Navê min ev e” (Îşaya 42:8, NWT). Navê Yehowa di Kitêba Pîroz de weke 7.000 caran derbas dibe. Gelek pêxemberan navê Xwedê di duayên xwe de dianî zimên. Mesela, gava Îbrahîm pêxember dua dikir, wî navê Yehowa digot (1. Mûsa 18:30). Îcar wexta ku em dua dikin, gerek em jî navê Xwedê, yanî Yehowa, bi kar bînin.

BI ZIMANÊ DILÊ XWE DUA BIKE

Qet ferq nake ku em bi çi zimanî xeber bidin jî, Xwedê ji fikir û hîsên me fehm dike. Peyva Xwedê ji me re wisa zelal dike: “Niha bi rastî ez fêm dikim ku li ba Xwedê xatirgirtin tune. Lê di nav her miletî de yê ku ji wî ditirse û ya rast dike, ji wî re meqbûl e” (Karên Şandiyan 10:34, 35).

Lê belê, ji bo ku em bereketa Xwedê bistînin, ne bes e ku em tenê dua bikin. Di meqaleyên din de, emê bibînin ku gerek em çi bikin.