Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE

Pêşiya ku Serfiraz bim, Min Gelek Cara Dida Der

Pêşiya ku Serfiraz bim, Min Gelek Cara Dida Der
  • SALA BÛYÎNÊ: 1953

  • WELAT: AVSTRALYA

  • BERÊ: PORNOGRAFIYÊVA GIRÊDAYÎ BÛ

JÎYÎNA MINE BERÊ:

Bavê min sala 1949-da, ji Avstralyayê derbazî Almaniyê dibe, seva ku xebatê bivîne. Li wir ew destpêdike çawa medençî (şaxtîor) dixebite, ew li ciyê elektroenerjiyê jî dixebite. Û ew li mihala bi navê Vîktoriya cîwar dibe. Li wir ew diya min distîne û sala 1953-da ez hatime bûyînê.

Çend sal şûnda, diya min tevî Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Lema jî hînkirinên Kitêba Pîroz ji biçûktayê bîra minda mabûn. Bavê min tu rêlîgiyek qebûl nedikir. Ew yekî gelek zulm bû, gişk wî ditirsiyan û diya min jî. Ewê dizîkava berdewam dikir Kitêba Pîroz hîn dibû û hînkirinên wê qebûl dikir. Çaxê bavê min malda nîbû, diya min minra û xûşka minra gilî dikir ew yek, çi ku ew ji Kitêba Pîroz pêdihesiya. Ewê mera gilî dikir derheqa erdê cinetê û usa jî wekî çawa em dikarin bextewar bin, hergê li gora prînsîpên Kitêba Pîroz bijîn (Zebûr 37:10, 29; Îşaya 48:17).

Ji bo zulmiya bavê xwe, 18 saliya xweda ez mecbûr bûm ji malê herim. Rast e min bawer dikir ew hemû tişt, çi ku diya min ez hîn dikirim, lê qîmetê vê min nizanibû. Lema jî min nedijît li gora wan hînkirina. Min destpêkir li medena komirê ça elektrîk bixebitim. Çaxê ez 20 salî bûm, ez zewicîm. Sê sal şûnda qîz mera bû û min destpêkir bifikirim, ku jîyîna minda tiştê ferz çi ye. Min zanibû ku Kitêba Pîroz dikare alî malbeta min bike, lema jî min destpêkir tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn bim. Lê jina min gelek miqabilî Şedên Yehowa bû. Çaxê ez çûme li ser civateke wan, jina min minra got ku ez bijbêrim; yan hînkirina Kitêba Pîroz bihêlim yan jî malbeta xwe. Ez ketime ber bayê jina xwe û min heleqetiya xwe tevî Şedên Yehowa qetand. Wede şûnda ez gelek poşman bûm, ku min nejbart ew, çi ku min zanibû wekî rast e.

Rojekê heval-xebatkarên min, pornografî nîşanî min kirin. Ev yek him hewas bû, him jî mirdar. Kûraya dilê xweda min destpêkir xwe sûcdar kim. Hînkirinên Kitêba Pîroz bîra minda bûn, û min zanibû ku Xwedê wê min ceza ke. Dora min timê şikilên necayîz hebûn û seva min ev îda tiştekî normal bû. Wede şûnda ez îda bi temamî pornografiyêva hatime girêdanê.

Nava 20 salên din, ez hê dûr ketim ji prînsîpên ku diya min ez hîn dikirim. Ji rabûn-rûniştandina min dihate kifşê, wekî hişê min bi çi tije bû. Xeberdan û henekên min jî necayîz bûn. Nihêrandina min ser sêksê xirab û nerast bû. Min tevî jina xwe dijît, lê heleqetiya min tevî kulfetên din jî hebû. Rojekê min li neynîkê nihêrî û min xwera got: “Tu ber çevê min reş î”. Min îda qedirê xwe nizanibû û xwe nefret dikir.

Zewaca min hilşiya û jîyîna min jî pêda xirav bû. Paşê, min bi temamiya dilê xwe Yehowara dua kir. Min tezeda destpêkir Kitêba Pîroz hîn bim, çi ku min 20 sal pêşda dabû sekinandinê. Nava wî wedeyîda bavê min mir, diya min jî hate nixumandinê û bû Şedê Yehowa.

