Derbazî serecemê

KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE

Wana Pê Kitêba Pîroz Cabên Hemû Pirsa Dan!

Wana Pê Kitêba Pîroz Cabên Hemû Pirsa Dan!
  • SALA BÛYÎNÊ: 1950

  • WELAT: ÎSPANYA

  • BERÊ: XIZMETKARA DÊRÊ

JÎYÎNA MINE BERÊ:

Ez hatime bûyînê herêma Galîsiyayêda, li bakura-roavaya Îspanyayê, kîderê ku fêrma dê-bavê min hebû. Ji heyşt zara ez ya çara bûm. Me lezet didît ji hizkirin û edilaya malbeta xwe. Wan çaxa Îspanyayêda qeyde bû, wekî hema zarek ji malbetê here zaningeha dêrê, yan jî monastêrê, seva ku hîn be. Ji malbeta me sê zar çûbûn monastêrê.

Sêzdeh saliya xweda ez ketime monastêra Madrîdê, kîderê xûşka min îda hîn dibû. Îzina me tune bû hevaltiyê bikin. Me gerekê tenê qanûn baniyana sêrî, dua kira û wêderê her tişt ji me kêm dikirin. Sibehê zû me top dikirin, wekî em ser tiştên ruhanî bifikirin. Lê serê min gelek car vala bû û min nikaribû derheqa tu tiştî bifikiriya. Paşî wê yekê me kilamên rêlîgî distira û mêsayê derbaz dikir. Ev her tişt ser zimanê Latînî bû. Min tiştek fem nedikir. Lema jî min tirê Xwedê gelek ji min dûr e û ez wî nas nakim. Rojên min ker-lal derbaz dibûn. Hela hê jî çaxê ez rastî xûşka xwe dihatim, tenê îzina me hebû hevra evî gilî bêjin: “Meryema bikir pîroz be”. Xizmetkarên dêrê îzin didane me, ku tenê nîv sihet paşî nanxwarinê hevra xeber din. Firqîke gelek mezin hebû orta emirê vê derê û emirê mala meda. Min tenêbûn texmîn dikir û timê digiriyam.

Rast e min xwe nêzîkî Xwedê texmîn nedikir, lê dîsa jî 17 saliya xweda min sond xwer û bûme xizmetkara dêrê. Lê min ev yek kir, çimkî ji min dihate dewakirinê. Lê zûtirekê min destpêkir dudilî bim, gelo bi rastî Xwedê bona vê yekê ez bijartime. Kulfetên xizmetkar gelek car minra digotin, wekî kî dudilî dibe, wê here cenimê. Lê dîsa jî evê yekê dudilîbûn ji dilê min dernexist. Min zanibû wekî Îsa xwe ji meriva dûr nedigirt, dewsê ew timê nav merivada bû. Ewî ewana hîn dikirin û bona wan xem dikir (Metta 4:23-25). Çaxê ez bûme 20 salî, min fem kir, wekî ez îda nikarim bi vî emirî bijîm. Nişkêva xizmetkara sereke minra got, ku hergê ez dudilî dibim, diha baş e, wekî ez zû ji monastêrê derêm. Texmîna min ew ditirsiya, wekî nihêrandina min ser keçikên din jî hukum nebe. Lema jî ez vegeriyame mal.

Dê-bavê min, min fem kirin û bi dil û can ez qebûl kirim. Lê ji bo vê yekê ku gundê meda xebat tune bû, ez mecbûr bûm derbazî Almanyayê bim, cem birê xwe. Ew endemê koma Komûnîstî bû ya êmîgrantên Îspanyayê. Min hêsa wanra ziman dît. Ewana bona mafên xebatçiya şer dikirin û bona wê yekê, ku îzina mêra û jina wek hev be. Ez ketime partiya Komûnîstî û zûtirekê tevî endemekî vê partiyayê ketime zewacê. Çaxê min edebyetên Komûnîstî bela dikir û tevî wan diketime meşa, min tirê ez tiştekî kêrhatî dikim.

Lê wede şûnda ez vê teşkîletêda jî dudilî bûm. Min dîna xwe dayê, wekî giliyê endemên koma Komûnîstî ji rabûn-rûniştina wan cude dibûn. Çaxê sala 1971-da endemên partiya Komûnîstî, konsûlxaneya Îspanî, kîjan ku Frankfûrtêda bû, şewitandin, ez diha wanda dudilî bûm. Wana bi vê yekê miqabilî rêjîma dîktatora, ku serwêrtiyê dikirin, derketin. Lê bi nihêrandina min ev yek nehêja bû.

Paşî bûyîna zarê meyî pêşin, min mêrê xwera got wekî ezê îda neçime ser komcivînên Komûnîstî. Min xwe tenê texmîn dikir, çimkî tu hevalekî me nehat teseliya min û zarê min nekir. Ez derheqa nêta jîyînê difikirîm û min pirs dida xwe: “Gelo hêja ye qewatê xerc kin, seva ku halê dinyayê baş kin”.

KITÊBA PÎROZ ÇA JÎYÎNA MIN GUHAST:

Rojekê sala 1976-da, du Şedên Yehowa derê me xistin û edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz mera hîştin. Gava ewana careke din hatin, min gelek pirs da wan derheqa kul-derda, neheqiyê û hevcudekirinê. Ez gelek ecêbmayî mam, çimkî ewana pê Kitêba Pîroz caba hemû pirsa dan! Ez derbêra qayîl bûm Kitêba Pîroz hîn bim.

Sêrîda min tenê dixwest înformasiyayê bistînim. Lê her tişt hate guhastinê çaxê min tevî mêrê xwe destpêkir bême civîna, Oda Civata Şedên Yehowada. Wî wedeyî îda du zarên me hebûn. Û Şedên Yehowa pê erebê em dibirine Oda Civata û wedê civata alî me dikirin pey zara dinihêrîn. Ez dil-eşq Şedên Yehowava hatime girêdanê.

Lê dîsa jî hine pirsên rêlîgiyayêva girêdayî, şik dilê minda hîştibûn. Min safî kir teseliya malbeta xweye Îspanyayêda bikim. Apê min kîjan ku keşîş bû, xwest wekî ez terka hînbûna Kitêba Pîroz bidim. Lê Şedên wêderê gelek alî min kirin. Ewana caba pirsên min ser hîmê Kitêba Pîroz didan, hema ça Şedên Yehowa Almanyayêda. Min safî kir, ku çaxê vegerim Almanyayê, eseyî tevî wan hînbûnê berdewam kim. Rast e mêrê min hînbûna Kitêba Pîroz da sekinandinê, lê min dîsa jî safîkirina xwe neguhast. Û sala 1978 ez hatime nixumandinê û bûme Şedê Yehowa.

ÇI KAR MIN STAND:

Zanebûna rastiya Kitêba Pîroz alî min kir, nêta jîyînê bivînim û nêtên rast daynim pêşiya xwe. Mesele, 1 Petrûs 3:1-4 jina şîret dike, wekî qedirê mêrê xwe bigirin û gura wanda bimînin. Usa jî “ruhekî milûk” nav xweda pêşda bînin, kîjan ku ber çevê Xwedê gelek qîmet e. Prînsîpên usa heta niha jî alî min dikin wekî ez rind rola xweye ça jin û dê bînim sêrî.

Îda 35 sal e ça ez Şedê Yehowa me. Ez gelek bextewar im, wekî malbeta ruhanîda Xwedêra xizmet dikim. Usa jî ez gelek şa me wekî ji pênc zarên min, çar zar Xwedêra xizmet dikin.