Derbazî serecemê

Kîjan in Dehe Temiyên Xwedê?

Kîjan in Dehe Temiyên Xwedê?

Caba Kitêba Pîroz

Dehe Temî ev qanûn in, kîjan ku Xwedê dabû cimeta Îsraêl. Ev qanûn usa jî eyan in ça “Dehe Xeber”, çimkî xebera Îbranî “asêrêt xadêvarîm” raste-rast usa tê welgerandinê. Ev xeber Pênc Kitêbên Mûsada (Tewrat) sê ciyada hatiye nivîsarê (Derketin 34:28; Qanûna Ducarî 4:13; 10:4). Xebera “Dêkalog”, ji xeberên Yûnanî dêka (deh), û logûs (xeber), pêşda hatiye.

Xwedê Dehe Temî li ser du kevirên pen kola bû û ser çiyayê Sînayê dabû Mûsa pêxember (Derketin 24:12-18). Derheqa Dehe Temiya tê gotinê Derketin 20:1-17-da û Qanûna Ducarî 5:6-21-da.

 Dehe Temî

  1. Tenê Yehowa Xwedê bihebîne (Derketin 20:3).

  2. Pûtparistiyê neke (Derketin 20:4-6).

  3. Navê Xwedê necayîz nede xebatê (Derketin 20:7).

  4. Roja Şemiyê xwey ke (Derketin 20:8-11).

  5. Qedirê dê-bavê xwe bigire (Derketin 20:12).

  6. Nekuje (Derketin 20:13).

  7. Ziniyê neke (Derketin 20:14).

  8. Diziyê neke (Derketin 20:15).

  9. Şedetiya derew nede (Derketin 20:16).

  10. Dilhavijiyê hebûka tu kesî neke (Derketin 20:17).

 Çima carna rêzkirina Dehe Temiya ji hev cude dibin?

Ev Dehe Temî Kitêba Pîrozda xût usa pey hev rêzkirî nînin. Lema jî cûre-cûre nihêrandin pêşda tê derheqa vê yekê, ku çi cûreyî wana rêz kin. Eva rêza Dehe Temiya diha belabûyî ye. a

 Nêta Dehe Temiya çi bû?

Dehe Temî diketine nava Qanûna Mûsa. Ew rêza qanûnê ji weke 600 temiya bû û ev dihate hesabê hîmê peymana orta Xwedê û cimeta Îsraêlê (Derketin 34:27). Xwedê soz dabû Îsraêliya, wekî ewana wê serfiraz bin, hergê Qanûna Mûsa bînin sêrî (Qanûna Ducarî 28:1-14). Lê nêta sereke ya vê Qanûnê ew bû, wekî cimeta Îsraêlê bona hatina Mesîhê sozdayî hazir bûna (Galatî 3:24).

 Gelo Mesîhî gerekê Dehe Temî bînin sêrî?

Na. Xwedê tenê cimeta Îsraêlêra Qanûn dabû, nava kîjanêda ev Dehe Temî bûn (Qanûna Ducarî 5:2, 3; Zebûr 147:19, 20). Nelazim e ku Mesîhî xwe li Qanûna Mûsa bigirin. Hela hê Mesîhiyên Cihû jî ji Qanûnê “hatin azadkirin” (Romayî 7:6). b Dewsa Qanûna Mûsa, “qanûna Mesîh” cî girt. Nava Qanûna Îsada nin hemû temiyên, ku şagirtên wî gerekê baniyana sêrî (Galatî 6:2; Metta 28:19, 20).

 Gelo ev Dehe Temî kewin nebûne?

Na. Dehe Temî nihêrandina Xwedê eyan dikin, lema jî ev bona kara me ye (2 Tîmotêyo 3:16, 17). Dehe Temî li ser hîmê wan prînsîpa ne, kîjan ku tu car kevin nabin (Zebûr 111:7, 8). Xêncî wê yekê, gelek ji wan prînsîpa ketine nava Peymana Nû, dêmek bûne para Kitêba Pîroz. (Binihêrin “ Prînsîpên ji Dehe Temiya, di Peymana Nûda”.)

Îsa hîn dikir, ku temamiya Qanûna Mûsa usa jî Dehe Temî, ser hîmê du qanûnên sereke ne. Ewî got: “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe. Ev e temiya pêşin û here mezin. Û ya duda jî mîna vê ye: ‘Hevalê xwe weke xwe hiz bike’. Ji van her du temiyava hemû nivîsarêd ... Qanûnê girêdayî ne” (Metta 22:34-40). Rast e ji Mesîhiya nayê dewakirinê, wekî Qanûna Mûsa bînin sêrî, lê wanara temî tê dayînê ku Xwedê û meriva hiz bikin (Yûhenna 13:34; 1 Yûhenna 4:20, 21).

  Prînsîpên ji Dehe Temiya, di Peymana Nûda

Prînsîp

Peymana Nûda

Serê xwe tenê ber Yehowa Xwedê dayne

Eyantî 22:8, 9

Ji pûtparistiyê bireve

1 Korintî 10:14

Navê Xwedê hurmet-rûmet ke

Metta 6:9

Timê Xwedêra xizmet ke

Îbranî 10:24, 25

Qedirê dê û bavê xwe bigire

Efesî 6:1, 2

Nekuje

1 Yûhenna 3:15

Ziniyê neke

Îbranî 13:4

Diziyê neke

Efesî 4:28

Şedetiya derew nede

Efesî 4:25

Dilhavijiyê hebûka tu kesî neke

Lûqa 12:15

a Ferhenga Îbranîda rêza Cihûdî ya wan Dehe Temiya hatiye dayînê, li gora kîjanî ku Derketin 20:2 “xebera”, yanê temiya pêşin e, lê rêzên 3-6 têne hesabê “xeberek”, dêmek temiya duda (The Jewish Encyclopedia). Lê Katolîk hesab dikin, wekî şeş rêzên pêşine serê 20-da temîk e. Dêmek ev temiya ku dibêje, wekî navê Xwedê necayîz nedin xebatê, temiya duda ye. Seva ku hejmara wan temiya xwey kin, ewana temiya paşin ku dibêje, wekî dilhavijiyê jin û hebûka hevalê xwe neke, ser du para parevedikin.

b Romayî 7:7-da temiya deha eyan dibe ça mesela “Qanûnê”, ji kîjanî tê kifşê, wekî Dehe Temî diketine nava Qanûna Mûsa.