Derbazî serecemê

Nexweşiya Kronîkî; Gelo Kitêba Pîroz Dikare Alîkariyê Bide?

Nexweşiya Kronîkî; Gelo Kitêba Pîroz Dikare Alîkariyê Bide?

Caba Kitêba Pîroz

 Belê. Xwedê xem dike bona xizmetkarên xwe, kîjan ku nexweş in. Derheqa xizmetkarên amin Kitêba Pîroz dibêje: “Di dema bêtaqetiyêda, Xudan ji bo wî dibe destek” (Zebûr 41:3). Hergê nexweşiya weye kronîkî heye, sê şîretên jêrê dayî dikarin alî we bikin:

  1.   Duada qewatê bixwaze. Tu dikarî bistînî “e′dilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e”. Ev yek wê dilê te rihet ke û te qewî ke (Fîlîpî 4:6, 7).

  2.   Nihêrandina pozîtîv xwey ke. Kitêba Pîroz dibêje: “Dilê şa mîna dermanê kêrhatî ye, lê dilê xem û xeyal hişkbûna hestûya ye” (Met’elok 17:22). Bira dilê te timê şa be, çimkî ev ne tenê dikare rojên giranda alî te bike, lê ser sihet-qewata te jî wê baş hukum ke.

  3.   Hêviya xwe qewî ke. Çaxê nexweşiya meye kronîkî heye, hêvî dikare alî me bike şabûna dilê xwe unda nekin (Romayî 12:12). Kitêba Pîroz derheqa wî wedeyî pêxembertiyê dike, gava tu kes ji meriya wê nebêje: “Ez nexweş im” (Îşaya 33:24). Hingê Xwedê wê nexweşiyên kronîkî bide hildanê, kîjan ku îro zandar jî nikarin bidine sekinandinê. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî merivên emirda mezin wê dîsa jî cahil û sihet-qewat bin: “Goştê wî ji yê zarok vê zêdetir dibe; vedigere rojên xwe yî ciwaniyê” (Îbo 33:25).

 Fikirê sereke: Hemikî Şedên Yehowa hemû aliyava îtbariya xwe Xwedê tînin, lê çaxê nexweşiyên wane kronîkî hene, vê derecêda ewana qenckirineke baş digerin (Marqos 2:17). Em nabêjin, ku kîjan mêtoda qenckirinê baş e û kîjan na, çimkî evê pirsê her kes gerekê xwexa safî ke.