Here Naverokê

Here naverokê

DERS 2

Xwedê bi Rastî Kî ye?

Xwedê bi Rastî Kî ye?

1. Çima lazim e ku em ji Xwedê re îbadetê bikin?

Xwedê Afirandêr e, yanî wî her tişt çêkiriye. Destpêk û dawiya wî tune (Zebûr 90:2). Mizgîna Kitêba Pîroz ji Xwedê tê (1. Tîmotêyos 1:11). Ji ber ku Xwedê heyat daye me, gerek em tenê ji wî re îbadetê bikin.​—Peyxam 4:11 bixwîne.

2. Xwedê yekî çawa ye?

Mirov nikare Xwedê bibîne, çimkî ew Ruh e. Xwedê ji her aliyî ve ji mirovan bilindtir e (Yûhenna 1:18; 4:24). Tebîat nîşan dide ku ew yekî çawa ye. Mesela, dar û gul ji me re nîşan didin ku hîkmet û hezkirina Xwedê çi qas mezin in. Mezinahiya kaînatê jî nîşanî me dide ku qeweta Xwedê çi qas mezin e.​—Romayî 1:20 bixwîne.

Kitêba Pîroz alî me dike ku em Xwedê zêdetir nas bikin. Mesela, Kitêba Pîroz rêyî me dide ku Xwedê ji çi hez dike û ji çi nefret dike, li mirovan çawa dinêre û çi dike gava mirov qencî an xerabiyê dikin.​—Zebûr 103:8-10 bixwîne.

3. Navê Xwedê çi ye?

Li Kitêba Pîroz, Xwedê wisa dibêje: “Ez Yehowa me. Navê min ev e. Ez rûmeta xwe nadim tu kesî” (Îşaya 42:8, WDN). Belê, sifatên Xwedê gelek in, lê navê wî yek e. Ev nav, di Kitêba Pîroz de nêzikî 7.000 caran derbas dibe. Çi heyf e ku gelek mirov navê Xwedê nabêjin. Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em navê Xwedê bînin ziman û wisa hurmetê bidin wî. Li demên berê, xizmetkarên Yehowa navê wî her tim dianî ziman.​—Yûhenna 17:26 bixwîne.

Li vîdeoya Gelo Navê Xwedê Heye? temaşe bike.

4. Gelo Yehowa xema me dixwe?

Mîna bavekî dilovan, Xwedê jî ji bo xêra me sebir dike

Îro, halê dinyayê pir xerab e. Ma ev tê maneya ku Yehowa xema me naxwe? Hin kes dibêjin ku Xwedê me bi tiştên xerab diceribîne, lê ev fikir ne rast e.—Aqûb 1:13 bixwîne.

Xwedê îradeya azad daye me. Loma her kes dikare xwe bi xwe qerar bide ku guh bide Xwedê an na (Yêşû 24:15). Îro, gelek mirov xerabiyê dikin û naxwazin guh bidin Xwedê. Ji ber vê yekê, kul û derd pir in. Zilm û zordariya dinyayê dilê Yehowa pir diêşîne.​—1. Mûsa 6:5, 6 bixwîne.

Yehowa xema me dixwe. Ew her tim xêra me dixwaze. Di demeke nêzik de, Xwedê wê hemû derdên dinyayê û hemû mirovên xerab tune bike. Heta niha, Xwedê ji bo sebebeke muhîm sebir kiriye. Li dersa 8an, emê vê sebebê bibînin.​—2. Petrûs 2:9; 3:7, 13 bixwîne.

5. Em çawa dikarin nêzikî Xwedê bibin?

Yehowa dixwaze ku em ji wî re dua bikin û bi vî awayî nêzikî wî bibin. Ew xema me hemûyan dixwe (Zebûr 65:2; 145:18). Eger em car caran şaşiyan bikin jî, ew niyeta dilê me dibîne û gunehên me efû dike. Em her çi qas biqisûr bin jî, em dikarin nêzikî Xwedê bibin.​—Zebûr 103:12-14; Aqûb 4:8 bixwîne.

Ji ber ku Xwedê heyat daye me, gerek em ji her kesî zêdetir ji Xwedê hez bikin (Marqos 12:30). Bi saya vê hezkirinê, tuyê bixwazî di heqê wî de zêdetir melûmatê bistînî û guh bidî wî. Bi vî awayî, tuyê nêzikî wî bibî.​—1. Tîmotêyos 2:4; 1. Yûhenna 5:3 bixwîne.