Here Naverokê

Here naverokê

Tu Çawa Dikarî Hînî Civateke Nû Bibî?

Tu Çawa Dikarî Hînî Civateke Nû Bibî?

GELO tu qet derbasî civateke din bûyî? Birayê me Jean-Charles li ser vê yekê wisa dibêje: “Ne hêsan e ku mirov hem hînî civateke nû bibe hem jî hay ji siheta ruhî ya malbata xwe hebe.” Ji xeynî gerîna li kar, mal û mektebeke nû, carinan lazim dibe ku mirov hînî hewa, kultur û şertên cuda ji bo belavkirina mizgîniyê bibe.

Nicolas û Céline rastî problemeke din hatin. Buroya Fransayê ew şandibû civateke din. Ew dibêjin: “Piştî ku heyecana me ya pêşîn derbas bû, me bêriya dost û hevalên xwe yên berê dikir. Di civata me ya nû de, em hê ew qas nêzîkî xwişk û birayan nebûbûn.” Eger problemên wisa bên meydanê, gelo tu çawa dikarî hînî civata xwe ya nû bibî? Kesên din çawa dikarin destekê bidin te? Di civata te ya nû de, tu çawa dikarî teşwîqê bistînî û bidî?

ÇAR PRENSÎPÊN BIFEYDE

Xwe bispêre Yehowa

1. Xwe bispêre Yehowa (Zebûr 37:5). Xwişkeke bi navê Kazûmî, ya ku li Japonê dijî, piştî 20 salan ji ber karê zilamê xwe derbasî civateke din bû. Gelo wê çawa xwe dispart Yehowa? Ew dibêje: “Min dilê xwe ji Yehowa re vedikir û jê re behsa tirs, xem û tenêbûna xwe dikir. Her ku min wisa dikir, wî qewet dida min.”

Gelo tu çawa dikarî xwe zêdetir bispêrî Yehowa? Çawa ku ji kulîlkekê re av û axeke baş lazim in, da ku ew mezin bibe, ji te re jî xwarina ruhî lazim e, da ku baweriya te mezin bibe. Mesela, birayê me Nicolas li ser Birahîm, Îsa Mesîh û Pawlos, ên ku ji bo xatirê daxwaza Xwedê pir fedakarî dikir, kûr difikirî. Vê yekê baweriya wî xurttir dikir ku Yehowa wê destekê bide wî. Lêkolîna Kitêba Pîroz wê hem alî te bike ku tu hînî guhertinan bibî hem jî fersendê bide te ku tu xwişk û birayên di civata xwe ya nû de teşwîq bikî.

Civata xwe ya nû bi civata xwe ya berê muqayese neke

2. Civata xwe ya nû bi civata xwe ya berê muqayese neke (Waiz 7:10, Mizgînî). Gava birayê me Jules ji Benînê derbasî Amerîkayê bû, jê re ne hêsan bû ku ew hînî kultura wê derê bibe. Ew dibêje: “Min xwe mecbûr hîs dikir ku ji her kesê ku ez nû nas dikim re behsa jiyana xwe bikim.” Ji ber ku ew hînî vê yekê nebûbû, wî xwe ji civatê dûr digirt. Lê piştî ku wî xwişk û bira baştir nas kirin, wî nêrîna xwe guhert. Ew dibêje: “Ez bawer im ku însanên li seranserê dinyayê wek hev in. Tenê bi awayên cuda xeber didin û hereket dikin.” Loma, civata xwe ya nû bi civata xwe ya berê muqayese neke. Pêşengeke bi navê Anne-Lise wisa dibêje: “Gava mala xwe bar kir, min jixwe dizanibû ku cihê minî nû ji cihê berê cuda ye. Ez derbasî cihekî nû bûm, da ku tiştên nû bibînim.”

Gerek rîspî jî civata xwe ya nû bi civata xwe ya berê muqayese nekin. Dibe ku di civata nû de, hin îş bi awayekî din tên kirin. Lê ev yek nayê maneya ku metodên wan şaş in. Berî ku tu tiştekî bibêjî, rind hîn bibe ku hal û şertên wê derê çi ne (Waiz 3:1, 7b). Li şûna ku tu fikrên xwe bi destê zorê ji civata xwe ya nû re bidî qebûlkirin, bi hal û hereketên xwe ji civatê re bibe emsal (2. Korîntî 1:24).

Bi civatê re hevkariyê bike

3. Bi civatê re hevkariyê bike (Filîpî 1:27). Ji bo barkirina malê pir wext û qewet lazim e. Dîsa jî, pir muhîm e ku tu civînan îhmal nekî. Eger mumkin be, ji destpêkê ve here Salona Îbadetê. Eger xwişk û birayên di civata te ya nû de te qet nebînin yan tenê carinan bibînin, ew çawa dikarin destekê bidin te? Xwişka me Lucinda, ya ku li Afrîkaya Başûr dijî, bi du keçikên xwe re derbasî bajarekî mezin bû. Ew dibêje: “Ji min re şîret hat dayîn ku bila ez bi civatê re hevkariyê bikim, bi xwişk û birayan re derkevim xizmetê û li civînan cewaban bidim. Wekî din, me mala xwe ji bo civînên xizmetê vekir.”