KITÊBA PÎROZ ÇA JÎYÎNA MIN GUHAST:

Firqiya mezin hebû orta wê yekê çawa min dijît û çawa ku Kitêba Pîroz hîn dikir. Lê îjar min dixwest bistînim edilaya ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, derheqa kîjanî ku Kitêba Pîroz soz dide. Min safî kir xeberdana xwe temiz kim û xeysetê xweye xirab jî biguhêzim. Min usa jî safî kir jîyîna xweye bênamûsî bihêlim, xumarê nelîzim û îçkê pir venexwim. Xêncî wê yekê, min ji mezinê xebatê îda dizî nedikir.

Heval-xebatkarên min fem nedikirin ku çima min xwest jîyîna xweda guhastinên usa mezin bikim. Nava sê salada wana timê hemû tişt dikir, seva ku ez wegerim şixulê xweyî berê. Carna cem min dernediket xwe bigirim, mesele ez nişkêva hêrs diketim yan jî giliyên necayîz devê minra derdiketin. Hingê hevalên min digotin: “Ahan! Ev dîsa Coyê meyî berê ye”. Ew gilî çiqas dilê min diêşandin! Ez timê difikirîm, ku ezê tu car nikaribim bême guhastinê.

Ciyê xebata min tije pornografiya bû, çawa bi cûrê elektronîk usa jî bi cûrê neşirkirî. Heval-xebatkarên min, bi kompoterên xwe, şikilên necayîz hevdura dişandin, çawa ku min berê dikir. Ez dixebitîm ku ji wê yekê xwe dûr bigirim, lê wana hemû tişt dikir, seva ez bikevme ber bayê wan. Min alîkarî xwest ji wî merivî, yê ku tevî min hînkirina Kitêba Pîroz derbaz dikir. Çaxê min dilê xwe wîra wedikir, ewî bi sebir guh dida min. Ewî hine rêzên ji Kitêba Pîroz nîşanî min kir, wekî çawa ez dikarim xwestina xwe alt kim. Ewî usa jî ez hêlan kirim, wekî timê Yehowara dua bikim û alîkariyê bixwazim (Zebûr 119:37).

Rojekê min hemû heval-xebatkarên xwe top kir. Çaxê ewana civiyan, min got wekî du merivara yên ku berê gelek îçkê vedixwarin, bîra (ava ceh) bidin. Gişk destpêkirin bikine qare-qar û gotin: “Tu nikarî evê yekê bikî! Ev meriv dixebitin, seva ku evî xeysetî terk bidin!” Min jî got: “Ne ez jî, ser xeysetê xwe dixebitim”. Ji wê rojê destpêbûyî gişka fem kirin ku ez dixebitim seva pornografiyê terk bidim. Û ewana îda li ser min hukum nedikirin, wekî ez wegerim şixulê xweye berê.

Wede şûnda û bi alîkariya Yehowa, min karibû alt kim xwestina xwe ku pornografiyê binihêrim. Di sala 1999-da ez wek Şedê Yehowa hatime nixumandinê. Û ez gelek razî bûm ku mecala duda minra hate dayînê, seva ku bi jîyîneke terbet û bextewar bijîm.

Niha ez fem dikim, ku çima Yehowa nefret dike wan tişta çi ku haqas wext min berê hiz dikir. Yehowa çawa Bav ku zarên xwe hiz dike, dixwest min dûr xista ji wê ziyanê, ku pornografiya dide. Bi rastî jî giliyê ji Metelok 3:5, 6 çiqas rast in! Wê derê nivîsar e: “Bi hemûya dilê xwe, bi XUDANVA ewle bibe [îtbariya xwe bîne] û pişta xwe nesipêre aqilê xwe. Di her karê ku tu dikî ... wî nas bike û ew jî rêya te, derxe rastiyê”. Prînsîpên Kitêba Pîroz ne ku tenê me xwey dikin, lê usa jî alîkariyê didin ku sed selefî serfiraz bin (Zebûr 1:1-3).

ÇI KAR MIN STAND:

Berê min xwe nefret dikir, lê niha ez qedirê xwe zanim û dilê minda edilayî heye. Ez bi jîyîneke temiz dijîm û texmîn dikim ku Yehowa baxşandiye min û piştgiriya min dike. Di sala 2000-da min Karolîn stand, xûşkeke nazik, kîjan ku mîna min Yehowa gelek hiz dike. Mala me, cî-sitara edilayê ye. Seva me bi rastî jî qedirekî mezin e, bibine parek biratiya hemdiniyayê. Ev biratî temiz e û nava wêda hizkirin heye.