Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE

Min Nedixwest Bimirim!

Min Nedixwest Bimirim!
  • SALA BÛYÎNÊ: 1964

  • WELAT: ÎNGLÎSTAN

  • BERÊ: CAHILEKÎ XWESERÎXWE

JÎYÎNA MINE BERÊ

Ez li Londonêda hatime bûyînê, di mahala Padîngtonêda. Min tevî diya xwe û sê xûşkên xweyî mezin dijît. Bavê min ji bo vexwarina îçkê qe malda nedima.

Çaxê ez biçûk bûm, diya min ez hîndikirim her êvar dua bikim. Cem min kitêba Zebûr hebû, û min xwera kilam çêdikirin seva ku wan Zebûra bistirêm. Tê bîra min, ça carekê kitêbekêda min tiştek xwend, çi ku ez tirsandim. Wê derê nivîsar bû: “Carekê wê roja sibê îda tune be”. Ji bo wan gilîya, ez êvara nikaribûm razama û derheqa axiriyê difikirîm. Min xwera digot: ‘Ne nêta jîyînê gerekê hebe? Çîra ez hatime dinê?’ Min nedixwest bimirim!

Min destpêkir sêrbazî û koçektiyêva mijûl bim. Min dixwest tevî miriya xeber dim, lema jî ez tevî hevalên xweye mektebê diçûme ser mezela, em usa sînemên (kîno) tirsehêz dinihêrîn. Em difikirîn, ku ew hemû tişt him hewas in him jî tirsehêz in.

Çaxê ez dehe salî bûm ez bûme yeke xwehiz. Min destpêkir titûnê bikişînim û axiriyêda ez vêva hatimê girêdanê. Hinê wede şûnda min destpêkir marîxûanê bikişînim. 11 saliya xweda min destpêkir îçkê tem kim. Rast e tema îçkê min hiz nedikir lê min begem dikir ku ji bo vê yekê ez serxweş dibûm. Min usa jî miqam û reqas hiz dikir. Min wedederbazkirin gelek hiz dikir û diçûme klûbên şevê. Ez êvara derdiketim û berbangê vedigeriyame mal. Roja din ez îda westiyayî bûm û ji bo wê yekê min timê mekteb berdida. Lê çaxê ez diçûme mektebê, wedê çend deqê hêsabûnê min îçke vedixwar.

Sala paşine mektebêda, ez gelek xirab hîn dibûm. Çaxê diya min pêhesiya derheqa kirên mine xirab, û dît ku çawa ez xirab hîn dibim, ew gelek dilteng û hêrs bû. Me hevra şer kir û ez ji malê reviyam. Çendekê min tevî hevalekî xwe Tonî dijît. Ewî xwe li dînê Rastafarî digirt. Tonî diziyên biçûk dikir û narkotîka difirot, him jî ew eyan bû ça merevekî zulm. Zûtirekê ez giran derketim û çaxê 16 salî bûm, kur mera hate bûyînê.

KITÊBA PÎROZ ÇA JÎYÎNA MIN GUHAST

Cara pêşin ez rastî Şedên Yehowa hatim, çaxê min wî xanîda dijît, kîjan ku bona wan kulfeta bû, yên ku tenê zarên xwe mezin dikirin. Vî xanîda, dewletê otax dabû min. Du kulfet yên ku Şedên Yehowa bûn, timê dihatin xaniyê me û tevî dayîkên cahil xeber didan. Carekê min jî tevî wan xeber da. Min dixwest îzbat kim wekî ewana nerast in. Lê wana ser hîmê Kitêba Pîroz caba hemû pirsên min dan. Ewana merivne qenc û dilrem bûn, çi ku gelek min xweş hat. Lema jî ez qayîl bûm ku ewana hînkirina Kitêba Pîroz tevî min derbaz kin.

Hine wede şûnda ez ji Kitêba Pîroz tiştekî usa pêhesiyam, çi ku jîyîna min guhast. Biçûktaya xweda ez mirinê ditirsiyam. Lê niha ez pêhesiyam derheqa saxkirinê, çi ku Îsa hîn dikir (Yûhenna 5:28, 29). Usa jî ez pêhesiyam, wekî Xwedê bona min xem dike (1 Petrûs 5:7). Giliyên ji Yêremya 29:11 gelek dilê min girtin. Li vir Yehowa dibêje ku rind zane wekî çi bona me qirar kiriye. Dêmek ewî bona me edilayî qirar kiriye ne ku xezeb, û ew axirîke baş mera soz dide. Lema jî min destpêkir bawer bikim ku ez jî dikarim di Cinetêda li ser erdê heta-hetayê bijîm (Zebûr 37:29).

