Here Naverokê

Here naverokê

Eger Jin yan Mêr li Pornografiyê Mêze Dike

Eger Jin yan Mêr li Pornografiyê Mêze Dike
  • “Min xwe wisa hîs dikir tu dibê qey zilamê min dîsa û dîsa zîna kiribû.”

  • “Min xwe ne xweşik û bêqîmet hîs dikir.”

  • “Min nikaribû bi kesî re li ser vê meseleyê bipeyivim. Kes tune bû ku êşa dilê min sivik bike.”

  • “Min digot qey Yehowa derdê min nabîne.”

Ev gotin nîşan didin ku gava zilam li pornografiyê mêze dike, xanima wî gelek êşê dikişîne. Û eger wî ev yek bi dizîka kiribe, bi mehan yan bi salan, dibe ku xanima wî bes baweriya xwe pê bîne. Xanimekê got: “Ev zilamê li kêleka min kî ye? Gelo ew tiştên din jî ji min vedişêre?”

Ev meqale ji bo xanimeke ku zilamê wê li pornografiyê mêze dike, hatiye hazirkirin. a Prensîpên Kitêba Pîroz, ên ku di vê meqaleyê de derbas dibin, nîşan didin ku Yehowa ji wê hez dike. Ew dixwaze alî wê bike û dilê wê rihet bike, da ku ew nêzîkî wî bimîne. b

JIN DIKARIN ÇI BIKIN?

Tu nikarî her tiştê ku zilamê te dike kontrol bikî. Lê ji bo ku êşa dilê te sivik bibe û hizûr bikeve dilê te, tu dikarî tiştekî bikî.

Xwe sûcdar nehesibîne. Gava zilam li pornografiyê mêze dike, dibe ku xanima wî xwe sûcdar bike. Alice difikirî ku bedewiya wê bi kêrî zilamê wê nayê. Wê ji xwe dipirsî: “Zilamê min çima li şûna min li xanimên din temaşe dike?” Hin jin xwe sûcdar dikin û difikirin ku hereketên wan her tiştî hê jî xerabtir dikin. Danielle c dibêje: “Ez pir diqehirîm. Min digot qey hêrsa min zewaca me xera dike.”

Eger rewşa te wisa be, ji bîr neke ku Yehowa te ji kirinên zilamê te mesûl nabîne. Aqûb 1:14 dibêje: “Her kes ji aliyê xwesteka xwe ve tê kaşkirin, xapandin û tê ceribandin” (Romayî 14:12; Filîpî 2:12). Yehowa te sûcdar nake. Ew qîmetê dide dilsoziya te (2. Dîrokan 16:9).

Wekî din, gava zilam bi pornografiyê mijûl dibe, ev yek nayê maneya ku xanima wî ne xweşik e. Li gor zanyaran, pornografî di hişê zilaman de xwestekên cinsî yên xeyalî çêdikin.

Zêde xeman nexwe. Catherineyê got ku ew ji xeynî vê meseleyê li ser tiştekî din nedifikirî. Xanimeke din a bi navê Frances got: “Gava min nizanibû ku zilamê min li ku derê ye, bêhna min pir teng dibû. Ez ji sibê heta êvarê bêhal dimam.” Xanimên din anî zimên ku gava ew bi xwişk û birayan re ne, ew şerm dikin, çimkî dibe ku ew problema zilamên wan dizanin. Hin xanimên din jî xwe bi tenê hîs dikin, çimkî ew difikirin ku tu kes ji halê wan fehm nake.

Hîsên bi vî rengî normal in. Lê eger tu tenê li ser van tiştan bifikirî, xemgîniya te wê hê jî mezintir bibe. Li şûna vê yekê, xîret bike ku tu bala xwe bidî dostaniya xwe ya bi Yehowa re. Bi vî awayî, dilê te wê qewîtir bibe (Zebûr 62:2; Efesî 6:10).

