Li gor Marqos 12:1-44

  • Mîsala rezvanên mêrkuj (1-12)

  • Xwedê û Qeyser (13-17)

  • Pirsa li ser rabûna miriyan (18-27)

  • Du emrên herî muhîm (28-34)

  • Gelo Mesîh kurê Dawid e? (35-37a)

  • “Xwe ji qanûnzanan dûr bigirin” (37b-40)

  • 2 qurişên jinebiya belengaz (41-44)

12  Îsa dest pê kir ku bi mîsalan bi wan re xeber bide: “Zilamekî rezek çand û li dora wê çeperek* danî. Wî hewzeke ji bo pelçiqandina tiriyan û birceke nobedariyê çêkirin. Paşê wî rezê xwe bi kirê da rezvanan û çû cihekî dûr.  Wexta ku demsala rez hat, wî xulamek şand ba rezvanan, da ku para xwe ya rez ji wan bistîne.  Lê rezvanan ew girt, li wî xist û ew destvala şand.  Paşê wî xulamekî din şand ba wan, lê wan serê wî şikand û ew rezîl kir.  Wî yekî din jî şand, û wan ew kuşt. Û gelek kesên din hatin şandin, li hinekan xistin û yên din kuştin.  Li dawiyê, tenê yek kes mabû, kurê wî yê ezîz. Wî ew şand û ji xwe re got: ‘Ewê qedrê kurê min bigirin.’  Lê rezvanan ji hevdû re got: ‘Ew mîrasgir e. Werin em wî bikujin û mîrasa wî wê ji me re bimîne.’  Hingê wan ew girt, kuşt û avêt derveyî rez.  Îcar xwediyê rez wê çi bike? Ewê were û rezvanan bikuje û rez bide kesên din. 10  Ma we ev nivîs qet nexwendiye: ‘Kevirê ku avakaran red kir, bûye kevirê sereke*. 11  Yehowa ev yek kir û ev yek li ber çavê me wek mucîzeyê ye’?” 12  Wan pir dixwest wî bigirin, çimkî wan fehm kir ku wî bi vê mîsalê behsa wan dikir. Lê ew ji xelkê ditirsiyan, loma wan dev ji wî berda û çûn. 13  Paşê wan hin Fêrisî û piştgirên Hêrodês şandin ba wî, da ku ew Îsa bi gotinên wî bixin dafikê. 14  Gava ew hatin, wan ji wî re got: “Mamoste, em dizanin ku tu her tim rastiyê dibêjî, û ji bo te ne muhîm e ku kesên din ji te razî bin, çimkî tu qet ferq û cudahiyê naxî nav mirovan. Lê tu li gor rastiyê hîn dikî ku gerek em çawa li ser rêya Xwedê bimeşin. Ma dibe ku bac ji Qeyser* re bê dayîn yan na? 15  Ma lazim e ku em pere bidin yan na?” Lê Îsa bi durûtiya wan dizanibû û ji wan re got: “Hûn çima min diceribînin? Ka dînarekê nîşanî min bidin.” 16  Wan dînarek anî ba wî, û Îsa ji wan pirsî: “Ev sûret û nivîsa kê ye?” Wan got: “Ya Qeyser* e.” 17  Hingê Îsa got: “Îcar tiştên Qeyser* bidin Qeyser, lê tiştên Xwedê bidin Xwedê.” Û ew bi wî pir şaş man. 18  Paşê Sadûqî, yên ku bi rabûna miriyan bawer nakin, hatin ba Îsa û ji wî pirsîn: 19  “Mamoste, Mûsa ji me re nivîsand, eger zilamek bimire û jina xwe bê zarok bihêle, gerek birayê wî bi jinbiraya xwe re bizewice û bi vî awayî zuriyeta birayê xwe dewam bike. 20  Îcar heft bira hebûn. Birayê pêşîn zewicî, lê ew bê zarok mir. 21  Paşê birayê diduyan bi wê re zewicî, lê ew jî bê zarok mir. Ev tişt hat serê birayê sisêyan jî. 22  Û her heft bira bê zarok mirin. Dawiya dawî, jin jî mir. 23  Di dema rabûna miriyan de, jin wê bibe jina kê? Çimkî her heft bi wê re zewicî bûn.” 24  Îsa ji wan re got: “Hûn ji ber vê yekê şaş in, çimkî hûn ne Nivîsarên Pîroz û ne jî qudreta Xwedê dizanin. 