Hevkariya bi xwişk û birayên di civata te ya nû de wê baweriya te xurttir bike û fersendê bide te ku tu jî kesên din teşwîq bikî. Rîspiyên civata Anne-Lise’ê jê re got ku bila ew hewl bide ku bi her kesî re derkeve xizmetê. Netîce bû çi? Xwişka me dibêje: “Va pir alî min kir ku ez hînî civatê bibim.” Wekî din, bi vê ku tu bi xwişk û birayan re di karên paqijkirin û tamîrkirina Salona Îbadetê de bixebitî, tu dikarî nîşan bidî ku tu civata nû êdî wek civata xwe dibînî. Tu çi qas zêdetir bi fealiyetên civatê mijûl bî, xwişk û bira wê ew qas zû hînî te bibin, û tuyê wan wek malbata xwe bibînî.

Ji xwe re hevalên nû bibîne

4. Ji xwe re hevalên nû bibîne (2. Korîntî 6:11-13). Ji bo ku tu ji xwe re hevalên nû bibînî, lazim e ku tu bi xwişk û birayan eleqedar bibî. Loma, berî û piştî civînan nêzîkî wan bibe û wan nas bike. Navên wan di bîra xwe de xwedî bike. Eger tu navên mirovan ji bîr nekî û dilgerm bî, ewê ji te hez bikin û bixwazin bi te re hevaltiyê bikin.

Bila xwişk û birayên di civata te ya nû de bibînin ku tu bi rastî yekî çawa yî. Xwişka me Lucinda dibêje: “Me gava pêşîn davêt ku xwişk û birayan teklîfî mala xwe bikin. Bi saya vê, me ji xwe re dostên nû dîtine.” Ma tu jî nikarî wisa bikî?

“HEVDÛ QEBÛL BIKIN”

Ji bo hin xwişk û birayên me zor e ku herin Saloneke Îbadetê, ya ku tijî kesên nenas e. Loma, tu çawa dikarî alî kesên ku derbasî civata te bûne bikî ku ew xwe rihet hîs bikin? Pawlosê şandî wisa gotibû: “Çawa ku Mesîh hûn qebûl kirin, hevdû qebûl bikin” (Romayî 15:7). Muhîm e ku rîspî Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin û kesên nû qebûl bikin (li çarçoveya “ Gerek Çi Bê Kirin?” binêre). Wekî din, di civatê de hemû kes – heta zarok jî – dikarin alî kesên nû bikin, da ku ew xwe rihet hîs bikin.

Ji xeynî vê ku tu kesên nû di mala xwe de bikî mêvan, dibe ku ji bo hin tiştan ji wan re alîkarî lazim be. Mesela, xwişkekê alî xwişkeke ku ji bajarekî din derbasî civata wê bûbû, kir ku ew di nav bajêr de rê û dirban hîn bibe. Vê yekê pir alî xwişka nû kir ku ew hînî warê xweyî nû bibe.

FERSENDEKE JI BO MEZINBÛNÊ

Gava kulî mezin dibe, ew çermê xwe çend caran ji xwe davêje heta ku ew bikare bifire. Mîna vê, gava tu derbasî civateke din dibî, gerek tu xemên xwe, yên ku dibin sebeb ku tu di xizmeta Yehowa de nikarî “bifirî”, ji xwe bavêjî. Nicolas û Céline dibêjin: “Barkirina malê perwerdeyeke baş e. Gava em hînî kesên nû û cihekî nû dibin, fersend dikeve destê me ku em sifetên nû bi pêş bixin.” Birayê me Jean-Charles dibêje ku malbata wî çawa feyde dîtiye: “Di civata me ya nû de, zarokên me bi pêş ketin û nêzîktirî Yehowa bûn. Piştî çend mehan, qîza me di civîna Jiyan û Xizmetê de wezîfe qebûl kirin, û kurê me bû mizgînvanê nevaftîzbûyî.”

Lê eger fersenda te tune ye ku tu herî civateke din – mesela civateke ku hewceyî mizgînvanan e – îcar tu dikarî çi bikî? Tu dîsa jî dikarî di civata xwe de li gor hin tewsiyeyên vê meqaleyê hereket bikî. Xwe bispêre Yehowa, bi civatê re hevkariyê bike û bi xwişk û birayan re derkeve xizmetê. Wekî din, ji xwe re dostên nû bibîne û dostaniya xwe tevî kesên ku tu jixwe nas dikî xurttir bike. Yan jî, tu dikarî alî kesên nû bikî û destekê bidî kesên hewcedar. Ji ber ku hezkirin xisûsiyeteke şagirtên Îsa Mesîh e, tiştên wisa dikarin alî te bikin ku tu hê jî nêzîktirî Yehowa bibî (Yûhena 13:35). Bawer be ku “goriyên weha li Xwedê xweş tên” (Îbranî 13:16).

Li gel tengasiyan, gelek xwişk û bira di civatên xwe yên nû de serkeftî û dilxweş bûne. Tu jî dikarî serkeftî bibî! Xwişka me Anne-Lise wisa dibêje: “Derbasbûna civateke din alî min kiriye ku ez dilê xwe firehtir bikim.” Xwişka Kazûmî êdî emîn e ku gava mirov derbasî cihekî din dibe, “ew dikare desteka Yehowa bi awayên nû bibîne”. Birayê me Jules jî wisa dibêje: “Bi saya dostên min ên nû, ez xwe êdî xerîb hîs nakim. Niha ez xwe ew qas nêzîkî civata xwe ya nû hîs dikim ku ez êdî qet naxwazim ji vir herim.”