Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

John Moore/Getty Images

KAMPANIYA MEXSÛS

Problêmên Sihet-Qewatê—Padşatiya Xwedê wê Çi Bike

Problêmên Sihet-Qewatê—Padşatiya Xwedê wê Çi Bike

 “Xilaziya pandemiyayê COVID-19 hemdinyayêda, nayê hesabê, wekî COVID-19 îda bona sihet-qewata meriva temamiya dinyayêda xof nîne.. . . Çaxê pandemiya din destpêbe—û ev yek wê ese biqewime—em gerekê hazir bin”.—Doktor Têdros Adanom Gêbrêyasas, dîrêktorê sereke yê Teşkîleta Saxlemxweyîkirinêye Hemdinyayê, 22 Gulanê, sala 2023.

 Gelek meriv berdewam dikin biçerçirin ji ziyana fîzîkî û psîxîkî, yê ku pandemiya COVID-19 pey xwera hîşt. Gelo serwêr û teşkîletên ku bona sihet-qewata meriva xem dikin, wê bona pandemiya din hazir bin, û xêncî vê yekê jî, alî meriva bikin nexweşiyên, ji bo kîjana ewana îda niha diçerçirin, alt kin?

 Kitêba Pîroz dibêje derheqa hukumetiyê, kîjan ku wê bikaribe bona sihet-qewata me xem bike. Têda nivîsar e, wekî “Xwedayê ezmana wê padşatiyê kifş ke”, dêmek serwêrtiyê (Daniyêl 2:44, DT). Wedê serwêrtiya vê padşatiyê “wê tu r’ûniştiyê li wir nebêje: ‘Ez nexweş im’” (Îşaya 33:24, ÎM). Sihet-qewata her kesî wê baş be, çawa cahiltiyêda (Îbo 33:25).