25  Gava ew ji mirinê tên rakirin, jin û mêr nazewicin, lê ew wek melekên ezmanan in. 26  Lê di heqê rabûna miriyan de, ma we di kitêba Mûsa de li serpêhatiya deviyê nexwendiye ku Xwedê ji wî re çi gotibû: ‘Xwedayê Birahîm û Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb ez im’? 27  Ew ne Xwedayê miriyan, lê Xwedayê saxan e. Hûn gelek şaş in.” 28  Qanûnzanek hat û guh da minaqeşeya wan. Wî dît ku Îsa cewabeke xweş da û ji Îsa pirsî: “Di qanûnê de emrê herî pêşîn* çi ye?” 29  Îsa cewab da: “Emrê herî pêşîn ev e: ‘Bibihîze, ya Îsraîl, Xwedayê me Yehowa bi tenê yek Yehowa ye. 30  Gerek tu ji Xwedayê xwe Yehowa bi temamiya dilê xwe, bi temamiya canê xwe, bi temamiya hişê* xwe û bi temamiya qeweta xwe hez bikî.’ 31  Emrê diduyan jî ev e: ‘Wek ku tu ji xwe hez dikî, gerek tu ji cîranê xwe hez bikî.’ Tu emirekî ji van mezintir tune ye.” 32  Qanûnzan ji Îsa re got: “Mamoste, te rast û baş got, ‘Xwedê yek e, û ji xeynî wî xwedayekî din tune ye.’ 33  Û ev yek ku mirov ji wî bi temamiya dilê xwe, bi temamiya hişê* xwe û bi temamiya qeweta xwe hez bike û wek ku ji xwe hez dike ji cîranê xwe hez bike, ji hemû qurbanên şewitandinê û qurbanên din biqîmettir e.” 34  Gava Îsa dît ku wî bi aqilmendî cewab da, wî jê re got: “Tu ji Hukimdariya Xwedê ne dûr î.” Piştî vê tu kes newêribû tiştekî ji wî bipirse. 35  Gava Îsa di îbadetgehê de hîn dikir, wî pirsî: “Gelo qanûnzan çima dibêjin ku Mesîh kurê Dawid e? 36  Dawid bi saya ruhê pîroz bi xwe got, ‘Yehowa ji Efendiyê min re got: “Li milê minî rastê rûne heta ku ez dijminên te bixim bin lingên te.”’ 37  Dawid bi xwe ji wî re dibêje ‘Efendiyê min’. Îcar ew çawa dibe kurê wî?” Mirovan bi dil û can guh dida wî. 38  Wî dewam kir ku wan hîn bike û got: “Xwe ji qanûnzanan dûr bigirin, ên ku hez dikin bi xeftanên dirêj bigerin û dixwazin ku mirov li sûkan silavê li wan bikin. 39  Ew hez dikin di sînagogan* de li cihên pêşîn û di wexta şîvê de li cihên herî baş rûnin. 40  Ew mal û milkê jinebiyan ji wan distînin û duayên xwe dirêj dikin ku xwe bidin ber çavê xelkê. Hukmê wan wê hê girantir be.” 41  Îsa li cihekî wisa rûnişt ku qutiyên pereyan bibîne û bala xwe da ku xelk çawa pereyan davêjin. Gelek kesên dewlemend pir pere diavêtin qutiyên pereyan. 42  Jinebiyeke belengaz jî hat û 2 qurişên* ku qîmeta wan pir kêm bû, avêtin. 43  Hingê Îsa şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û ji wan re got: “Bi rastî, vê jinebiya belengaz ji hemû kesên ku pere avêtin qutiyên pereyan, zêdetir avêt. 44  Çimkî wan hemûyan ji zêdehiya milkê xwe avêt. Lê wê ji belengaziya xwe, her tiştê ku li ba wê hebû ku debara xwe bike, avêt.”

Jêrenot

Yan “sênc”.
Bi herfî “serê goşe”. Wisa tê fehmkirin ku vî kevirî du dîwar li qunceya jorîn bi hev ve digirtin, loma ew wek kevirê herî muhîm dihat dîtin.
Yan “Sezar”.
Yan “Sezar”.
Yan “Sezar”.
Yan “herî muhîm”.
Yan “aqil”.
Yan “aqil”.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Bi herfî “2 lepta, yanî 1 kodrantes”.