Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çi Bikin Hergê Sihet-Qewata Me Nişkêva Xirab bû?

Çi Bikin Hergê Sihet-Qewata Me Nişkêva Xirab bû?

 Diqewime sihet-qewata we nişkêva xirab bûye. Hergê erê, dêmek hûn zanin wekî ça nexweşî dikare me qidûm biêxe û qenckirin jî dikare gelek biha ser me rûnê. Çi dikare alî we bike? Hergê merivekî we yan hevalê we nexweş e, ça hûn dikarin alîkariyê bidinê? Rast e Kitêba Pîroz kitêba mêdîsînayê nîne, lê têda hûnê gelek prînsîpa bivînin, ku wedê giranda wê alî we bikin.

Şîretên ku wê alî we bikin

  •   Mêtoda qenckirinêye baş bigerin

     Kitêba Pîroz çi dibêje: “Lê gava Îsa ev yek bihîst wanara got: ‘Saxlem ne hewcê hekîm in, lê nexweş’” (Metta 9:12).

     Çi tê hesabê: Çaxê lazim e, alîkariya doxdira bixwazin.

     Bicêribîne: Qenckirineke lape baş bistînin, ku wera dest dide. Carna bi bîlanî ye nihêrandina çend doxdira pêbihesin (Metelok 14:15). Îzbat bin, wekî we hemû nîşanên nexweşiya xwe zelal gilî kir û rast ji doxdir fem kir (Metelok 15:22). Hê zêde înformasiya derheqa nexweşiya xwe û mêtodên qenckirinê, lêkolîn kin. Çaxê zanî ku çi hîviya te ye, diha hêsa dibe aliyê êmosiyalîda xwe hazir kî û safîkirina rast bikî.

  •   Xeysetên baş xwey kin

     Kitêba Pîroz çi dibêje: “Hîndariya qalib kêrî” bedenê tê (1 Tîmotêyo 4:8).

     Çi tê hesabê: Xeysetên baş ser sihet-qewata me baş hukum dibe.

     Bicêribîne: Xwera bike xeyset ku hergav sportêva mijûl bî, xwarina kêrhatî bixwî û rind xewa xwe bistînî. Diqewime tu îda hînî nexweşiya xwe bûyî, lê doxdir dibêjin, wekî hergê tu wede û qewatê xerc kî ku tiştên baş xwera bikî xeyset, sihet-qewata te wê baş be. Lê pêşiya ku tişteke teze bikî, îzbat be wekî ev wê ziyanê nede sihet-qewata te û miqabilî qenckirina te nîne.

  •   Alîkariyê bixwazin

     Kitêba Pîroz çi dibêje: “Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran” (Metelok 17:17).

     Çi tê hesabê: Hevalên te dikarin alî te bikin wedê giranda teyax kî.

     Bicêribîne: Hevaleke xweye nêzîkra dilê xwe veke. Xeberdana we wê aliyê êmosiyalîda qewatê bide te û şabûnê bike dilê te. Hemikî, heval û nefer dixwazin alî te bikin, lê diqewime nizanin çi alîda. Lema jî zelal wanra bêje ku tu hewcê çi yî. Ji wana hîviya gelek tişt nîbe û timê şêkirdar be. Lê seva ku tu bi zêdeyî newestî, tera lazim e sînora daynî, mesele safî kî ku çiqas car û ser çiqas wede ewana dikarin bên wekî teseliya te bikin.

  •   Nihêrandina pozîtîv xwey kin

     Kitêba Pîroz çi dibêje: “Dilê şa mîna dermanê kêrhatî ye, lê dilê xem û xeyal hişkbûna hestûya ye” (Metelok 17:22).

     Çi tê hesabê: Nihêrandina pozîtîv û hêvî dikarin alî te bikin dilrihetiyê xwey kî.

     Bicêribîne: Hînî dereca xweye teze be û bifikire ser wê yekê ku qewata te digihîje çi. Xwe beramberî kesên din neke, û sihet-qewata xweye niha beramberî ya berê neke (Galatî 6:4). Nêtên usa dayne pêşiya xwe, ku bikaribî bînî sêrî, çimkî ev yek wê êmosiyên baş nav teda pêşda bîne (Metelok 24:10). Çiqas destê te tê, alî meriva bike. Gava alî meriva bikî, tuyê şabûnê bistînî û wê nihêrandina pozîtîv nav teda pêşda bê (Karên Şandiya 20:35).

Gelo Xwedê dikare halê teyî giranda alî te bike?

 Kitêba Pîroz nîşan dike, wekî Yehowa Xwedê a dikare alî meriva bike, çaxê ew nexweş in. Rast e Xwedê îro bi keremetî meriva qenc nake, lê merivên ku Xwedê hiz dikin dikarin alîkariyê bistînin bi van cûra:

 Dilrihetî. Yehowa dikare “edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e”, bide me (Fîlîpî 4:6, 7). Ev edilayî, yan jî dilrihetî, dikare alî meriva bike bi zêdeyî xemgîn nebin. Xwedê evê edilayê dike dilê wan meriva, yên ku wîra dua dikin û dilê xwe jêra vedikin (1 Petrûs 5:7).

 Bîlanî. Yehowa dikare bîlaniyê bide me seva ku em safîkirinên rast bikin (Aqûb 1:5). Çaxê meriv prînsîpên ji Kitêba Pîroz lêkolîn dike û tîne sêrî, ev bîlaniyê qazanc dike.

 Hêviya derheqa axiriya bextewar. Yehowa axirîke usa soz dide: “Tu rûniştiyê li wir nebêje: ‘Ez nexweş im’” (Îşaya 33:24, ÎM). Ev hêvî alî merivên ku giran nexweş in jî dike, wekî nihêrandina pozîtîv xwey kin (Yêremya 29:11, 12).

a Yehowa navê Xwedê ye, kîjan ku Kitêba Pîroz eyan dike (Zebûr 83:18).