Kitêba Pîroz behsa serpêhatiyên jinên derdgiran dike, lê wan bi destê duayê hizûr dît. Lêkolînkirina li ser serpêhatiyên wan dikarin qewet û rihetiyê bidin te. Yehowa carinan derdê wan çareser nedikir, lê hizûr dida wan. Mesela, Hanna li ser halê xwe “bi dilekî şewitî giriya” û nizanibû ku rewşa wê ber bi ku ve diçe. Lê piştî ku wê “lavayên xwe li ber Xudan dikirin”, hizûr ket dilê wê (1. Samûyêl 1:10, 12, 18, Mizgînî; 2. Korîntî 1:3, 4).

Belkî hewce ye ku hem jin hem jî mêr ji rîspiyan alîkariyê bixwazin

Ji rîspiyên civatê alîkariyê bixwaze. Di demên zehmet de, ew ji te re dikarin bibin sî û stargeh (Îşaya 32:2). Dibe ku ew xwişkekê ji te re tewsiye bikin, da ku tu dilê xwe jê re vekî û rihet bibî (Methelokên Silêman 17:17).

GELO TU DIKARÎ ALÎ MÊRÊ XWE BIKÎ?

Ji bo ku mêrê te dev ji pornografiyê berde, gelo tu dikarî alî wî bikî? Ev yek belkî mumkin e. Kitêba Pîroz li ser çareserkirina problemekê yan li ser bindestkirina dijminekî wisa dibêje: ‘Du kes ji kesekî qenctir in’ (Waiz 4:9-12). Lêkolîn nîşan didin ku gava jin û mêr bi hev re dişixulin mêr gelek caran ji bindestiya pornografiyê derdikeve û xanima wî dîsa dikare baweriya xwe pê bîne.

Helbet, rêya serkeftinê ew e ku zilam bi xwe bi dil û can bixwaze ku dev ji pornografiyê berde. Gelo wî ji Yehowa rica kiriye ku qewetê bide wî û ji rîspiyan alîkarî xwestiye? (2. Korîntî 4:7; Aqûb 5:14, 15). Ji bo ku ew nekeve dafika pornografiyê, gelo wî planek çêkiriye? Mesela, gelo wî ji bo bikaranîna cîhazên elektronîk hin sînor danîne? Gelo ew ji rewşên bitalûke direve? (Methelokên Silêman 27:12). Gelo ew hazir e ku alîkariya te qebûl bike û dixwaze bi temamî rast û durist be? Eger wisa be, belkî mumkin e ku tu alî wî bikî.

Ka bala xwe bide mîsalekê. Zilamê Feliciayê Ethan ji zaroktiya xwe ve bû bindestê pornografiyê. Feliciayê ji wî re gotibû ku gava daxwaza wî heye ku li pornografiyê mêze bike, ew her tim dikare pê re xeber bide. Ethan dibêje: “Ez bi duristî bi xanima xwe re dipeyivim. Ew bi dilovanî alî min dike ku ez ji xwe re sînoran deynim û ew her gav li halê min dipirse. Wekî din, ew alî min dike ku ez xwegihandina înternetê sînordar bikim.” Gava daxwaza temaşekirina li pornografiyê di dilê zilamê wê de çêdibe, helbet dilê Feliciayê dişewite. Ew Dibêje: “Êş û hêrsa min alî wî nakin ku ew dev ji vê adeta xerab berde. Piştî ku em li ser problema wî kûr xeber didin ew hazir e ku bi min re li ser êşa dilê min xeber bide.”

Sohbetên wisa hem alî zilam dikin ku ew ji pornografiyê xelas bibe hem jî alî xanima wî dikin ku ew dîsa baweriya xwe pê bîne. Eger zilam hazir be ku bi eşkereyî ji jina xwe re behsa daxwazên dilê xwe bike û eger ew ji wê re bibêje ku ew wexta xwe bi çi û bi kê re derbas dike, qet tiştekî veşartî namîne.

