Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kî wê Erdê Xilaz ke?

Kî wê Erdê Xilaz ke?

 Gelek meriv ber xwe dikevin bona wê yekê ku însanet ziyanê dide erdê û tebiyetê. Li gora nihêrandina hine êkspêrta, kirên meriva bona tebiyetê tu car usa xof nîbûne ça rojên meda, çimkî gelek heywan û şînkayî bin qeziyêda nin ku wê lapte kuta bin.

 Gelo meriv wê erdê kuta kin? Yan meriv wê hîn bin ziyanê nedine tebiyetê?

Gelo meriv wê bikaribin derecê rast kin?

 Gelek zandar bawer in ku meriv dikarin planêta me û jîyîna ser vê xwey kin û ziyanê nedinê. Lê hine lêkolînkar dibêjin ku bona wê yekê lazim e derbekêra çend aliyada guhastina bikin. Mesele:

  •   Biguhêzin mêtodên xebitandina erdê, mêşe, cimcima û okyanûsa.

  •   Hînî mêtodên erdbêcerkirinêye teze bin û kaniyên tezeye ênêrjiyayê bidine xebatê.

  •   Însanetê hînî xwarina teze bikin, wekî hê zêde pincar û şînkaya bixwin, ne ku goşt û mesî. Usa jî lazim e hîn bin xurek zêde xerc nekin û badîhewa nerêjin.

  •   Însanet qebûl ke wekî emirê bextewar qazanckirina gelek tiştava girêdayî nîne.

 Ça hûn difikirin? Gelo rêalî ye wekî serwêr, bîznêsmên û başqe-başqe meriv bibine yek wekî bigihîjine wê nêtê? Yan hunurên ku kûr nav merivada rûniştine dêmek timayî, xwehizî, û bêtalaşî wê nehêlin bigihîjine wê nêtê? (2 Tîmotêyo 3:1-5)

Hêvî heye

 Kitêba Pîroz me dide bawerkirinê, wekî axiriya baş hîviya planêta me ye. Têda tê şirovekirinê ku çima qewata meriva bes nîne, wekî erdê xilaz kin. Usa jî ev dibêje ku konkrêt çi gerekê bê guhastinê û ev guhastin wê ça bêne kirinê.

 Çima qewata meriva bes nîne, wekî planêta me xilaz kin. Yehowa a Xwedê erd efirand û temî da meriva ku bona wê xem bikin (Destpêbûn 1:28; 2:15). Meriv wê bikaribûna ev temî baniyana sêrî, hergê pey rêberiya Efirandarê xwe biçûna (Metelok 20:24). Lê dewsê wana pişta xwe dane Xwedê û safî kirin xweserîxwe bin (Waîz 7:29). Meriv bi xwe nikarin miqatî erdê bin. Hergê ewana tiştekî baş kin jî, lê yeke nikarin halê planêta me bi temamî rast kin (Metelok 21:30; Yêremya 10:23).

 Guhastinên lazim. Xwedê wê nehêle meriv erdê kuta kin (Eyantî 11:18). Ew wê bineliyên erdê û serwêra ne ku biguhêze, lê dewsa wan yên teze dayne (Eyantî 21:1). Yehowa dibêje: “Va ez her tiştî nû çêdikim” (Eyantî 21:5).

 Ev guhastin wê ça bêne sêrî. Yehowa wê dewsa serwêrtiya merivayî, serwêrtiya ezmana kifş ke, ya ku tê navkirinê Padşatiya Xwedê. Serwêrê vê padşatiyê wê Îsa Mesîh be. Ew wê problêmên planêta me safî ke (Daniyêl 2:44; Metta 6:10).

 Padşatiya Xwedê wê alî meriva bike li gora prînsîpên wî bijîn. Çaxê meriv hîn bin nihêrandina Xwedê hildin hesab û şîretên wî bînin sêrî, hingê ewana wê bikaribin miqatî tebiyetê bin (Îşaya 11:9). Kitêba Pîrozda tê şirovekirinê ku Padşatiya Xwedê, kîjan ku wê ziyanê nede erdê, wê çi cûreyî bona hewcên bineliyên xwe xem bike. Bi saya Padşatiya Xwedê wê:

  •   Xwarin têr-tije be (Zebûr 72:16).

  •   Tebiyet tezeda geş be (Îşaya 35:1, 2, 6, 7).

  •   Edilayî orta meriva û heywanada hebe (Îşaya 11:6-8; Hoseya 2:18).

  •   Tebiyet û planêta me, ji kutakirinê xilaz be (Marqos 4:37-41).

 Em dikarin bawer bin wekî zûtirekê Padşatiya Xwedê wê hemû wan guhastina bîne sêrî. Bona hê zêde elametî bixûne gotar “Padşatiya Xwedê wê Çi Çax li ser Erdêra Serwêrtiyê Bike?

a Yehowa navê Xwedê ye (Zebûr 83:18).