Derbazî serecemê

KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIYA DIGUHÊZE

Ez Pêhesiyam wekî Yehowa Merd e û Dibaxşîne

Ez Pêhesiyam wekî Yehowa Merd e û Dibaxşîne
  • SALA BÛYÎNÊ: 1954

  • WELAT: KANADA

  • BERÊ: DEREWÎN Û XUMARBAZ

JÎYÎNA MINE BERÊ:

Ez şeherê Monrêalda, mihaleke kesîbda mezin bûme. Çaxê ez şeş meyî bûm bavê min mir, û xweykirina me heyşt zara kete stûyê diya min. Yê lapî biçûk ez bûm.

Ji biçûktayê emirê min dizivirî dora narkotîkayê, xumarbaziyê û qaçaxiyê. Dehe saliya xweda min destpêkir şixul bikim bona merivên bênamûs û yên ku pera bi selefa didan. Min gelek cara derew dikirin. Hewasa min dihat çaxê min meriv bi cûre-cûre dixalifandin. Ev yek bona min têbêjî narkotîk bû.

Çardeh saliya xweda min îda bi hostetî meriv dixapandin. Mesele, min gelek sihet, bazin, gostîlkên avzêrkirî dikirî û mora zêrê temiz lê dixist. Paşê kûçada û ber dikanên mezin, ciyê avtosekinandinada difirot. Bona min pereçêkirinê hêsatir tiştek tune bû. Carekê min nava rojekêda, dehe hezar dolar qazanç kir!

Çaxê 15 saliya xweda ez ji mekteba rastkirinê derxistim, ciyê minî jîtinê tune bû. Ez kûçada, mêşeda yan jî malê nasê xweda radizam.

Ji bo qelpiya xwe ez gelek car diketime destê polîsa, lê ez nedikirme kelê, çimkî min tiştên dizî nedifirot. Lê min cirmên mezin dida ji bo qelpiyê, xapandinê û firotana bê destûr. Ez tu kesî neditirsiyam. Min hela hê jî ji meriva dewa dikir ew pere, kîjan ku wana hildabû ji wan meriya, yên ku pere bi selefa didan. Ev yek gelek xof bû. Min carna tevî xwe qirme jî hildida û usa dibû, ku ez tevî koma qaçaxa jî diçûme ser qaçaxiyê.

KITÊBA PÎROZ ÇA JÎYÎNA MIN GUHAST:

Derheqa rastiya Kitêba Pîroz cara pêşiyê ez 17 saliya xweda pêhesiyam. Keçika ku min tev dijît hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir tevî Şedên Yehowa. Lê prînsîpên Kitêba Pîroze nav-namûsiyê, min xweş nedihatin, lema jî min ev keçik hîşt û destpêkir tevî yeke din bijîm.

Lê çaxê evê hevala mine duda jî destpêkir tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn be, ez gelek ecêbmayî mam. Ew gelek hate guhastinê. Bû yeke diha nerm, bi sebir, çi ku gelek min xweş hat. Lema jî ez razî bûm herim Oda Civatên Şedên Yehowa, kîderê meriv gelek heyf û maqûl bûn. Min firqîke mezin dît orta wan û merivên vê dinyayêda! Ez çaxê biçûk bûm, tu kesî guh nedida min. Min hizkirina dê texmîn nedikir, ne jî xemkirin hindava xweda. Lê nav Şedên Yehowada min derbêra hizkirin û dilgermî dît, çi ku ez biçûktaya xweda hizret bûm. Çaxê minra gotin, ku ez Kitêba Pîroz hîn bim, ez bi dil û can razî bûm.

Hînbûna Kitêba Pîroz emirê min xilaz kir. Ez tevî du hevalên xwe hazir dibûm herim diziyê, seva ku deynê xweye xumarbaziyê, kîjan ku pêncî hezar dolara zêdetir bû, dadim. Ez çiqas şa me, wekî min wededa xwe vê yekê paşda girt. Lê hevalên min ev dizî kirin û ji wana yek hate girtinê, de yê din jî hate kuştinê.

Wedê hînbûna Kitêba Pîroz min fem kir, wekî ez gerekê gelek guhastina bikim. Mesele, çaxê min 1 Korintî 6:10 xwend, hêsir ji çevên min barî. Wêderê tê gotinê: “Ne diz, ne timakar, ne serxweş, ne buxdanbêj, ne jî talankir Padşatiya Xwedê wê war nebe”. Min fem kir, wekî ez gerekê emirê xwe bi temamî biguhêzim (Romayî 12:2). Ez yekê hêrs û zulm bûm, emirê min jî ser hîmê derewiyê bû.

Lê ez ji Kitêba Pîroz pêhesiyam, wekî Yehowa merd e û dibaxşîne (Îşaya 1:18). Min bi dil û can wîra dua dikir û lavaya dikir, wekî alî min bike ez xwe ji emirê nerast dûr bigirim. Ez bi alîkariya Yehowa hêdî-hêdî hatime guhastinê. Lê gaveke ferz jî ew bû, wekî min û hevala xwe zewaca xwe qanûnî kir.

Îro ez sax im, çimkî pê prînsîpên Kitêba Pîroz dijîm

Ez 24 saliya xweda zewicî bûm, îda sê zarên min jî hebûn. Niha îda gerekê min xwera xebat bidîta. Lê ne xwendina min hebû, ne jî navê minî baş bona xebatê. Min dîsa bi dil û can Yehowara dua kir û destpêkir xebatê bigerim. Min mezinên xebatara digot, wekî min emirê xwe guhastiye û ezê xebatçîkî helal bim. Carna min wanara şirovedikir, wekî hînbûna Kitêba Pîroz alî min dike, ku emirê xwe biguhêzim û dixwazim bibime bajarvanekî guhdar. Lê gelek mezinên xebatê ez hilnedam. Carekê çaxê min caba pirsa dida bona xebatê, min bi helalî derheqa emirê xweyî berê gilî kir. Yê ku pirs didane min got: “Nizanim çira, lê dilê min minra dibêje, wekî ez te hildime xebatê”. Min zanibû wekî ev yek caba duayê min e. Wede şûnda ez û jina xwe hatine nixumandinê û bûne Şedên Yehowa.

MIN ÇI KAR STANDIYE:

Îro ez sax im, çimkî pê prînsîpên Kitêba Pîroz dijîm û ser riya rast im. Malbeta mine baş heye, îsafa min jî temiz e, çimkî bawer im, wekî Yehowa baxşandiye min.

Çardeh sal e ku ez xizmet dikim ça xizmetkarê hertim û alî meriva dikim ku rastiya Kitêba Pîroz pêbihesin. Ez gelek şa me, ku nava sî salî zêdetirda min alî 22 heval-xebatkarên xwe kir, ku bibine Şedên Yehowa. Wan paşwextiya jina min jî destpêkir xizmet ke ça xizmetkara hertim. Ez dîsa jî diçime dikanên mezin, lê ne bi wê nêtê ku meriva bixapînim, çawa min berê dikir. Niha îda wêderê timê derheqa baweriya xwe gilî dikim. Ez dixwazim alî meriva bikim, wekî bawer kin, ku emirekî xweş dinya tezeda pêşiya me ye, kîderê ne qaçax wê hebin, ne jî diz (Zebûr 37:10, 11).