Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tevî kulfeta xwe Tabîtayê, mizgîniyê bela dikin

KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE

Bona Min Xwedê Tune bû

Bona Min Xwedê Tune bû
  • SALA BÛYÎNÊ: 1974

  • WELAT: KOMARA DÊMOKRATÎK YA ALMANYAYÊ

  • BERÊ: ATÊÎST

JÎYÎNA MINE BERÊ

Ez di gundê Saksonyayêda hatime bûyînê, yê ku berê dikete Komara Dêmokratîk ya Almanyayê (GDR). Mala me bi hizkirin tije bû û dê-bavê min jî ez hîn kirime, ku bi normên nav-namûsiyê bijîm. GDR Komûnîstî bû, lema jî bona gelek merivên Saksonyayê, rêlîgiya tişteke mûhîm nîbû. Û min jî hesab dikir ku Xwedê tune. Atêîzm û Komûnîzmê gelek hukum kirin ser 18 salên mine pêşin.

Çima Komûnîzm min xweş hat? Çimkî min gelek begem dikir ew fikir, ku hemû meriv wek hew in. Xêncî vê yekê min hesab dikir, ku temamiya hebûkê gerekê bi heqiyê nava merivada bê paravekirinê, çimkî îda firqî wê tune bûya orta dewlemendtiyê û feqîriyê. Lema jî ez ketime nava teşkîleta Komûnîsta ya bona cahila. Çaxê ez 14 salî bûm, min gelek wedê xwe xerc dikir, ku bona êkologyayê xem bikim, dêmek ez dixebitîm ku kaxazên nelazim teze kim. Merivên şeherê Aûê usa mira razî bûn seva şixulê min, ku hukumdarên wan hela hê ez xelat jî kirim. Û îda wî çaxî min usa jî hine merivê polîtîkîye GDR nas dikir, yên ku merivne bi nav û deng bûn. Min tirê ku ez berbi nêteke rast diçim û ku axiriya min wê baş be.

Paşê, nişkêva nêt-meremên min beta vebûn. Di sala 1989-da Dîwarê Bêrlînê û bloka ruhilatê ya Komûnîzmê hate hilşandinê. Ez gelek ecêbmayî dimam. Zûtirekê min têderxist, ku di GDR-da nerastî gelek belabûyî ye. Mesele merivên ku piştgiriya Komûnîzmê nedikirin, ça bajarvanên bêkêr dihatine hesabê. Lê çima usa bû? Ne Komûnîzm dibêje ku hemû meriv wek hev in. Yan kirên Komûnîzmê ji xeberdana wan, hev cude dibe? Ez gelek xemgîn bûm.

Lema jî min nêtên xwe guhast û ez mûzîkayêva û neqişikirina şiklava mijûl bûm. Ez mekteba mûzîkayê ya bilinda hîn dibûm, û min nêt da pêşiya xwe derbazî zaningehê bim, çimkî ez hizret bûm bibime mûzîkantê cêribandî û nexşkar. Xêncî wê yekê ez ji normên nav-namûsiyê dûr ketim, ku zarotiyêda ez hîn kirime. Wî çaxî bona min daha ferz bû, ku tevî çend keçika wede derbaz kim. Çi jî hebû, miqam, neqişkirina şikila û jîyîna necayîz, xemên min kêm nekirin. Hela hê ev şikil jî, kîjan min neqiş dikir, tirs didane kifşê. Çi axirî hîviya me ye? Û nêta jîyînê çi ye?

Axiriyê çaxê min caba pirsên xwe dît, ez ecêbmayî mam. Carekê êvarê di zaningehêda ez rûniştibûm tevî koma şagirta, yên ku derheqa axiriyê şêwir dikirin. Mêndî * şagirta zaningeha me, Şedê Yehowa bû. Wê êvarê evê şîreteke baş da min. Ewê got: “Andrêas, hergê tu dixwazî cabên pirsên xwe bistînî yên ku jîyîn û axriyêva girêdayî ne, rind dîna xwe bide Kitêba Pîroz”.

