Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

ÇEV BIDINE BAWERIYA WAN | HENOX

“Ew li Xwedê Xweş Hatibû”

“Ew li Xwedê Xweş Hatibû”

JÎYÎNA Henox gelek dirêj bû. Dibek mera çetin e evê yekê bidine ber çevên xwe, lê belê jîyîna wî merivî weke 365 sala kişand. Ew hejmar ji jîyîna çar merivên îroyîn zêdetir e! Lê bi rastî seva wî wedeyî ew kal nîbû. 50 qirna zêdetir pêşda, meriva diha dirêj dijîtin. Adem merivê pêşin, şêsid salî zêdetir bû, çaxê Henox hate bûyînê. Dêmek Adem sê qirna zêdetir jît! Hine zoretên Adem hê dirêj jîtine. Lema Henox 365 saliya xweda, qewat û ser xwe bû û usa dihate kifşê ku ewê dîsa gelek sala bijî. Lê bi rastî ev yek usa nîbû.

Qeziya mezin hîviya Henox bû. Bide ber çevê xwe, ku çawa ew xwe ji meriya vedişêre û difikire derheqa nihêrandina meriva kîjanara ku ewî elametiya Xwedê derbaz dikir. Ew meriv bi hêrsê tije bûn. Henox ber çevên wan meriva reş bibû. Wana qerfê xwe elametiya wî dikirin û nefret dikirin Xwedeyê Henox. Wana nikaribû hucûmî ser Xwedayê Henox bikin, dêmek Yehowa, lê wana dikaribû hucûmî ser Henox bikin! Dibe ku Henox berxwediket, gelo ewê bikaribe dîsa malbeta xwe bivîne. Dibe ku ew derheqa jina xwe, qîzên xwe yan kurê xweyî Metûşela difikirî, yan jî derheqa neviyê xwe Lamex (Destpêbûn 5:21-23, 25). Gelo paşê halê Henox ça bû?

Serhatiyêda derheqa Henox gelek tiştên neeyan hene. Kitêba Pîrozda tenê sê ciya û kin derheqa wî tê gotinê (Destpêbûn 5:21-24; Îbranî. 11:5; Cihûda 14, 15). Xêncî wê yekê ew rêz êpêce elametî didine me, seva ku fem bikin, wekî ew meriv xweyê baweriya qewî bû. Lê derheqa xwe em çi dikarin bêjin? Tu derheqa malbeta xwe aliyê matêrîalîda xem dikî? Yan tu qe rastî çetinaya hatî ji bo wê yekê, ku te xwe qewî li tiştên rast girtiye? Hergê belê, serhatiya derheqa baweriya Henox wê gelek tera kêrhatî be.

“HENOX RÎYA XWEDÊDA DIÇÛ”

Wedê Henox, halê însanetê gelek xirab bû. Ew îda nisila hefta bû ji Adem. Bi rastî bêjin, wan çaxa meriv hê nêzîkî kamiliyê bûn, çi ku Adem û Hêwayê unda kirin. Lema jî wî wedeyîda jîyîna meriya haqas dirêj dikişand. Lê halê wan meriya aliyê nav-namûsiyêda û ruhanîda gelek xirab bû. Zulmî seva wan tebyetî bû. Ev zulmî ji Qayîn destpêbû çaxê ewî birê xwe Habîl kuşt. Yek ji nisilê Qayîn bi xwera firnaq dibû, ku ew ji Qayîn zulmtir e! Nisila sisiyada zulmiya teze pêşda hat. Meriv destpêkirin gazî navê Yehowa bikin, lê bi cûrekî din. Dêmek wana navê Xwedêyî pîroz bê qedir dida xebatê (Destpêbûn 4:8, 23-26).

Hebandina wane usa, wedê Henoxda belabûyî bû. Çaxê Henox mezin bû, ew berbi bijartinê sekinî. Gelo ew wê bikeve ber bayê wan meriya? Yan ewê xwe li Yehowa Xwedayê rast bigire, yê ku erd û ezman efirandiye? Dibe ku ew hizret bû hê zêde derheqa Habîl pêbihese, kîjan ku kuştin ji bo baweriya wîyî mezin. Henox jî dixwest çev bide Habîl. Destpêbûn 5:22 dibêje: “Henox . . . rîya Xwedêda diçû”. Ev gilî eyan dikin, ku Henox dinya zulmda, merivekî xwedêxof bû. Ew merivê pêşin bû, derheqa kîjanî ku Kitêba Pîroz vî cûreyî gilî dike.

