Derbazî serecemê

KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE

“Wana Dixwest wekî Ez Xwexa Rastiyêda Bawer bim”

“Wana Dixwest wekî Ez Xwexa Rastiyêda Bawer bim”
  • SALA BÛYÎNÊ: 1982

  • WELAT: KOMARA DOMÎNÎK

  • BERÊ: EZ ÇA MORMON HATIME MEZINKIRINÊ

JÎYÎNA MINE BERÊ:

Ez bajarê Santo Domîngoda hatime bûyînê û ji çar zara ez yê biçûk bûm. Dê-bavê min merivne xwendî bûn û wana dixwest, wekî zarên wan nava merivên baş û merîfetda mezin bin. Çar sal pêşiya bûyîna min dê-bavê min rastî mormonên mîsyonêr hatibûn. Kincxwekirina wane maqûlî û merîfetbûna wan usa ser dê-bavê min hukum kiribû, wekî wana safî kiribû bibine endemên dêra mormona. Ser vê giravê malbeta me ya pêşin bû, ku ev dîn qebûl kiribû.

Sal pey salara min xweş dihat, wekî şixulê dêrê bikim. Usa jî min xweş dihat wekî bona wan ferz bû malbet û nav-namûsî. Ez firnaq dibûm ku mormon im û min xwera nêt danî ku bibime mîsyonêr.

Çaxê ez 18 salî bûm, malbeta min derbazî Welatên Yekbûyî bû, seva ku ez bikaribim zaningeha başda hîn bim. Salek şûnda xatiya min tevî mêrê xwe, yên ku Şedên Yehowa ne, hatine Florîdayê seva me bivînin. Wana me teglîf kirin ser civata mezin. Ez gelek ecêbmayî mam çaxê min dît der-dorê min gişk bername dibihên, rêzên Kitêba Pîroz vedikin û fikirên hewas xwera dinivîsin, min hîvî kir ku kaxaz û qalemê bidine min û min jî destpêkir xwera binivîsim.

Xatiya min û mêrê wê zanibûn, ku ez dixwazim bibime mîsyonêr û paşî civata mezin wana minra got, ku dikarin alî min bikin, ku ez ji Kitêba Pîroz hine tişt hîn bim. Ev fikir min xweş hat, çimkî min ji kitêba mormona diha zef zanibû, ne ku ji Kitêba Pîroz.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST:

Çaxê me pê têlê fikirên ji Kitêba Pîroz şêwir dikir, xatiya min û mêrê wê ez hêlan dikirim, wekî baweriya xwe beramberî hînkirinên Kitêba Pîroz bikim. Wana dixwest, wekî ez xwexa rastiyêda bawer bim.

Gelek hînkirinên dêra Mormona min çevgirtî qebûl kiribû. Lê min nizanibû ev ser hîmê Kitêba Pîroz in yan na. Carekê xatiya min jûrnala “Hişyar Bin!” minra şand ya sala 1995, 8 Mijdarê. Ev jûrnal Şedên Yehowa neşir dikin. Vê jûrnalêda çend gotarên derheqa Mormona hebûn. Ez gelek ecêbmayî mam, çaxê pêhesiyam wekî ez gelek haş hînkirinên Mormona tune me. Evê yekê ez hêlan kirime, wekî bikevime malpera Mormona, seva binihêrim hela çi ku jûrnala “Hişyar Bin!” dibêje rast e. Û ez bawer bûm, wekî ev bi rastî usa ne. Baweriya min hê qewî bû, çaxê ez çûme Welatên Yekbûyî, mûzêya Mormona.

Ez timê difikirîm, wekî Kitêba Mormona û Kitêba Pîroz hev digirin. Lê çaxê min destpêkir Kitêba Pîroz bixûnim û ser bifikirim, min firqî dît orta hînkirina Mormona û Kitêba Pîroz. Mesele kitêba Hezeqêl 18:4-da tê gotinê wekî nefs dimire. Lê Kitêba Mormona Alma 42:9-da nivîsar e: “Nefs tu car nikare bimire”.

Xêncî firqiya orta hînkirina, ez usa jî diketime şikê bona hînkirinên wane milethiziyê. Mesele, Mormona hîn dikir ku baxçê Êdênê nehiya Cêksonêda bû (Ştata Mîsûrî, Amêrîka). Ewana usa jî hîn dikin, wekî çaxê “Padşatiya Xwedê destpêke serwêrtiyê ser erdêra bike, hingê Xwedê wê bi saya Dewletên Yekbûyî serwêrtiyê bike”.

Hingê ez fikirîm: “Lê gelo wê çi bê serê welatê ku ez hatime bûyînê û usa jî yên mayîn?” Êvarekê Mormonekî cahil, kîjan ku hîn dibû wekî bibe mîsyonêr minra têlêxist. Min safî kir, wekî evê pirsê tevî wî şêwir kim. Min ji wî pirsî, wekî ewê miqabilî birê xweyî Mormon şer bike, hergê orta welatê wî û welatê wanda şer destpêbe. Ez gelek ecêbmayî mam, çaxê min bihîst, wekî ewî got “erê”! Paşî wê yekê min destpêkir hê kûr hînkirinên Mormona lêkolîn bikim û tevî rêberên wan şêwir bikim. Wana minra got, wekî cabên pirsên min veşartî ne, lê çaxê şewq hê zelal be, hingê hemû tişt wê eyan be.

Ji giliyê wan ez zef dilteng bûm û min destpêkir xwera bifikirim, ku ez çira dixwazim bibime mîsyonêrê Mormona. Min fem kir, wekî bi rastî nêta min ew e, wekî alîkariyê bidime meriva û usa jî min hiz dikir, wekî qedirê min bigirin. Mîsyonêr gerekê derheqa Xwedê meriya hîn kin. Lê min derheqa Xwedê lap hindik zanibû. Rast e berê min gelek car Kitêba Pîroz xwendibû, lê bi rastî min qîmetê wê fem nedikir. Min qe nizanibû, wekî qirara Xwedê derheqa erdê û însanetê çi ye.

ÇI KAR MIN STAND:

Çaxê Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz tevî min derbaz dikirin, ez pêhesiyam ku navê Xwedê çi ye, paşî mirinê çi diqewime, û rola Îsa qirara Xwedêda çi ye, axiriyê ez qîmeta vê Kitêbê pêhesiyam û min bi şabûn destpêkir merivara gilî kim rastiya ku ez pêdihesiyam. Min zanibû, ku Xwedê heye, lê niha ez dikarim wîra bi dua xeber dim, ça hevalê xweyî lapî nêzîkra. Sala 2004, 12 Tîrmehê ez hatime nixumandinê û bûme Şedê Yehowa. Lê şeş meh şûnda, min xizmetkariya hertim destpêkir.

Bona min qedirekî mezin bû, ku min pênc sala ofîsa serekeye Şedên Yehowada, Brûklînêda (Niyû York) xizmet kiriye. Min bi şabûn alîkarî dida şixulê neşirkirina Kitêba Pîroz û edebyetên ser hîmê wê, ji kîjana ku bi mîlyona meriv nav temamiya dinyayêda karê distînin. Heta niha ez berdewam dikim alî meriva bikim, wekî derheqa Xwedê pêbihesin.