Gelo tu dikarî bi vî awayî alî zilamê xwe bikî? Eger wisa be, hûn dikarin vê meqaleyê bi hev re bixwînin û li ser wê sohbet bikin. Gerek hedefa zilam ew be ku dev ji pornografiyê berde û baweriya xanima xwe qezenc bike. Li şûna ku zilam ji ber xem û derdên te aciz bibe, gerek ew xîret bike ku ji hîsên te fehm bike. Bila hedefa te ew be ku tu destekê bidî zilamê xwe û îznê bide ku ew dîsa baweriya te qezenc bike. Gerek hûn her du bi hev re bifikirin ku sebebê daxwaza mêzekirina li pornografiyê çi ye û hûn çawa dikarin vê problemê çareser bikin. d

Eger tu ditirsî ku di dema sohbeta we de minaqeşe wê derkeve, hûn dikarin ji rîspiyekî ku hûn her du baş nas dikin rica bikin ku ew ji bo wextekê rêberiya xeberdana we bike. Vê yekê ji bîr neke: Piştî ku zilamê te ji bindestiya pornografiyê xelas bibe, ji bo ku hûn dîsa baweriya xwe bi hev bînin, wext lazim e. Sebir bike! Bala xwe bidê ku hevaltiya di nav we de çawa bi pêş ve diçe. Bawer be ku bi zeman re, eger hûn her du bisebir bin, zewaca we wê dîsa xurttir bibe (Waiz 7:8; 1. Korîntî 13:4).

EGER EW DEWAM BIKE, TU DIKARÎ ÇI BIKÎ?

Eger zilamê te piştî ku dev ji pornografiyê berda dîsa lê temaşe bike, ma ev yek tê maneya ku ew ne tobedar e û rewşa wî bêhêvî ye? Ne şert e ku wisa ye. Bi xisûsî eger ew bûbe xulamê pornografiyê, dibe ku ew di temamiya emrê xwe de micadele bike. Heta piştî gelek salan, dibe ku ew dîsa lê temaşe bike. Piştî binketinekê, gerek ew hê zêdetir hay ji xwe hebe û eger problem çûbe jî, gerek ew bi dewamî li gor planên xwe bi awayekî cidî bimeşe (Methelokên Silêman 28:14; Metta 5:29; 1. Korîntî 10:12). Pir muhîm e ku zilamek ‘di ruh û hişê xwe de nû bibe’ û bielime ku ‘ji ya xerab nefret bike’. Mesela, gerek ew ji pornografiyê û adetên xerab ên wek masturbasyonê nefret bike (Efesî 4:23; Zebûr 97:10; Romayî 12:9). Gelo ew dixwaze wisa xîret bike? Eger wisa be, hêvî heye ku ew dev jê berde. e

Bala xwe bide dostaniya xwe ya bi Yehowa re

Lê eger zilamê te naxwaze vê problemê safî bike, gelo tu dikarî çi bikî? Di rewşeke wisa de, dibe ku tu bixeyidî, hêrs bikevî yan xwe xapandî hîs bikî. Xem û derdê xwe ji Yehowa re bihêle. Ev yek dikare alî te bike ku tu hizûra xwe winda nekî (1. Petrûs 5:7). Bi destê duakirin, lêkolînkirin û fikirîna kûr her tim nêzîktirî Yehowa bibe. Hingê tuyê emîn bibî ku Yehowa jî nêzîkî te dibe. Zebûr 34:18 dibêje ku Xwedê “nêzikî dilşikestiyan e” û dixwaze alî wan bike ku ew dîsa dilxweş bibin. Xîret bike ku Xwedê ji te razî be. Ji rîspiyan alîkariyê bixwaze. Û hêviya xwe winda neke ku zilamê te wê rojekê xwe biguherîne (Romayî 2:4; 2. Petrûs 3:9).

a Di vê meqaleyê de, ji zilamekî ku li pornografiyê mêze dike tê behskirin. Lê belê, gelek ji van pîvan û prensîpan ji bo zilamekî ku xanima wî li pornografiyê mêze dike bifeyde ne.

b Li gor Kitêba Pîroz, mêzekirina li pornografiyê heq nade jin yan mêr ku ew hevdû berdin (Metta 19:9).

c Navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.

d Melûmatên bifeyde li ser jw.org û di weşanên me de hene.

e Ji ber ku mirov dikare bibe bindestê pornografiyê, hinek jin û mêran qerar da ku hem ji rîspiyan hem jî ji doktoran alîkariyê bixwazin.