Di vê rêzêda tê gotinê ku Henox hela hê pey bûyîna Metûşela jî riya Xwedêda diçû. Ji vir tê kifşê ku weke 65 saliya xweda, ew bû malxê malê. Jina wî hebû, navê kîjanî ku di Kitêba Pîrozda eyan nîne, û usa jî çend “kur û qîzên” wî. Hergê bav riya Xwedêda diçe, ew gerekê malbeta xwe hêlan ke, ku ewana jî xwe li Xwedê bigirin. Henox fem dikir ku li gora dewakirina Xwedê, ew gerekê usa jî xwe li jina xwe bigire (Destpêbûn 2:24). Û hemikî ewî ji aliyê xweda hemû tişt dikir seva ku zarên xwe derheqa Yehowa Xwedê hîn ke. Gelo malbeta wî ev yek qebûl kir?

Di Kitêba Pîrozda derheqa vê yekê gelek tişt nayê gotinê. Li vir tu tişt nayê gotinê derheqa baweriya kurê Henox, dêmek Metûşela, jîyîna kîjanî ku lap dirêj kişand. Jîyîna wî xilaz bû wê salêda, çaxê Sêlava dinyayê destpêbû. Metûşelara kur hate bûyînê, navê kîjanî ku Lamex bû. Lamex jî weke sed salî zêdetir bû, çaxê kalikê wî Henox mir. Lamex jî baweriya xwe da kifşê. Yehowa wîra pêxembertî dabû derheqa kurê wî Nuh, û ev pêxembertî paşî Sêlavê hate sêrî. Nuh jî mîna kal-bavê xwe Henox, eyan bû ça merivê ku riya Xwedêda diçû. Nuh tu cara Henox nedîtibû. Lê Henox, mîrateke baş hîştibû. Derheqa vê yekê Nuh dibeke ji bavê xwe Lamex pêhesiya, yan ji kalkê xwe Metûşala, yan jî hela hê ji bavê Henox, Yarêd, yê ku mir çaxê Nuh 366 salî bû (Destpêbûn 5:25-29; 6:9; 9:1).

Bifikire hela çida Henox ji Adem cude dibû. Rast e Adem bêqisûr bû, lê yeke ewî miqabilî Yehowa gune kir, û zuretên xwera mîrata bêbextiyê û miqabilîbûnê hîşt. Lê Henox bi qisûr bû, ew riya Xwedêda diçû û zuretên xwera mîrata baweriyê hîşt. Adem mir çaxê Henox 308 salî bû. Gelo kesek ji malbeta Adem şîn dikir, ji bo mirina wî merivê xwehiz? Em nizanin. Lê em zanin, ku Henox timê “rîya Xwedêda diçû” (Destpêbûn 5:24).

Hergê tu jî aliyê matêriyalîda derheqa malbeta xwe xem dikî, tu dikarî gelek tişt hîn bî ji baweriya Henox. Hemikî gerekê aliyê matêriyalîda seva malbeta xwe xem bikî, lê diha ferz ew e, ku aliyê ruhanîda xem bikî (1 Tîmotêyo 5:8). Seva ku ewê cabdariyê biqedînî lazim e ne tenê dîna xwe bidî yên dinêna, lê usa jî şixulên xwe. Hergê tu mîna Henox dijbêrî riya Xwedêda herî, bihêle ku normên Xwedê rêberiya jîyîna te bikin. Usa tê bikaribî mîrateke baş derbazî malbeta xwe bikî û bibî meseleke baş.

HENOX “BONA VAN . . . PÊXEMBERTÎ KIR”

Di wê dinya bêbawerda dibe ku Henox xwe tenê texmîn dikir. Lê gelo Yehowa Xwedê dîna xwe dabû wî? Belê. Rojekê Yehowa tevî wî xizmetkarê amin xeber da. Xwedê, elamî Henox kir, ku wan meriya xilaz ke. Usa Yehowa, Henox kire pêxêmber. Ew bû pêxêmberê pêşin derheqa kîjanî ku Kitêba Pîroz eyan dike. Evê yekê em ji Cihûda zanin, birê Îsa yê ku ji bîna ber Xwedê çend qirne şûnda pêxêmbertiya Henox nivîsî. *

Lê pêxembertiya Henox derheqa çi bû? Em dixûnin: “Va ye, Xudan bi deh hezarên xwe yên pîrozva hat, da ku dîwana hemûyan bike û ji bo hemû kirinên nepak ku wan bi nepakiyê kirine û ji bo hemû tiştên hişkyên ku gunehkarên nepak li hember Xudan gotine, bala her yekî bikişîne ser sûcê wî” (Cihûda 14, 15, ÎM). Dibe ku we dîna xwe dayê, ku Henox wedê derbazbûyîda xeber daye, ça bêjî Xwedê îda hatiye û nêta xwe tîne sêrî. Ew mesela wê yekê ye ku hemû pêxembertiyên din jî gerekê bihatana sêrî. Nêta wê yekê ew e: Pêxember xeber dide derheqa tiştekî ku gerekê biqewime, lê usa gilî dike ça bêjî îda hatiye sêrî (Îşaya 46:10).

