Li Gora Lûqa 22:1-71

  • Kahîn dixwazin Îsa bidine kuştinê (1-6)

  • Hazirbûn bona Cejina Derbazbûnêye paşin (7-13)

  • Şîva Xudan ya pêşin (14-20)

  • “Nemamê min tevî min ber sifrê ye” (21-23)

  • Deweke mezin ku yê herî mezin kî ye (24-27)

  • Peymana Îsa bona padşatiyê (28-30)

  • Îsa dibêje ku Petrûs wê wî înkar ke (31-34)

  • Hazirbûn lazim e; du şûr (35-38)

  • Îsa ser Çiyayê Zeytûnê dua dike (39-46)

  • Îsa tê girtinê (47-53)

  • Petrûs Îsa înkar dike (54-62)

  • Qerfê xwe Îsa dikin (63-65)

  • Îsa ber Dîwana Bilind ya Cihûya disekine (66-71)

22  Cejina Nanê Şkeva,* ya ku ça Cejina Derbazbûnê jî dihate navkirinê, nêzîk dibû.  Serokên kahîna û qanûnzan seva ku Îsa bidine kuştinê mecaleke baş digeriyan, çimkî ji xelqê ditirsiyan.  Hingê Şeytan ser dilê Cihûdayê Îsxeryotî hukum kir, yê ku ji Donzdeha* bû.  Cihûda çû, tevî serokên kahîna û serwêrên nobedarên paristgehê xeber da, ku ça Îsa bide destê wan.  Ewana şa bûn û wîra qayîl bûn, ku perên zîv bidine wî.  Ew jî razî bû, û ji wê demê mecalek digeriya wekî nemamiya Îsa bike, lê usa ku cimet haj pê tune be.  Roja pêşine Cejina Nanê Şkeva hat, ku qurbana Cejina Derbazbûnê gerekê bihata dayînê.  Îsa gote Petrûs û Yûhenna: “Herin û xwarina Cejina Derbazbûnê hazir kin, wekî em bixwin”.  Wana wîra got: “Tu dixwazî em kîderê hazir kin?” 10  Ewî wanra got: “Gava hûn bikevine bajêr, merivek wê rastî we bê, yê ku cêrekî avê hilgirtiye. Pey wî herine wê malê, ya ku ew bikevê. 11  Û xweyê malêra bêjin: ‘Dersdar dibêje: “Kîderê ye ew oda mêvana, kîjanêda ez dikarim tevî şagirtên xwe xwarina Cejina Derbazbûnê bixwim?”’ 12  Ew meriv wê li qatê jorin odeke mezine hevdayî nîşanî we bike. Wêderê şîvê hazir kin”. 13  Ewana jî çûn û hemû tişt usa bû çawa ku Îsa wanra gotibû. Û wana bona Cejina Derbazbûnê hemû tişt hazir kir. 14  Gava wedê şîvê hat, Îsa tevî şandiyên xwe ber sifrê rûnişt. 15  Û ewî wanra got: “Ez hizret bûm ku tevî we xwarina Cejina Derbazbûnê bixwim, pêşiya ku ez biçerçirim. 16  Ez wera dibêjim, ezê îda evê nexwim heta ku hemû tişt Padşatiya Xwedêda bê sêrî”. 17  Û ewî kasek hilda, şikirî da Xwedê û got: “Evê hildin, û nav xweda derbazî hev kin, 18  çimkî ez wera dibêjim, nihada ezê îda ji vê şeravê venexwim, heta Padşatiya Xwedê bê”. 19  Ewî usa jî nan hilda, şikirî da Xwedê, nan ker kir,* da wan û got: “Ev bedena min tê hesabê, ya ku wê bona we bê dayînê. Vê yekê bona bîranîna min bikin”. 20  Usa jî pey xwarinêra ewî kas da wan û got: “Ev kas peymana nû tê hesabê, ya ku wê ser hîmê xûna min bona we bê rêtinê. 21  Lê va ye nemamê min tevî min ber sifrê ye. 22  Belê, her tiştê ku derheqa Kurê însên hatiye nivîsarê, wê bê sêrî. Lê wey li wî merivî, yê ku wê nemamiya wî bike!” 23  Hingê wana destpêkir nav hevda ji hev bipirsin, hela ji wana kî wê evê yekê bike. 24  Usa jî deweke mezin nav wanda pêşda hat, hela ji wana yê herî mezin kî ye. 25  Lê ewî wanra got: “Padşên mileta, xwe ser wanra digirin, û kesên ku hukumî ser wan dikin Xêrxwaz têne navkirinê. 26  Lê hûn gerekê usa nîbin. Bira yê herî mezin nav weda bibe mîna yê herî biçûk, û yê ku rêberiyê dike, bira bibe mîna yê ku berdestiyê dike. 27  Kî diha mezin e, yê ber sifrê rûniştî, yan berdestî? Ne yê ber sifrê rûniştî? Lê ez nav weda mîna berdestîkî me. 28  Yên ku tengasiyên minda tevî min mane, hûn in. 29  Û ez tevî we peymana padşatiyê girêdidim, çawa Bavê min tevî min peymana padşatiyê girêda, 30  wekî hûn Padşatiya minda ji sifra min bixwin û vexwin, û ser texta rûnên û bibine hakimên 12 berekên Îsraêlê. 31  Şimhûn, Şimhûn, Şeytan xwest ku we mîna genim li bêjingê xe. 32  Lê min bona te dua-dirozge kir, wekî baweriya te sist nebe, û gava ku tu vegerî, birên xwe qewî kî”. 33  Hingê ewî got: “Xudan, ez hazir im ku tevî te bikevime kelê û tevî te bimirim jî”. 