Here Naverokê

Here naverokê

Te Zanibû?

Te Zanibû?

Îsa çima ji bo mirovên ku di perestgehê de heywan difirotin, got “rêbiran”?

KITÊBA Metta wisa dibêje: “Îsa ket perestgehê û hemû yên ku li wê derê kirrîn û firotin dikirin, avêtin derve. Maseyên pereguhêran û kursiyên kevokfiroşan gêr kirin. Wî ji wan re got: ‘Hatiye nivîsîn: “Wê ji mala min re mala duayê bê gotin.” Lê hûn wê dikin ‘şkefta rêbiran’” (Met. 21:12, 13).

Qeydên tarîxî ên Cihûyan nîşan didin ku yên ku di perestgehê de tîcaret dikirin, heywan gelek biha difirotin. Mesela, li gor Mîşnayê (Kerîtot 1:7), heqê coteke kevokên qurbanî bû 25 yewmiye. Feqîran karibûn kevokan qurban bikin, lê heqê van heywanan jî êdî pir zêde bû (3. Mû. 1:14; 5:7; 12:6-8). Alimê Cihû Sîmeon ben Gamalîel ji ber vî halî gelek hêrs ket û hejmara qurbanên mecbûrî kêm kir. Paşê, heqê du kevokan hema 100 qat daket.

Belê, mirovên ku di perestgehê de heywan difirotin, pir çavbirçî bûn û tenê li menfaeta xwe digeriyan. Loma Îsa got ku ew “rêbir” in.