Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

panitan/stock.adobe.com

KAMPANIYA ÊVARA BÎRANÎNÊ

Îsa wê Kesîbiyê Bide Hildanê

Îsa wê Kesîbiyê Bide Hildanê

 Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî hezkirina mezin hindava meriva dida kifşê, îlahî hindava yên kesîb û dilteng (Metta 9:36). Ew hela hê emirê xwe bona halxweşiya meriva berva da (Metta 20:28; Yûhenna 15:13). Zûtirekê ew wê ça Padşê Padşatiya Xwedê dîsa hezkirina xwe hindava merivada îzbat ke bi vê yekê, ku hukumtî û qewata xwe bide xebatê seva ku kesîbiyê nav temamiya dinyayê bide hildanê.

 Bi giliyên xweş Kitêba Pîrozda tê şirovekirinê ku Îsa wê çi bike:

  •   “Bira pişta heqîya belengazên milet bigire, bira zarên kesîba xilaz ke” (Zebûr 72:4).

 Em çawa dikarin razîbûna xwe bidine kifşê bona her tiştî, çi ku Îsa bona me kiriye û dîsa wê bike? Ji xeberên ku Lûqa 22:19-da nivîsar in, em divînin ku Îsa gote peyçûyên xwe, wekî mirina wî bînine bîra xwe. Lema jî her sal Şedên Yehowa tevayî top dibin, seva ku mirina wî bikine bîra xwe. Em we teglîf dikin, ku roja Ledê, 24 Adarê, sala 2024, tevî me Êvara Bîranîna Mirina Îsa derbaz kin.

Bistînin înformasiya derheqa Êvara Bîranînê