Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | KITÊBA PÎROZ​—HATE XWEYKIRINÊ Û GIHÎŞTE ME

Kitêba Pîroz Nava Çetinayada Hate Xweykirinê

Kitêba Pîroz Nava Çetinayada Hate Xweykirinê

ÇETINAYÎ: Gelek serwêrên polîtîkê û rêlîgiyayê, komêva top dibûn, seva ku miqabilî elametiya ji Kitêba Pîroz derên. Gelek cara wana hukumtî û navdariya xwe didane xebatê, seva ku kesek nikaribe Kitêba Pîroz tercime bike, neşir ke yan jî cem xwe xwey ke. Werên em du mesela binihêrin:

  • Nêzîkî sala 167 B.D.M.: Padşê Seleukiya bi navê Antîoxos Êpîfanes, xwest rêlîgiya Yûnaniya bike ya Cihûya. Û seva wê yekê ewî ferman da ku hemû kopiyên Nivîsarên Pîroze Îbraniya bêne kutakirinê. Terîxzan Hênrî Grêts derheqa berdestiyên wî padşayî usa nivîsî: “Ewana hemû ciya kîderê ku kitêbên gulomatkkirî ya Qanûnê didîtin, diqelişandin û dişewitandin. Usa jî wana dikuşt merivên ku Nivîsarên Pîroz dixwandin û qewat û berdilî distandin ji xwendina xwe”.

  • Weke 800 sal pêşda: Hine serwêrên Katolîka, berxwe diketin ku hine meriv, dewsa ku hînkirina Katolîka bela kin, ewana derheqa elametiya ji Kitêba Pîroz dannasîn dikirin. Û hergê cem wan meriva hebûn pirtûkên Kitêba Pîroz, ne ku Zebûrên Latînî ya Katolîka, ev meriv dihatine neheqkirinê û li ser wan digotin hêrêtîk. Dêrekê fermaneke usa derxist, wekî mêrivên wan, “timê rind û bi aminî hêrêtîka bigerin . . . û seva vê yekê ewana gerekê biketana hemû mala û ciyên weşartî, kîderê bi texmîna wan Kitêbên Pîroz hebûn. . . . Ew mal, kîderêda hêrêtîk didîtin, wêran dikirin”.

Hergê vî şixulîda dijminên Kitêba Pîrozra hev bihata, elametiya ji vê kitêbê wê unda bûya.

Kitêba Pîroze Welgerandina Wîlyam Tîndalê ya ser zimanê Înglîzî nava gelek çetinayada hate xweykirinê; mesele wedê qedexekirinê, şewitandina Kitêba Pîroz, û hela hê kuştina Tîndalê di sala 1536-da

ÇAWA KITÊBA PÎROZ HATE XWEYKIRINÊ: Padşa Antîoxos, çevê xwe dabû ser Îsraêlê, lê Cihûya komên xwe di gelek ciyên dinda jî organîze kirin. Xêncî wê yekê, zandar hatin ser wê nêtê, wekî qirna yekêda D.M.-da, 60 selefî zêdetir Cihû ji Îsraêlê der dijîtin. Kinîştên xweda, Cihû kopiyên Nivîsarên Pîroz xwey dikirin. Nava wan kopiyada usa jî hebûn Nivîsarên Pîroze usa, yên ku nisila teze jî didane xebatê, hela hê Mesîhiya jî (Karên Şandiya 15:21).

Nava Serdema Navînda, ewên ku Kitêba Pîroz hiz dikirin, bi mêrxasî ber peyketina teyax kirin û berdewam kirin Nivîsarên Pîroz tercime bikin û berbigirin. Parên Kitêba Pîroz, orta qirna 15-da, li ser weke 33 zimana zêdetir hebûn. Û wî çaxî hela hê neşirxane ku dihatine cîguhastinê, tune bûn! Paşî wê yekê, Kitêba Pîroz pir zû dihata tercimekirinê û neşirkirinê.

ÇI EM PÊHESIYAN: Padşên qewî û kahînên derewîn, bona Kitêba Pîroz gelek çetinayî pêşda dianîn, lê yeke ev kitêb nava terîxiyêda kitêbeke zef belabûyî û tercimekirî ye. Xêncî wê yekê, ev Kitêb, hukum bûye li ser qanûn û zimanê hine welata, usa jî ser jîyîna bi mîlyona meriva.