Min sed selefî bawer nekir, lê yeke min safî kir di Kitêba Pîrozda cabên wan pirsa bigerim. Mêndî dîna min dabû ser kitêba Daniyêl serê 2, û çaxê min xwend ez gelek ecêbmayî mam. Ev pêxembertî şirovedike derheqa rêza hukumdariya, yên ku heta roja îroyîn jî gelek hukum dikin. Mêndî usa jî pêxembertiyên din ji Kitêba Pîroz minra nîşan kir, kîjan ku axiriya meva girêdayî ne. Şikir, min caba pirsên xwe dît! Lê gelo kî ev pêxembertî nivîsîn, û kî dikaribû usa raste-rast axiriyê eyan ke? Minra zelal bû, ku Xwedê heye û tenê Ew dikare hemû tiştî eyan ke.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST

Mêndî ez dame naskirinê tevî Horst û Angêlîkayê. Ev jin-mêr Şedên Yehowa bûn. Wana alî min kir hê rind Xebera Xwedê fem kim. Min derbêra têderxist ku tenê Şedên Yehowa ew teşkîlet e, ya ku timê dîna xwe dide ser navê Xwedêyî şexsî, dêmek Yehowa, û evî navî didine xebatê (Zebûr 83:18; Metta 6:9). Ez pêhesiyam ku Yehowa Xwedê hêviyê dide însanetê, ku her-heyî li ser erdê cinetê bijîn. Zebûr 37:9 dibêje: “Yêd li Xudan sebir dikin, ewê li erdê war bin”. Evê yekê dilê min girt çimkî ev hêvî seva wan hemû meriya ne, yên ku qewatê didine xebatê, wekî li gora normên Xwedê bijîn.

Minra hêsa nîbû jîyîna xwe biguhêzim û li gora Kitêba Pîroz bijîm. Him mûzîkêda, him jî neqişkirinêda ez gelek pêşda diçûm û serfiraz dibûm. Ji bo vê yekê ez bûme yekî babax. Lema jî pêşiyê ez gerekê milûktiyê hîn bûma. Minra usa jî hêsa nîbû jîyîna xweye necayîz bihêlim. Ez çiqas razî me, ku Yehowa meriya fem dike. Ew usa jî sebirê û dilremiyê dide kifşê hindava wan merivada, yên ku bi prînsîpên Kitêba Pîroz dijîn!

Komûnîzm û Atêîzm 18 salên minî pêşinda aliyê xirabda ez guhastime, lê Kitêba Pîroz jîyîna min aliyê başda guhast. Çi ku ez pêdihesiyam, xemgîniya min derheqa axiriyê ditemirand û min nêta jîyînê dît. Di sala 1993-da, ez hatime nixumandinê û bûme Şedê Yehowa. Û sala 2000-da ez tevî Tabîtayê zewicîm, kulfeteke xîret ya ku wek min Xwedê bawer dikir. Me gelek wede xerc dikir ku alî meriya bikin, seva Kitêba Pîroz nas kin. Nihêrandina gelek meriya, yên ku rastî min tên, li ser hîmê Komûnîzmê û Atêîzmê hate sazkirinê. Minra gelek hewas e wanara gilî kim, ku çawa Yehowa nas kin.

ÇI KAR MIN STAND

Çaxê ez cara pêşiyê tevî Şedên Yehowa têklî bûm, dê-bavê min gelek ecêbmayî man. Lê hingêda wana dît, ku çawa hevaltiya min tevî wana, baş ser jîyîna min hukum dike. Ez gelek şa me ku niha dê-bavê min Kitêba Pîroz dixûnin û têne ser civatên Şedên Yehowa.

Ez û Tabîta zewaca xweda bextewar in, çimkî em dixebitin ku xwe li wan şîreta bigirin, yên ku Kitêba Pîroz dide jin-mêra. Mesele ev ku em didine xebatê şîretê derheqa aminya zewacêda, zewaca me daha qewî dike (Îbranî 13:4).

Niha îda ez ji jîyînê natirsim û derheqa axiriyê jî berxwenakevim. Ez ketime nava malbeta hemdinyayê ya wan meriya, yên ku wek min Xwedê dihebînin û nava kîjana ku heye edilaya rast û yektî. Di vê malbetêda kesek ji yên din xwe bilind hesab nake. Ew hema ew e çi ku ez hîviyê bûm û temamiya jîyîna xweda hizret bûm bigihîjime vê yekê.

^ abz. 12 Nav hatiye guhastinê.