34  Lê Îsa got: “Petrûs ez tera dibêjim, îro pêşiya ku dîk bang de, tuyê sê cara bêjî, ku min nas nakî”. 35  Ewî usa jî wanra got: “Gava min hûn bê kîsik, bê torbê xwarinê û bê çarix şandin, gelo tiştek we kêm bû?” Wana got: “Na!” 36  Hingê ewî wanra got: “Lê niha, kîsikê kê heye bira xwera bive, usa jî torbên xwarinê. Û şûrê kê tune ye, bira kincê xwe bifiroşe û şûr bikire. 37  Çimkî ez wera dibêjim, gerekê eva nivîsara ser min bê sêrî, ku: ‘Ew hate hesabê ça yekî qaçax’.* Çi ku derheqa min nivîsar e tê sêrî”. 38  Hingê wana got: “Xudan, va vira du şûr hene”. Ewî wanra got: “Ev bes e”. 39  Ew ji wêderê derket û ça hergav çû ser Çiyayê Zeytûnê, û şagirt jî pey wî çûn. 40  Gava ewana gihîştine wêderê, ewî wanra got: “Dua bikin, seva ku hûn nekevine cêribandinê”. 41  Û ew hinekî* ji wan dûr ket, kete ser çoka, destpêkir dua bike 42  û got: “Bavo, hergê tu dixwazî, vê kasê ji min dûr xe. Lê bira ne ku qirara min be, lê qirara te be”. 43  Hingê ji ezmên melekek wîra xuya bû û ew qewî kir. 44  Lê ew nava cefê usa giranda bû, ku hê bi dilê kel dua dikir. Û xûdana wî mîna dilopên xûnê diketine ser erdê. 45  Paşî duakirinê, ew çû bal şagirta û dît ku ewana xewra çûne, çimkî ji bo xemgîniyê qidûm ketibûn. 46  Ewî wanra got: “Hûn çima raza ne? Rabin û dua bikin, seva ku hûn nekevine cêribandinê”. 47  Gava ewî hê xeber dida, gelek meriv hatine wêderê, û Cihûdayê ku yek ji Donzdeha bû, pêşiya wan ketibû. Ew nêzîkî Îsa bû, wekî wî paç ke. 48  Lê Îsa wîra got: “Cihûda, tu bi paçkirinê nemamiya Kurê însên dikî?” 49  Gava kesên der-dorê wî fem kirin ku çi wê biqewime, wana got: “Xudan, em bi şûr wan xin?” 50  Û ji wana yekî bi şûr xulamê kahînê mezin xist, û guhê wîyî rastê jêkir. 51  Lê Îsa got: “Bes e”. Ewî destê xwe da guhê xulam, û ew qenc kir. 52  Paşê Îsa gote serokên kahîna, serwêrên nobedarên paristgehê û rûspiyên ku hatibûn wî bigirin: “Çira ez qaçax im, ku hûn bi dara û şûra hatine? 53  Çaxê ez her roj tevî we paristgehêda bûm, we destê xwe nedida min. Lê niha wextê we û hukumê teriyê ye”. 54  Hingê wana Îsa girt û birine mala kahînê mezin, lê Petrûs dûrva pey wan diçû. 55  Gava wana orta hewşêda agir vêxist û dorê rûniştin, Petrûs jî tevî wan rûnişt. 56  Lê carîkê ew ber agir rûniştî dît, zûr bû wî nihêrî û got: “Ev meriv jî tevî wî bû”. 57  Lê ewî ev yek înkar kir û got: “Ez wî nas nakim, jinik”. 58  Hinek wede şûnda, kesekî din ew dît û got: “Tu jî yekî ji wan î”. Lê Petrûs got: “Na, ez ne yekî ji wan im”. 59  Weke sihetek şûnda, merivekî din bê dudilîbûn got: “Bi rastî ev meriv jî tevî wî bû, çimkî ew ji Celîlê ye”. 60  Lê Petrûs got: “Ez nizanim tu çi dibêjî”. Û gava ewî hê xeber dida, hema vê demê dîk bang da. 61  Hingê Xudan zivirî û li Petrûs nihêrî, û Petrûs gotina Xudan anî bîra xwe, ku wîra gotibû: “Îro pêşiya ku dîk bang bide, tuyê sê cara min înkar kî”. 62  Ew derkete derva û kele-kel giriya. 63  Merivên ku nobedariya Îsa dikirin, destpêkirin qerfên xwe wî bikin û li wî xin, 64  paşê serçevê wî dadan, û dipirsîn: “Hergê tu pêxember î, hela bêje kî te xist?” 65  Û wana miqabilî Îsa gelek kifirî kir. 66  Gava bû roj, koma rûspiyên cimetê, dêmek serokên kahîna û qanûnzan, li hev top bûn, Îsa anîn Dîwana Bilind ya Cihûya* û gotinê: 67  “Hergê tu Mesîh î, mera bêje”. Lê ewî wanra got: “Hergê ez wera bêjim jî, yeke hûnê bawer nekin. 68  Û hergê ez ji we bipirsim jî, hûnê cabê nedin. 69  Lê ji vir şûnda Kurê însên wê aliyê milê rastê, kêleka Xwedayê herî qewat rûnê”. 70  Hingê gişka got: “Dêmek tu Kurê Xwedê yî?” Ewî wanra got: “Hûn xwexa dibêjin ku ew ez im”. 71  Wana got: “Îda îzbatiya zêde çî mera ne? Çimkî me ev yek xwexa bi devê wî bihîst”.

Спартьн

Yan nanê bê hevîrtirşk.
Dêmek 12 şandî.
Raste-rast “nan şkênand”.
Raste-rast “ça yekî bêqanûn”.
Raste-rast “qasî avîtina kevirekî”.
Dêmek Sanhedrîn.