Henox bê tirs elametiya Xwedê dinya zulmra elam dikir

Lê Henoxra çetin bû evê pêxembertiyê hemûyara elam ke? Dîna xwe bidin ku çaxê li vir derheqa sûcdarkirina meriya û sûcdarkirina kirên wan tê gotinê, çend cara tê xebitandinê xebera “nepak”. Evê yekê gişkara eyan dikir, ku ev dinya, destpêbûyî ji derketina ji Edenê, gelek nepak bû dêmek xirab. Lema jî kutasiya vê dinyayê gerekê bihata çaxê Yehowa tevî “hezarên xwe yên pîrozva” wê bihata, dêmek tevî ordiyên milyaketên xweyî qewî. Henox bêtirs elametiya Xwedê derbaz dikir û ev şixul tenê dikir! Dibe ku Lamexê cahil bi hewas dinihêrî, ku çawa kalikê wî bi mêrxasî evî şixulî dike. Û hergê usa ne, femdarî ye çima.

Baweriya Henox dikare me hêlan ke ji xwe bipirsin, hela em ser vê dinyayê usa dinihêrin, çawa ku Xwedê dinihêre. Elametiya ku Henox derheqa kutakirina dinya zulm got, heta îro qewatêda ne. Li gora elamkirina Henox, Yehowa Sêlav anî ser dinya bêxwedêtî wedê Nuhda. Lê ev kutakirin, bû mesele seva kutakirina mezin ku wê bibe (Metta 24:38, 39; 2 Petrûs 2:4-6). Çawa berê, wedê meda jî Xwedê tevî hezarên xweye pîroz wê evê dinya bêxwedê sûcdar ke. Her kes ji me gerekê giliyên Henox hilde hesab û yên dinênara jî elam ke. Dibe ku malbet û hevalên me wê tevî me qayîl nîbin. Carna dibeke em jî xwe tenê texmîn kin. Yehowa tu cara Henox nehîştibû; ewê ne jî xizmetkarên xweyî amin îro bihêle!

JI DINÊ HATE HILDANÊ, KU MIRINÊ NEBÎNE

Lê derheqa mirina Henox çi tê gotinê? Bi rastî derheqa mirina wî gelek tişt veşartî ne. Kitêba Destpêbûnêda derheqa vê yekê usa tê gotinê: “Henox rîya Xwedêda diçû û nişkêva bû qatî, çimkî Xwedê ew hildabû” (Destpêbûn 5:24). Çi cûreyî Xwedê, Henox hildabû? Pawlosê şandî usa evê yekê şirowedike: “Bi saya baweriyê, Henox ji bo ku mirinê nebîne, hat hilkişandin. ‘Ew nehat dîtin, çimkî Xwedê ew hilkişandibû’. Û beriya hilkişandina wî, şahidî hat kirin ku ew li Xwedê xweş hatibû” (Îbranî 11:5, ÎM). Pawlos çi dixwest bigota, çaxê nivîsî ku “Henox ji bo ku mirinê nebîne, hat hilkişandin”? Hine welgerandinên Kitêba Pîroz dibêjin ku Xwedê, Henox hildabû cem xwe li ezmên. Lê ev yek usa nîne. Kitêba Pîroz nîşan dike ku Îsa Mesîh kesê pêşin bû yê ku çûye ezmên (Yûhenna 3:13).

Lê çi cûreyî Henox hate hildanê û mirin jî nedît? Yehowa usa kir, ku bê êş û çerçirandinê jîyîna Henox bê sekinandinê û usa ew ji destê dijmina xwey kir yên ku dixwestin wî bikujin. Lê pêşiyê Henoxra “şahidî hat kirin ku ew li Xwedê xweş hatibû”. Gelo çi cûreyî? Pêşiya mirina xwe, Henox dibe ku xewn-xeyalek ji Xwedê standibû, kîderê ku ewî erdê cinetê dîtibû. Paşî wê nîşana qebûlkirina Xwedê, Henox bi xeva mirinê raza. Derheqa Henox û mêr-jinên amine din, Pawlosê şandî usa nivîsî ye: “Ev hemû jî ... baweriyêda mirin” (Îbranî 11:13). Dibeke dijminên wî ciniyazê wî digeriyan, lê tu ciya “ew nehat dîtin”. Bi vê yekê Yehowa ew parast ku dijmin nikaribin qerfê xwe ciniyazê wî bikin, yan jî seva hebandina nerast bidine xebatê. *