Şedên Yehowa bi rastî jî hizkirina xwe hindava minda dane kifşê. Çaxê ez cara pêşin çûme civatên wan, hizkirina wan li ser min hukum bû, çimkî her kes hevalhiz bû! (Yûhenna 13:34, 35) Bi rastî jî ewana gelek cude dibûn ji wê dêrê, kîderê ku ez diçûm. Şedên Yehowa bi dil û can ez qebûl kirim û nenihêrîn li ser halê min. Wana wedê xwe ser min xerc dikirin, bona min xem dikirin û alîkariya kêrhatî didane min. Min xwe texmîn kir wek pareke malbeta mezin, nava kîjanîda ku hizkirin heye.

Ji hînbûna Kitêba Pîroz min fem kir ku gerekê jîyîna xweda tiştekî biguhêzim, seva ku li gora normên Xwedêyî nav-namûsiyê bijîm. Mira hêsa nîbû terka titûnê bidim. Xêncî wê yekê, min fem kir wekî hine miqamên ku min dibihîst, min hêlan dikin marîxûanayê bikişînim. Lema jî min miqamên xwe guhast. Min nedixwest dîsa jî serxweş bim, lema jî ez îda nediçûm klûbên şevê û ciyên din, kîderê ku ez dikaribûm dîsa jî biketama ber bayê îçkê. Min hevalên nû xwera digeriya, yên ku wê baş li ser min hukum kirana, û alî min bikirana, wekî jîyîna xwe biguhêzim (Metelok 13:20).

Xêncî wê yekê Tonî jî destpêkir tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn be. Çaxê Şedên Yehowa caba pirsên wî bi Kitêba Pîroz dan, ew bawer bû ku ev heye rastî. Û ewî guhastinên mezin jîyîna xweda kir; ewî hevalên xweye zulm hîşt, terka diziyên biçûk da û hela hê marîxûana jî terikand. Seva ku bi temamî dilê Xwedê şa kin, me fem kir, ku gerekê şixulên xweyî bênamûsî bihêlin û dereceke baş seva kurê xwe çêkin. Di sala 1982-da em zewicîn û heleqetiya me îda qanûnî bû.

“Niha êvara ez dikarim arxayîn razêm û berxwenekevim derheqa axiriyê û mirinê”

Tê bîra min ça min jûrnalên “Birca Qerewiliyêda” û “Hişiyar Bin!” * gotar digeriyan derheqa serhatiya wan meriya, yên ku jîyîna xwe guhastin û serfiraz bûn, çi ku mira lazim bû. Mesela wan, gelek ez hêlan dikirim! Min qewat stand ku hemû tiştî bikim wekî bême guhastinê û sist nebim. Min berdewam dikir Yehowara dua kim ku ew min nehêle. Ez û Tonî sala 1982 meha Tîrmehê hatine nixumandinê û bûne Şedên Yehowa.

ÇI KAR MIN STAND

Dostiya min tevî Yehowa Xwedê, jîyîna min xilaz kir. Min û Tonî wedê çetinda timê piştgiriya Yehowa li ser xwe texmîn dikir. Evan çetinaya em hîn kirin îtbariya xwe Xwedê bînin, û niha jî em texmîn dikin ku ew her gav alî malbeta me dike û me qewî dike (Zebûr 55:22).

Ez gelek şa me ku dikarim alîkariyê bidime kur û qîza me, wekî ewana jî mîna min Yehowa nas kin. Niha ez dilşa me çaxê divînim ku çawa nebîçirkên min zanebûnê derheqa Xwedê distînin û pêşda diçin.

Û niha êvara ez dikarim arxayîn razêm û berxwenekevim derheqa axiriyê û mirinê. Niha ez û Tonî her heftiyê serlêdana cûre-cûre civatên Şedên Yehowa dikin, seva ku wana hêlan kin. Em tevî wana alîkariyê didine merivên din seva ku baweriya xwe Îsa bînin, û bikaribin jîyîna abadîn dêmek jîyîna herheyî bistînin.

^ abz. 17 Şedên Yehowa neşir kirine.