Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | ÇI BIKIN ÇAXÊ PIR XEMGÎN DIBIN

Xemgînî bona Pera

Xemgînî bona Pera

Paûl, kîjan ku jina wî û du zarên wî hene gilî dike: “Di welatê meda paşî destpêbûna înflasiyayê, xwarin gelek çetin destdiket û hin jî zef biha bû. Çaxê ez diçûm ku xwarinê bikirim, ez bi siheta disekinîm heta siriya min bihata, û gelek car çaxê îda siriya min bû, xwarin îda nedima. Ji bo birçîbûnê meriv gelek jar dibûn, û hinek jî hela hê dixeriqîn jî. Bahê xwarinên lazim, heta mîlyona û mîlîarda jî bilind dibû. Axiriyê jî perê welatê me qîmetê xwe unda kir. Min perê xwe bankêda unda kir, hin jî pênsiya xwe”.

Paûl

Paûl fem dikir, ku seva malbeta xwe xwey ke, wîra lazim bû bîlanî (Metelok 3:21). Ew gilî dike: “Ez êlêktrîk bûm, lê wî çaxî çi xebat rastî min dihat min dikir, lê heq gelek kêm bû. Hineka dewsa pera xwarin didane min, yan jî tiştên din bona malbetê. Mesele, hergê kesekî çar hev sabûn dida min, min du hev xwera dihîşt, lê du hev jî difrot. Axiriyê min 40 hev cûcik qazanç kir. Çaxê ewana mezin bûn, min firot û dewsê 300 hev cûcik kirî. Hine wede şûnda, min 50 hev guhast tevî 50 kîlogram arê genimê misirê. Malbeta me û çend malbetên din, ku me alîkarî dida wan, gelek wext pê wî arî yole çûn”.

Paûl usa jî rind zanibû, ku bîlaniya lape baş ew e, ku gumana xwe bide ser Xwedê. Xwedê hingê alî me dike, çaxê gura wî dikin. Derheqa xemên herrojî Îsa got: “Ber xwe nekevin. Çimkî . . . Bavê we zane ku hûn hewcê wan tişta ne” (Lûqa 12:29-31).

Lê yazix, dijminê Xwedê Şeytan meriva hêlan dike, ku ewana derheqa hebûnê xemgîn bin. Lema meriv gelek qewat xerc dikin, seva ku hewcên xwe û xwestinên xwe razî kin. Ewana hemû tiştî dikin, seva ku tiştên usa bikirin, kîjan ku wanra qe nelazim e. Gelek dikevine bin deyna, û paşê îda fem dikin ku “yê deyn distîne, dibe qûlê [xulamê] yê ku deyn dide” (Metelok 22:7).

Hineka safîkirinên usa kirin, ku ziyan dane xwe. Paûl dibêje: “Gelek cînarên min, malbeta xwe û hevalên xwe hîştin, û çûne welatên xerîb, seva ku pera qazanç kin. Hinek ji wana nikaribûn bixebitiyana, çimkî dokûmêntên wan nerast bûn. Wana xwe ji polîsê vedişartin û gelek car şev derva diman. Wana nedihîşt ku Xwedê alî wan bike. Lê me safî kir, ku bi alîkariya Xwedê, problêmên perava girêdayî tevî malbeta xwe safî kin”.

PEY ŞÎRETA ÎSA HERIN

Paûl berdewam dike: “Îsa got: ‘Îdî bona roja sibê xema nekin, çimkî roja sibê wê bona xwe xema bike. Xemêd rojê besî wê ne’. Lema jî, ez timê dua dikim, ku Xwedê tenê ‘nanê meyî rojê’ bide me, seva ku em bijîn. Û Xwedê jî alî me kir, çawa ku Îsa gotiye. Lê xwarina me timê ew nîbû, çi ku me hiz dikir. Carekê dikanêda ez sekinî bûm heta siriya min bihata, û min nizanibû çi tê firotinê. Çaxê siriya min hat, min dît ku tenê yogûrtê difroşin. Ez yogûrtê hiz nakim, lê ew xwarin bû, û wê êvarê me yogûrt xwar. Ez gelek ji Yahowa razî me, ku wî wedê çetin, ez û malbeta min bêxwarin ne man”. a (Binihêre spartin.)

Xwedê soz daye: “Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim” (Îbranî 13:5).

“Îro aliyê perada halê me pak e. Lê bi saya wan çetinaya, em hîn bûn ku seva xemgîn nebin, ya lape baş ew e ku gumana xwe bidine ser Yahowa. Heta em qirara Yahowa b diqedînin, ew wê timê alî me bike. Emirê meda me dît ku çawa giliyên ji Zebûr 34:8 dihatine sêrî: ‘Tem bikin û bivînin, çi qenc e Xudan. Xwezî bi wî zilamî ku xwe spartiye Xudan! (ÎM)’. Em natirsin hergê em dîsa rastî problêmên pereva girêdayî bên”.

Xwedê alî merivên amin dike, seva ku nanê wanî “rojê” hebe

“Îro em gelek rind fem dikin, ku bona meriv bijî nelazim e xebat yan pere, lê xwarin lazim e. Em gelek hîviya wî wedeyî ne, çaxê sozê Xwedê bê sêrî: ‘Li erdê . . . bi zêde barî genim hebe’. Heta ew wede bê, em gelek razî ne ku ‘kinc û xurekê me heye’. Ew giliyê ji Kitêba pîroz me gelek qewî dikin: ‘Perehizî bira nava jiyîna weda cî negire, û destêd weda çiqas heye, razî bin, çimkî Xwedê got: ‘Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim’. Ew yek me dilgerm dike û em dikarin bêjin ku: ‘Xudan piştovanê min e û ez natirsim’”. c (Binihêre spartin.)

Paûl û malbeta wî “riya Xwedêda” diçûn, çimkî baweriya wan hebû. Mera jî lazim e bawerî (Destpêbûn 6:9, PKM). Firqî tune îro em rastî problêmên perava girêdayî tên yan nayên, yan jî dibek axiriyêda bên, mesela Paûl ku bawerî û bîlaniya wî hebû, meseleke baş e bona me.

Lê em çi dikarin bikin, hergê em derheqa problêmên malbetê xemgîn dibin?

a Binihêre Metta 6:11, 34.

b Em ji Kitêba Pîroz pêdihesin ku Yahowa navê Xwedê ye.

c Binihêre Zebûr 72:16; 1 Tîmotêyo 6:8; Îbranî 13:5, 6.