Li ser hîmê şêwirkirina Nivîsarên Pîroz, werên em bidine ber çevê xwe, ku çawa jîyîna Henox hate sekinandinê. Hela bide ber çevê xwe ku Henox direve û îda qudûm ketiye. Dijminên wî pey wî ketine û ewana gelek hêrs ketibûn ji bo elametiya Henoxe derheqa dîwankirinê. Henox cîkî divîne seva ku têda xwe veşêre û hevekî hêsa be. Ew fem dike ku wê nikaribe ji destê wan xwe xilaz ke. Kifş e dixwazî-naxwazî ew ji destê neyara wê bihata kuştinê, û mirina wî îda ber şêmîkê bû. Axiriyêda Henox destpêdike Xwedêra dua bike. Paşê ew li ser xwe texmîn dike rihetî edilaya Xwedê. Yehowa Xwedê wîra xewn-xeyal da ku bona Henox usa rêalî bû tê bêjî ew bi rastî li cîkî din bû.

Wê Henox bikuştana, hergê Yehowa wî hilneda

Di vê xeyalêda Henox dît dinya ku qet ne mîna vê dinya zulm bû kîderê ku ewî dijît. Ewî tirê ku ew baxçê Edenêyî bedew divîne, lê li wir xerûb tune bûn, yên ku baxçe ji meriva xwey dikirin. Ev baxçe tije mêr û jina bû, yên ku sihet-qewat bûn û cahil bûn. Nava wanda edilayî hebû. Tu nefretî nav wanda tune bû, ne jî kesekî ewana dizêrandin ji bo baweriya wan, çawa ku ew dereca Henoxda diqewimî. Henox li ser xwe texmîn kiribû ku Yehowa ew qebûl kiriye û wî hiz dike. Ewî li wî cî xwe usa baş texmîn kir, tê bêjî ew mala wî bû. Henox li ser xwe edilayê texmîn dike, ew çevên xwe dadide û paşê dikeve xeveke kûr, dêmek xeva mirinê.

Û heta niha ew ça bêjî raza ye û Yahowa Xwedê wî bîra xweda xwey dike! Çawa ku Îsa soz dabû, ewên ku bîra Xwedêda nin, wê dengê Îsa bibihên û vegerin li jîyînê. Ewana wê îda çevên xwe di cineta bedewda vekin, kîderê ku wê edilayî be (Yûhenna 5:28, 29).

Lê weyê bixwesta cinetêda bijîta? Bidine ber çevê xwe, ku em rastî Henox tên. Ewê çiqas hewas be. Hela bifikirin wekî çiqas tişt em dikarin ji wî hîn bin! Ewê mera hemû tiştî gilî ke, derheqa demên paşine ji jîyîna xwe. Lê niha em gerekê tiştekê ji wî hîn bin. Paşî wê yekê çawa ku Pawlos derheqa Henox gilî kiribû, ewî got: “Bê bawerî tu car nabe ku însan li Xwedê xweş bê” (Îbranî 11:6). Bi rastî jî nêteke çiqas baş e ku her kes ji me çev bide baweriya vî merivê mêrxas!

^ abz. 14 Hine zandarên Kitêba Pîroz dibêjin, ku Cihûda ev pêxembertî hilda ji kitêbeke bi navê “Kitêba Henox”. Lê ev kitêb bi rastî ne ji bîna ber Xwedê ye û neketiye nava Kitêba Pîroz, di vê kitêbêda gelek tiştên nerast û ji berxwe derxistî hene. Lê derheqa pêxembertiya Henox, rast hatiye nivîsarê, çimkî dibeke ev ji kaniya kevin hatiye hildanê, ya ku ne gihîştiye me. Eva elametiya ji kaniya kevin yan bi zar-zimana derbazî hev dikirin, yan jî bi nivîsar. Dêmek Cihûda ev pêxembertî yan ji vê kaniya kevin hildabû, yan jî ji Îsa bihîstibû, yê ku xwexa dîna xwe dida jîyîna Henox çaxê li ezmên bû.

^ abz. 20 Anegorî wê yekê, Xwedê xem kiribû ku ciniyazê Mûsa û Îsa jî, ji tiştên usa bêne xweykirinê (Qanûna Ducarî 34:5, 6; Lûqa 24:3-6; Cihûda 9).